Hêvî Keleş/Qamişlo
Şanoger Simko Cûdî anî ziman ku ew pirsgirêkên ku mirov pê re rûbirû dimînin temsîl dike û wan vediguherîne berhemeke hunerî ku raman û hizrandinê dide destpêkirin. Bi afirîneriya xwe, ew hewl dide ku neheqiyê eşkere bike.
Pir caran, pisporên şanoyê yekem kes in ku bi pirsgirêkên civakî û siyasî re rûbirû dimînin û şanoyê wekî amûrek ji bo derbirînê û protestoyên aştiyane bikar tînin. Şano dibistanek jiyanê û platformek ji bo belavkirina hişyarî û ronakbîriyê bûye û berdewam dike, nemaze di civakên ku qeyran an pevçûnan dijîn.
Di cîhana hunerên performansê de, lîstikvanê şanoyê kevirê bingehîn ê xebata şanoyê ye, navbeynkarê zindî di navbera nivîs û temaşevanan de ye, ruhê ku jiyanê dide peyvên bêcan. Tevî pêşketinên teknolojîk ên mezin di hunerên dîtbarî de, şano hîn jî formeke hunerî ya bêhempa ye ku bi bingehîn li ser performansa zindî û têkiliya rasterast ava dibe, taybetmendiyek ku cîhekî îstîsnaî dide lîstikvanê şanoyê di warê çandî de. Girêdayî vê mijarê Şanoger Simko Cûdî ji Rojnameya me re axivî.
‘Em jiyanê li ser dike diafrînin’
Şanoger Simko Cûdî diyar kir ku jiyana mirov bi hunerê teşe digire û wiha got: “Dema ku mirov bi karekî hunerê re mijûl dibe di fikir û zikir û çalakiya wî mirov de şênberbûna rêya ku tê de dijî diyar dike, nexasim di nava gelekî de be ku xwe bi mîrasiya xwe ya çandê û hunerê parastibe derketive holê, lê parastin rengekî mayîndekirina gelekî ye di heman demê de ne têrkere. Nujînkirin, vejandin û pêşdebirin ew dihêle ew gel were parastin û domandina wî bi destdixe di heman demê de mayînde dike. Ez behsa gelê Kurd û hunera wî gelî dikim, berî Tevgera Azadiyê gelê kurd xwe bi hunerê parast û domand, bi Tevgera Azadiyê re hebûna xwe bidestxist, vejand û pêşdebir, taybet di warê çandî û hunerî de.”
‘Şano dibe dengê bêdengan û rastiya civakê derdixe ser dikê’
Simko Cûdî axaftina xwe wiha qedand: “Ez wek kesekî ji hundirê şoreşê beşdarî xebatê hunerî bûm û taybet şano, çima beşê hunerê yê şano min ji bo xwe bijard? Ji ber ku şano ji bo avakirina kesayetekî li gorî hêmana exlaqî û polîtîk yê civakekî cihê avakirina kesayetê ye herwiha dibê dengê bêdenga yan jî rastiya civakê derdixe ser dikê bi van sedeman, min ji xwe re ev huner bijart.
Di sala 2013’an de min dest bi karê şano kir wê demê ez 15 salî bûm li bajarê rimêlan di koma şehîd Hêvî de heta sala 2017’an de min li wir karê şanoyê da meşandin. Piştî tevlîbûna min ji Tevgera Azadiyê re nêzî 3 salan min xebatê şano li qadên civaka Ereb dan meşandin Til Hemîs, Til Birak û di sala 2021’an de heta niha di nav şanoya çiya de karê şanoyê didim meşandin, ji dema nugihştbûna min heta niha ez di nava xebatê şano de me. Şanoyên ku min te de kar kirye: Kursî, birîn, jiyan ji mirinê avadibe, evina welat, vejîn, termî li ser resîfê, evdalê zeynikê, agir û tarî, rastî dagirkirê, dika heqîqetê, keziyên jînê, riya jînê, wê rojê, çakûç, koça qaqlîbazim bêjahî, wêne, di van kar de hinek jî lîstikvan min kiriye û hinek jî derhinertî û nivîsandin kirye.
ji bo wê şano ji bo min bûye wek xwîna ku di hindirê mirov de diherikê. Ez ancax bi vî rengî wateyekî bidim ji bo şano, armanc di şano de ji bo min ne tenê lîstikvaniye, yan nivîsandine yan ji derhinerî ye, ew rihê komînalbûnê ye û dengvedana ku ji bo civakê tê çêkirine.”






