Navenda Nûçeyan
Bi banga dîrokî ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kiribû deng vedanekî li Rojhilata Navîn û Cîhanê kir. Dewleta Tirk ya ku hebûna Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tune dihesiband û êrîşên qirkirinê pêkdianî, di 1’ê Cotmeha 2024’an de bi înîsiyatîfa Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir û ji gava ewil heya niha ku saleke derbas bûn. Ne siyaseta înkarê bi dawî bû, ne jî tecrîd rabû.
Merasima Dîrokî ya şewitandina çekan
Di 11ê Tîrmeha 2025an de Koma gerîla ya ku ji 30 şervana 15 Jin û 15 hevalên xort pêk dihat, bi pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, bi merasîmekê ku gelek sazî û dezgehên sivîl jî beşdar bûbûn de, li Şikefta Casenê ya gundê Surdaş a Dukanê ya bi ser Silêmaniyeyê dikeve bi merasîmeke dîrokî çekên xwe şewitandin. Ev biryar ji bo avakirina derfetên aştiyê neteweyî û navneteweyî wek geşedaneke dîrokî û fersendeke mezin hat nirxandin. Gelek dewlet li pey hev peyamên piştgiriyê dan û xwestin Tirkiye van derfetan ji bo çareseriyê baş binirxîne.
Tehliye’ya Veysî Aktaş
Di diroka îmraliyê de cara yekem girtiyeke siyasi hat tehliyekirin. Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dihate ragirtin piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan. Veysî Aktaş di 28ê Nîsana 2024’an de 30 sal cezayê hefsê yê lê hatibû birîn temam kiribû. Lê bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê, berdana Aktaş ji bo salekê hatibû taloqkirin. Piştî salekê berdana Aktaş ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Aktaş ê ku berdana wî salek û 3 mehan hate taloqkirin di 25’ê Tîrmehê de hate berdan.
Avabûna Komisyonê û gohdarkirin
Piştê biryara xwe fesixkirinê û merasîma dîrokî ya şewitandina çekan, di 5ê Tebaxa 2025an de partiyên ku komên wan di Meclisê de hene Komîsyonek ji 52 kesan li Meclisê ava kirin. Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Netewî, li xwe kir û li ser 12 xalên bingeha xebata xwe diyar dike, li hev kir. Ev yek ji bo pêvajoyê wek qonaxeke qanûnî hat diyarkirin û civakê bi rêjeyeke mezin piştgirî da pêvajoyê. Komîsyona piştî civîna ewil wezîrên parastin, karên hundirîn û sîxurtiyê guhdar kir bi dorê sazî û dezgehên malbatên leşker û polîsên di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane, saziyên pîşesaziyê, saziyên bazirganan, Dayikên Aştiyê, saziyên malbatên gerîlayên di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane, saziyên girtî û hikûmxwaran, saziyên çand û ziman, akademîsyen, saziyên sivîl ên civakî, hunermend û gelek derdorên cuda yên ji ber şer û pevçûnan mexdur bûne û çavdêriyên wan çêbûne guhdar kir.
Piştê 6 salan parezer çûn îmraliyê
Piştê demeke dirêj cara yekem di 15’ê Îlona 2025’an parêzer Raziye Ozturk, Îbrahîm Bilmez û parêzer Cengîz Yureklî bi Reber Apo, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey yên ku li Girava Îmraliyê tên girtin re hevdîtin kirin.”
Tevgera Azadiyê ji Bakur vekişiyan
Her wiha yek ji gava dîrokî jî ya pêvajoyê vêkişîna Gerîlayan ji Bakûr bû. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26’ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke dîrokî li Qandîlê ragihand ku ji bo pêşî li pêvajoyê vekin hemû hezên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişînin. Piştî vê gava dîrokî hat gotin ku di pêvajoyê de xitimîn çêbûyê û ji bo ev xitimîn bê derbaskirin li ser înîsiyatîfa Rêber Apo, Tevgera Azadiyê hezên xwe vekişandin derveyî sînorên Bakurê Kurdistanê. Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê li hemû cîhanê deng veda û weke gaveke pêşvêçûna pêvajoyê hat şîrovekirin.
Çûyina komisyonê li gireva îmraliyê
Endamên komîsyonê ku Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman pêk dihat di 24ê Mijdarê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin jî di dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê de cihê xwe girt. Rêber Apo li Girava Îmraliyê cara yekem ji bilî malbat, parêzer û endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi awayekî fermî bi endamên partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Rêber Apo di hevdîtinê de li ser têkiliya gelê Kurd û Tirk a dîrokî rawestiya û xwest ji aliyê çar dewletên li ser axa Kurdistanê desthilatin hiqûq û mafê Kurdan bê naskirin. Lê Komîsyona Meclîsê ku di 4’ê Kanûnê de civîna xwe ya 19’emîn li dar xist, girtekên hevdîtina Îmraliyê hemû bi raya giştî re parvenekir û hîn cih qutkirin û bi vî wî awayî parvekirin. Ev yek di komîsyonê de bû sedema krîzeke û DEM Partî bertek nîşanî vê yekê da.
Mafê hêviyê
Rêber Apo wek sermuzakerevan pêvajoyê di şert û mercên zehmet yên girtîgehê de bi rê ve dibe. Daxwaza raya giştî ya Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ew e ku Rêber Apo di şert û mercên azad de bixebite. Derbarê Mafê Hêviyê de herî dawî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlonê de ji Tirkiyeyê xwest “gavên pêwîst ên bi lezgînî” biavêje û ji bo ku bi lez pêş ve biçe, herî dereng divê Tirkiye heta dawiya Hezîrana 2026’an bersiv bide. Her wiha Komîteya Wezîran a Ewropa vê carê îşaret bi Komîsyona Meclîsê kir û û ji komîsyonê xwest ji bo pêkanîna mafê hêviyê gavên pêwîst biavêje. Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz jî bi lêv kir ku mêfê hêviyê weke sernav tune ye û bi pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê mafê hêviyê dê pêk were. Mafê hêviyê dê di rapora hevpar de cih bigire an na, di Desteya Giştî de weke qanûn dê bê çêkirin an na ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin. Li bendê ye ku mafê hêviyê bi awayekî berdana bi şert di raporê de cih bigire û ev yek ji bo Rêber Apo jî pêk were.
Qonaxa entegrasyona demokratîk
Rêber Apo di 16ê Sibatê de li gel Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê hevdîtin pêk anî û diyar kir ku merhaleya yekem a pêvajoyê bi dawî bûye û ew derbasî merhaleya duyemîn bûn e. Rêber Apo merhaleya nû ya pêvajoyê weke entegrasyona demokratîk pênase dike û bingeha wê jî Komara Demokratîk bi nav dike. Di pêvajoya entegrasyona demokratîk de Rêber Apo destnîşan dike ku divê qanûnên hemwelatîbûna azad bên çêkirin.
Rapora hevpar û xebatên komîsyonê
Komîsyona Meclîsê ku xebatên xwe 2 mehan dirêj kiribû tê gotin dê bi civîna 21’emîn a îro xebatên xwe bi dawî bike. Tîma nivîsîndina raporê jî di 6 civînên pêk anîbûn de li ser gelek xalan gotûbêj û nîqaş kirin. Di dawiyê de li ser çend xalan li hev kirin tune be jî raporek hevpar hat amadekirin. Ew rapora hevpar di civîna de wê ji aliyê partiyên siyasî ve were nîqaşkirin û piştî civînê li bendê ye ku rapora hevpar ji raya giştî re jî were parvekirin. Piştî derxistina rapora hevpar tê payîn komîsyonê xebatên xwe bi dawî bike û rapora hevpar jî bişîne Desteya Giştî ya Meclîsê. Piştî rapora hevpar derbasî Desteya Meclîsê bû li bendê ye pêşniyazên qanûnî yên di rapora hevpar de cih girtine weke qanûn werin çêkirin.






