Hemza Sêvo
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs da zanîn ku yekrêziya partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke hestyar û amadekirina êrişan li ser Îranê pir girng e, lê divê ji wiha berfirehtir bibe û got, “Li ser asta Kurdistanê pêdivî bi rêkeftin û pêkanîna kongreyeke niştîmanî heye.”
Di 22’ê Sibatê de 5 partiyên siyasî yên serekî yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê’ ragihandin. Derbarê heman mijarê hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs bersiva pirsên rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:
-Di demeke ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê di metingeha şoreş û serhildanê de ye, yekrêziya 5 partiyên Kurdî yên Rojhilat pêkhat, di vê serdemê de ev yekîtî tê çi wateyê?
Di destpêkê de ez dixwazim pîrozbahiyê ji bo yekhelwestiya her pênc partiyên Kurdî bikim, ji ber ku ev partî di rewşeke hestyar de yekrêziya xwe ava kirin. Di dema ku guhertin li Rojhilata Navîn tên kirin û amadekariyên pêkanîna êrişa li ser rêjîma Îranê de, yekbûna partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê derkete pêş. Di rewşeke wiha hestyar de jî pêwîstiya tevgera Kurdî bi yekrêziya xurtir heye, em kêfxweş in bi yekbûyîna her pênc partiyên siyasî yên Rojhilat, lê hêviya me ew e ku partiyên tevlî vê yekrêziyê nebûbin, êdî bi wan re bibin xwedî helwestek istratejîk û yekbûyî, hem jî hevrêziya xwe xurttir bikin. Divê tevahiya partiyên Kurdî yên li Rojhilat bi hev re bibin hevkar û roleke baş bilîzin ev yek jî li gorî guhertina ku wê Îran rastî wê were, hem jî. Wekî tê zanîn di 26’ê Nîsana sala 2025’an de Konferansa Yekhelwestiya Kurdî weke konferanseeke niştîmanî ji bo doza Kurdî li Rojava hat lidarxistin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî ev nîzîkatî di nava partiyên Kurdî de rûdide, ev yek cihê şanaziyê ye. Yekrêziya li her du beşên Kurdistanê çêbû, konferans li dar ketin, êdî divêtiya Başûr û Bakurê Kurdistanê heye ku konferansên yekhelwestiya Kurdî li dar bixin. Pêdiviya me li ser asta Kurdistanî bi rêkeftin û pêkanîna yekîtiya niştîmanî heye, yekbûna partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di heman çarçoveyê de pir girîng e.
-Heta niha çima kongreyeke niştîmanî ya Kurdistanî çênebûye, sedem çi ye û yekbûna helwesta partiyên Rojhilat gaveke çawa diafirîne ji bo lidarxistina kongreya giştî, herwiha rola KNK’ê di vî warî de çi ye?
Sedemên nepêkanîna kongreyeke netewî ya Kurdî gelek in, ji serdemên borî heya roja îro gelek gengeşe û alozî di navbera me Kurdan de çêbûbûn. Sedema ku em negihiştine wê encama ku kongreyeke niştîmanî Kurdî bi beşdariya hemû sazî, rêxistin û partiyên Kurdî çêbikin, ew e ku me nikarîbû xwe li hev kom bikin û vê hevrêziyê bi dest bixin. Em ji kongreyê gelekî dereng mane, nimûne eger li Rojava gelê Kurd û partiyên siyasî ji destpêka şoreşê ve xwedî istratejiyeke Kurdî ya hevbeş ba, ew ê rewşa Rojava ji ya îro baştir ba. Di heman demê de rewşa Îraqê li ber çavan e, li Başûrê Kurdistanê weke mînak em bêjin nêzî sal û nîv li ser hilbijartinên parlemento derbas dibe, hêzên siyasî li Başûr hîna civîn ji bo bidestxistina yekhelwestiyê û parastina berjewendiyên niştîmanî li dar nexistine. Me erk û berpirsyariya niştîmanî wekû tê xwestin ruxmî derfeta ku di destê me de heye, pêkneaniye. Em weke KNK’ê bi israr û rengekî cidî li ser yekrêziya mala Kurdî, hem jî lidarxistina kongreya niştîmanî, kar kiriye. Kongreya Neteweyiya Kurdistanê bi awayekî objektîv mijara yekrêzî û pêkanîna kongreya niştîmanî dide pêşiya çavê her kesî. Di vê qonaxa gelekî hestyar de pêwîst e bi heqîqet mijara yekhelwestiyê û destkeftiyên gelê Kurd di rojevê de bihêlin. Di roja heyî de em rû bi rû mane li hemberî tehlûkeyên mezin, eger em di demeke wiha de û demeke nêzîk yekrêziya xwe pêkneyînin, hebûna me û destkeftiyên me di metirsîdariyeke mezin de ye. Divê pirs, pirsgirêk, gengeşe û hemû tiştên neyîniya xwe li yekrêziyê dike, em bidin hêlekê û em li ser xurtkirina hevrêziya Kurdî, hem jî kongreya netewî kar bikin. KNK’ê xwedê pilaneke cidî û hewldanên mezin e, ew ê pêngavên me hebin da ku kongreyeke giştî li dar bixin.
-Di dema heyî de siyaseteke çawa li ser gelê Kurd tê meşandin, gelê Kurd û partiyên siyasî çawa li vê siyasetê dinerin, heyanî gelê Kurd mafê xwe misoger bike divê gavên çawa bavêje?
Siyaseta ku îro li hemberî gelê Kurd tê birêvebirin, siyaseta qirkirinê û têkbirina statûya Kurdan e. Armanca her çar dewletên dagirker Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiyê ew e ku li statûya gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji holê rakin. Siyaseta dagirkeran li hemberî Kurdan ne tenê ji bo beşeke Kurdistanê ye, hemû dewletên dagirker bi dirêjahiya sedsalî bi hemû hêza xwe qirkirin, komkujî, koçberkirin, Anfal, bikaranîna çekên cehrî û hwd, li gel şerê nasnameyê li derheqê gelê Kurd pêkanîne. Gelê Kurd siyaseta dewletên dagirker bi vî rengî dibîne û dixwîne. Di demên dawî de hin gengeşeyên ku berjewendiyên gelê Kurd naparêze derketin holê, dijmin bi zanebûn vê yekê dixe nava gelê Kurd, divê em provakisyon û siyasetên wiha vala derxînin. Divê em berjewendiyên gelê xwe yên niştîmanî biparêzin, herwiha em rûyê kesê ku dibe sedem ji derxistina pirsgirêkan di nava gelê Kurd de bidin diyarkirin ji bo civakê. Em bang li hemû sazî, rêxistin û kesayetên netewperwer dikin ku demildest em hebûna xwe biparêzin, yekîtiya xwe peyda bikin û yekrêziya netewî bixin rojevê, ji ber ku hemû alî û tevahiya gelê Kurd vê yekê dixwaze. Divê em gelekî baş ji peyama gelê xwe têbigihêjin, eger em tênegihêjin, em ê bikevin bin bar û berpirsyariyeke giran, hêviya me ew e ku ev yek nebe para me, lê belê omîd ew e ku yekrêziya gelê Kurd û istratejiya hevbeş pêkwere. Çendîn KNK’ê hebe û kar dike, gelo Kongreya Netewiya Kurdistanê bersiva pirs û pirsgirêkên me didin an na? Di baweriya me de ev ne têrker e, pêwîstiya me bi kongreyeke netewî heye, kongreyeke ku xwedî istratejiyek be, tê de hemû rêxistin, partî û kesayetên niştîmanperwer beşdar bibin. Di heman demê de hemû kesên beşdar ên di kongreyê de ji tevahiya cîhanê re projeya xwe ya hevbeş bidin diyarkirin. Berê digotin zemîn ji bo yekrêziya Kurdî re tuneye, lê di roja îro de ew dem derbas bûye, Kurd vê yekê baş dizane û dijmin jî baş dizane. Pêwîst e em di asta navdewletî de, hevalbend û piştgiran bi riya kar û xebata dîplomatîk çêkin. Divê gelê Kurd di nava xwe de li gorî merc û rewşa siyasî ya herêmê bibin yek, zemîna hevrêziyê heye, tu buhane nemane ku nebin yek.






