Ayşa Silêman/ Dêrik
Hevserokê Ol û Bawerî Mistefa Hacî diyar kir ku rojî tê wateya bereket û îbadetê, mirov ji aliyê nefsî, xwerin û vexwerinê de hem jî ji axaftinên nebaş xwe perwerde dikin û wiha got: “Meha rojiyê sebra mirov zêde dike û dilovaniyê dixe dilê me de.”
Meha rojiyê meheke ku xweda ferz kiriye li ser misilmanan ku 30 rojî mirov ji berbanga sibê heya ku roj here ava xwe dûrî xwarin û vexwarinê dike. Di heman demê de feqîr û zengîn wek hev lê tên di vê mehê de. Mirov nêzî xwedê dibe û têkiliya wî xurt dibe.
Di derbarî meha rojiyê girîngî û wateya wê hevserokê olû bawerî ê bajarê Dêrikê Mistefa Hacî ji Rojnameya me re axivî.
‘Rojîgirtin stûnê çaremîn a islamê ye’
Mistefa Hacî da zanîn ku gelê misilman ji nîvê meha Şaibanê dest bi amadekariyên meha remezanê dikin û wiha
got: “Gelê misilman meha rojiyê wek meheke bereket û îbadetê dibînin, di serdan û xêrxwaziyê de jî zêdebûneke berçav çêdibe. Dema roj diçe ava kesê rojî girtî, rojiya xwe bi xurme û avê dest pê dike, rojane divê xwarin ji malê derkeve da ku bereket bikeve di wê malê de. Di heman demê de mizgeft bi ibadetkaran tê dagirtin û hemû civak bi hev re terawîhan dikin, ev kombûn ji bo bîranîn û nêzîkbûna xwedê ye. Rojîgirtin stûnê çaremîn a islamê ye ku mirov bi riya wê pirtûka pîroz dixwîne, nimêjên xwe zêdetir dike, xêran dike û têkilya xwe bi xwedê re nû dike. Destpêka rojiyê dilovaniye, nîva wê bexşandine û dawiya wê rizgarbûna ji agirê dojehê ye. Di vê mehê de malbat bi giştî li ser yek sifreyê li hev dicivin û dest bi xwarinê dikin, ev yek dihêle ku rihê malbatî û kombûnê vejîn bibe. Di heman demê de xemxwarî ji bo feqîr û hejaran zêde dibe û destên alîkariyê pir dibin.”
Pêwîste mirov di vê mehê de destekê bide feqîran
Hacî axaftina xwe dewam kir û got: “Ev meh cûdahiyeke wê ji wan mehê din heye, ji ber ku mirov derûniya xwe hazir dike û bernameyeke taybet ji vê mehê amade dike ku xwarin, vexwarin û çûn û hatina xwe hemûyî diguherîne. Her wiha gelek malbat hene bi salan bi hev re narûnin lê di vê meha rojiyê de hemû li hev dicivin û bi dilekî paqij da ku rojiya wan were qebûl kirin. Pêxember Mihemed gotiye çi kesê ku di vê mehê de têkiliyên xizmetiyê biparêze, roja ku xwedê bi wî re hevdîtinê çêbike wê wî bi dilovaniya xwe ve girêbide. Di heman demê pêxember gotiye xêrxwaziyê bidin feqîr û hejaran û rêzgirtina sîwiyan û parastina rûmeta wan bikin. Pêwîst e mirov di vê mehê de bi niyetek rast û xwedî bawerî nêz bibe.”
Erkê ewqafê destekdayîna hejara ye
Serokê Saziya Ol û Baweriyan li bajarê Dêrikê Mistefa Hacî axaftina xwe wiha bidawî kir: “Erkê me ye ku em alîkariya feqîr û hejaran bikin û bi taybet di meha rojiyê de. Lê piştî bicihbûna koçberan di dibistan û mizgeftan de erkê me zêde bû, ji ber ku em şev û roj di bin xizmeta wan de bûn da ku ji wan re pêdiviyên wan peyda bikin, di meha rojiyê de jî em xwarinê didin wan. Her wiha di vê mehê de her în ewqaf mijarekî cûda digre dest û ji bo gel şîrove dike da ku girîngiya vê mehê nas bikin, li kêlek wê em serlêdana gelek malbatan dikin da ku em kêmasiyên wan nas bikin û pêk bînin. Meha remezanê pîroze çiqasî mirov têde kar bike xêra wê mezintire, bi taybet xizmeta feqîr û hewcedaran.”






