E.Pêjder Altan
Di salvegera destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de dabû dest pê kirin, bi riya şandeya Îmralî û Partiya Dem’ê peyamên girîng da û qonaxek nû da destpêkirin.
Di peyamê de çend taybetmendiyên krîtîk derdikevin pêş;
Lihevhatî û ewqas jî bi biryar e. Peyam, ne zimanekî ku şer li dewletê vedike, zimanekî ku formeke nû bi dewletê re pêşniyar dike bi kar tîne. Lê belê ev nermî, ne wekî paşde gavavêtin e, lê wekî hilbijartinek ku ji pozîsyona hêzê hatiye kirin tê pêşkêşkirin. Hevoka “Me serdema îsyana negatîf (neyinî) di bingeh de me bi îradeyek û pratîk bi awayek yek alî biserxist” vê yekê bi zelalî derdixe holê.
Gotina “Bi hişmendî bi komarê re aştî” pir stratejîk e. Komarê red nake lê wê wekî “Komara Demokratîk” ji nû ve pênase dike. Ev, qebûlkirina meşrûiyeta damezrandina dewletê ye lê daxwaza veguheztina an go guherîn û veguherîna naveroka wê ye.
Peyam ne tenê ji Kurdan re, ji tevahiya Tirkiye û Rojhilatê Navîn re dibêje. Gotina “Mafên hebûna hemû mexdûran”, mijarê ji pirsgirêka Kurd wêdetir dibe.
Tevgera gotarî ya herî bi hêz a peyamê, daxuyaniya ku şiddet ne tenê bi fîîl lê “bi hişmendî” jî hatiye terkkirin e. Ev, peyamê dide aliyê din ku “êdî behane-hincet nemaye.”
Ji gelê Kurd re; Motîvasyona “Me ev gav avêt, niha dema avakirina pozîtîf e”
Ji raya giştî ya Tirk re: Piştraste “Em dijmin nînin, em bi komarê re aştî dikin”
Ji dewlet/desthilatdariyê re: Zexta “Me kapasîteya muzakereya xwe îspat kir, niha dora we ye”
Ev daxuyanî ku di salvegera yekem a banga 27ê Sibatê de hatiye kirin, çend fonksiyonên stratejîk pêk tîne:
Zindîhiştina pêvajoyê; Rêber Apo destnîşan dike ku di nav salekê de pêvajo bi fîîlî pêş ketiye lê hîn bi destkeftinên şênber nehatiye tacîdar kirin. Banga “divê em derbas bibin qonaxa pozîtîf” bi rastî peyama “salekê ye me gelek gav avêtin, em li benda refleks an jî hewildanê ne” ye.
Rêber Apo, rêzkirina navên aktorên siyasî yên wekî Tayîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Ozgur Ozel jî ne tesadufî ye.
Danîna “îrade” ji Erdoğan re: Pejirandina ku pêvajo bi erêkirina îradeya siyasî ya herî bilind ve tê meşandin. Ev, tevgereke ji bo garantîkirina pêvajoyê bi siyasî ye.
Navkirina Bahçeli: Xêzkirina binê ku pêvajo ji aliyê MHP ve jî tê xwedîkirin (an jî herî kêm banga Bahçeli cidî tê girtin). Ev, qada dijberiya beşa neteweperest li hember pêvajoyê teng dike.
Dahilkirina Ozgur Ozel: Qebûlkirin ku partiya opozîsyona sereke CHP jî di pêvajoyê de cihekî heye. Ev, hewldana nîşandanê ye ku pêvajo ne projeyek yek-partî ye.
Çarçoveya têgînî ya ku stûna peyamê pêk tîne formulasyona “derbasbûna ji qonaxa negatîf bo avakirina pozîtîf” e:
Qonaxa negatîf çi ye? Têkoşîna çekdarî, serhildan-isyan, tundî-şîdet, qûtbûn an jî veqetandin û redkirin. Beranberê van qonaxa pozîtîf çi ye? Siyaseta demokratîk, entegrasyon, hiqûq an jî destûra bingehîn, hevjiyana bi hev re, veguheztin an go guherîn û veguherîn.
Di peyamê de têgîna “Entegrasyona Demokratîk“ jî xala herî orjînal û herî nîqaşbar a peyamê ye.
Ne veqetandin û ne jî asîmîlasyon (bişaftin): Rêber Apo van her du rehan jî red dike. Ev, pozîsyonek e ku hem daxwazên serxwebûnê yên di bingeha Kurd de hem jî gotara “yek milet” ya dewletê di heman demê de dike berberî xwe.
Gotina “Bi qasî destpêka Komarê girîng” pir îdîadar e. Rêber Apo, modela ku pêşniyar dike wekî momentek dîrokî ya ku bi damezrandina Komarê re wekhev e pêşkêş dike.
Daxwaza ku entegrasyona demokratîk bi garantiya hiqûqî ve bê garantîkirin, sinyala ku pêvajo divê ji qonaxa “daxuyaniya niyetê” derbas bibe qonaxa “avakirina sazûmanî”.
Têgîna hemwelatîbûna li ser bingeha etnîk ya di pergala destûrî ya heyî de red dike. Li şûna wê modela welatîbûna sivîl-demokratîk pêşniyar dike.
Ev, ne tenê bi pirsgirêka Kurd ve sînordar e; çarçoweyek e ku hemû aliyan, kêmaran û hemû komên nasnameyan digire navxwe.
Di peyamê de wek e hercar girîngiyê dide ser hêza jinê. Lewra girêdaneke dîrokî dike: “Şiddeta li dijî jinan ne wekî pirsgirêkeke rojane ya veqetandî, lê wekî berdewamiya êrişeke dîrokî ya ku bi koletiya jinê dest pê kiriye pênase dike. Ev nêzîkatî, pirsgirêkê ji çarçoweya “bûyerên takekesî” derdixe û dide nav çarçoweya pergaleke desthilatdariyê.
Pênasekirina jinan ne tenê wekî “mexdûr” an “qurbanî”, lê wekî “hêza pêşvebir û herî azadîxwaz a entegrasyona demokratîk” gaveke girîng e. Ev, jinê ji pozîsyona “kesê ku divê bê parastin” derdixe û dike sûjeya veguheztinê. Di vê wateyê de Rêber Apo, di çarçoweya ramanê xwe de, jinê ne tenê wekî beşdarvaneke pêvajoyê, lê wekî pêşengiya veguheztina civakî bi cih dike.
Rêber Apo bi gotina “tu civak û dewlet nikare bêyî guhdarîkirina jinan xwe bidomîne“, girêdaneke rasterast di navbera desthilatdariya mêrane û dewletê de saz dike. Ev tê vê wateyê: Dewleta ku azadiya jinê red dike, bi xwe jî demokratîk nabe.






