Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zubeyde Zumrut: Divê zagonên pêvajoyê werin çêkirin

01/03/2026
in ROJEV
A A
Zubeyde Zumrut: Divê zagonên pêvajoyê werin çêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut diyar kir ku eger dewleta Tirkiyê dixwaze bi Kurdan û hemû gelên din re bi aştî jiyan bike, yek ji pîvanên bingehîn ew e ku şert û mercên demokratîk qebûl bike û got, “Komîsyona ku li ser vê bingehê hatiye avakirin, dive di çarçoveya zagonî de guhertinên demokratîk pêkbîne.”

Derbarê hevdîtina 16’ê Sibatê ya bi Rêber Apo re, entegrasyona demokratîk û xebatên komîsyonê, hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di 27’ê Sibatê de sala yekemîn a bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 16’ê Sibatê de got ku qonaxa yekemîn qediya û niha derbasî qonaxa duyemîn dibin, hûn vê çawa dibînin?

Di 27’ê Sibata sala bûrî de Rêber Apo bangeke dîrokî kir. Beriya wê jî di Meclisa Tirkiyê de ji aliyê Devlet Behçelî ve daxuyaniyek hate kirin ku pirsgirêka Kurd heye û divê di bin sîwana meclisê de, li ser bingehek siyasî û hiqûqî bê çareserkirin. Li ser vê bangewaziyê, Rêber Apo ji Girava Îmraliyê her çendî di şertên tecrîdeke giran de bû, bersiv da û ragihand ku ew her dem ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd amade ye, lê şertê ku zemînekî demokratîk hebe. Di heman demê de Rêber Apo ev yek jî tekez kir ku her dem bangewaziyên wî li ser wê bingehê bûn û ew niha jî amade ye, hem di asta teorîk û hem jî di asta pratîkê de ku ew vê mijarê di çarçoveya zagonan û di zemîneke siyasî de çareser bike. Herwiha Rêber Apo diyar kir ku divê çareserî di bin sîwana Meclîsa Komara Tirkiyê de pêk were. Di daxuyaniya 27’ê Sibatê de Rêber Apo hin pîvan danîn holê ku li ser kîjan rê û rêbazê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Wekî guhertina zagonên Tirkiyê, naskirina çand û nasnameya gelê Kurd, naskirina zimanê Kurdî di asta fermî de û avakirina zemînekî demokratîk ji bo jiyaneke hevpar. Lê dewleta Tirk vê mijarê wekî teror digire dest, lê mijar wisa nîne. Ne em û ne jî Rêber Apo bi wî awayî nêz dibin û vê yekê qebûl nakin.

Lê belê piştî 27’ê Sibatê gekek gav ji aliyê  Rêber Apo û tevgera azadiya de hatin avêtin. Tiştê Rêber Apo da pêşiya xwe, gav bi gav bi cih anî, mîna agirbest hate ragihandin û hin gavên sembolîk hatin avêtin. Lê heta niha, ji aliyê dewletê ve gavên pratîk û guhertinên hiqûqî yên ber bi çareseriyê ku bibe bersiv ji bangê re, nehatiye avêtin. Çend hevdîtinên ku ji aliyê malbat û heyetê bi Rêber Apo re tên kirin, nayê wateya bangewaziya ku Devlet Bahçelî kiribû, hatiye bicîhkirin. Ji ber Bahçelî gotibû: “Bila Rêber Apo were di meclisê de pirsgirêka Kurd çareser bike û bangewaziyê rêxistina xwe bike, da ku siyaset û têkoşîneke demokratîk bikin. Elbet, gelê Kurd zêdeyî 40 salan siyaset û têkoşînek demokratîk daye meşandin. Ji ber ku nav û nasnameya wî tune bû, ji bo parastina nasnameya xwe û ji bo ku nasnameya wî di asta statûyê de bê qebûlkirin û statûya xwe bidest bixe, têkoşîn kir û berdelên giran da. Lê dewleta Tirk, Bahçelî, AKP û MHP di asta bangewaziyê de mane ku tenê komîsyonek hatiye avakirin. Her çiqasî avakirin komîsyonekê li meclisê girîng e, lê hewceye qanûnên ku li hemberî siyaseta demokratîk bi tundî tê bikaranîn, werin guhertin.

Rola komîsyonê û pêdiviya guhertina qanûnên Tirkiyê çi ne?

Avakirina komîsyon bêguman rola wê girînge. Ji ber ku pêdivî ye hinek tişt bên guhertin. Hê qanûnên Tirkiyê li hemberî siyaseta me û têkoşîna me pir tund in. Li hemberî polîtîkaye me jî ev tundî berdewam dike. Ji ber vê yekê kesên siyasetmedar nikarîbûn siyasetekî demokratîk bi meşînin. Yên wisa jî dikirin, bi cezayên giran dihatin cezakirin, niha jî girtîgehên Tirkiyê bi wan hatine tijîkirin. Çima ev yek jî pêk dihat? Ji ber ku zemînekî siyasetekî demokratîk li Tirkiyê tune bû. Me jî parastina siyasetekî demokratîk, têkoşînekî demokratîk û jiyanekî hevpar dikir. Lê belê, qanûnên Tirkiyê li hemberî siyasetekî demokratîk pir tund bûn û divê ev werin guhertin. Heke dewlet û hikumeta Tirkiyê îro dixwaze ku Kurd û hemû gelên din bi giştî karibin bi hev re jiyan bikin, lazim e van qanûnan biguherîne. Ev komîsyon jî ji bo pêşxistina vê armancê divê hin kar û xebat bidin meşandin. Ev kar û xebat tenê guhertina qanûnan nîne, mijar girîng ew e ku em ê çawa bi hev re jiyan bikin û di kîjan astê de vê jiyanê ava bikin. Rêber Apo bang kir, PKK’ê fesih bû û bi awayekî sembolîk çek hatin dayîn. Ji aliyê siyasetekî demokratîk ve şer rawestandin û agirbest hat ragihandin. Ev hemû jî bersiva Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bû. Em amade ne ku vê pêvajoyê bi têkoşînekî demokratîk bidomînin û di vê çarçoveyê de xebat bikin.

Rêber Apo bi destpêkirina pêvajoyê re jî bal dikşand ser entegrasyona demokratîk, lê di hevdîtina vê dawiyê de jî careke din behsa pîvanê bingehîn yên entegresyonê dike, ev pîvan çi ne û hûn van pîvanan çawa dinirxînin.?

Rêber Apo bi destpêkirina pêvajoyê re bal kişand ser mijara entegrasyona demokratîk û vê yekê di her hevdîtinê de dubare dike. Di hevdîtina dawiyê de jî careke din pîvanên bingehîn ên entegrasyonê anî ziman û girîngiya wan di asta teorî û pratîkê de diyar kir. Entegrasyon tenê têkiliyek civakî an siyasî nîne, lê pêvajoyek e ku divê li ser bingehek demokratîk were avakirin. Li gorî Rêber Apo ji bo entegrasyonekî demokratîk pêk bê, divê di serî de, zemînekî demokratîk were damezrandin. Heta ku ev zemîn neyê çêkirin, ne pêvajoyekî rastîn a entegrasyonê dikare dest pê bike û ne jî dikare li ser wê were axaftin. Ji ber vê yekê, yek ji pîvanên bingehîn ew e ku şert û mercên demokratîk bên qebûlkirin û di çarçoveya zagonî de guhertinên pêwîst werin kirin. Ji ber zagonên heyî yên dewletê ji bo jiyaneke hevpar û entegrasyonekî demokratîk nabe bersiv. Heya ku zagon ne li gorî bingehên demokrasiyê neyên nûkirin, ne pêvajoya entegrasyonê dikare bi awayekî rastîn pêşve biçe. Ji ber vê yekê, guhertina zagonan û damezrandina zemînekî zagonî yê demokratîk wek şertê bingehîn tê dîtin. Komîsyona ku ji bo vê armancê hat avakirin jî raporek amade kir û ew rapor bi çapemeniyê re hat parvekirin. Lê ev rapor hê jî bersiva bendewarî û daxwazên civakê nade. Ji ber vê yekê pêvajoya entegrasyona demokratîk hewceyê gavên rastîne

Komîsyona ku hatiye avakirin heta asteke xebat da meşandin û rapor pêşkeş kir, Rêber Apo ji bo raporê dide diyarkirin ku lazime rapor li gorî hêviyên civakê be. Hûn vî rapora ku hatiye amadekirin çawa dibînin?

Hêviyên gel ji vê pêvajoyê hene. Yek ji wan jî ev e ku salek di ser bangewaziyê re derbas dibe. Di nava salekê de, bi bangewaziya Rêber Apo heta îro gelek kar û xebat hatine kirin û amedekariyên vê raporê hatine amadekirin. Lê belê naveroka raporê ne li gorî giraniya pêvajoyê bû, herwiha ne li gorî bendewariyên gel jî bû. Lewra divê rapor bersivekê li gorî asta vê pêvajoyê bide. Li ser vê yekê hem rexne hene, hem jî pêdivî ye ku naveroka raporê li gor entegrasyonekî demokratîk, jiyanekî hevpar û jiyanek ku civak karibe bi hev re jiyan bike were amadekirin. Ser wî esasî, divê zagonên vê pêvajoyê werin çêkirin.

Di serî de divê bê gotin ku muzakere di navbera dewletê û Rêber Apo de tê meşandin û ev pêvajoyek muzakereya çareseriyê ye. Lê sîstema tecrîdê ya  Îmraliyê hîn jî berdewam e û şertên bingehîn ên pêşveçûna pêvajoyê hîn nehatiye avakirin. Ji bo ku muzakere bi awayekî cidî û bi encam pêş bikeve, pêwîst e ku di destpêkê de zemîn û bingehên siyasî û qanûnî bêne danîn. Li gor bangewaziya dewleta Tirk û bi taybetî daxuyaniyên Devlet Bahçelî, şertên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn nehatiye pêkanîn. Heta ku ev şert neyên amadekirin, çiqas hevdîtin bêne kirin û heyet serdana rêbertî jî bikin, muzakereya rastîn û dualî nikare pêş bikeve. Çareserî tenê dema ku her du alî li ser yek zemînê bi hev re kar bikin û şertên wekhev ji bo muzakereyê hebin, dikare pêk were. Heke şertên wekhev neyên pêkanîn, pêvajoya muzakereyê nikare bi rehetî û serkeftin pêş bikeve. Hêviyên gelê Kurd û gelên din ên her çar parçên Kurdistanê di vê çarçoveyê de zelal in. Gel hêvîdar e ku bangewaziya ji bo siyasetekî demokratîk ku hatiye kirin, bi lez û bi cidiyet li ser esasên wê bê bicihanîn. Di naveroka raporan û nirxandinên niha de, divê hem giraniya dîrokî ya vê pêvajoyê û hem jî bandora wê ya stratejîk were xuyakirin. Ev pêvajo tenê mijarek rojane nîne, lê qonaxek dîrokî ye ku dikare rê li ber çareseriyek bingehîn veke. Girêdayî têkoşîn, kar û xebatên siyasî divê bi awayekî berfireh û rêkûpêk bêne meşandin. Di nava vê yekê de her kes dikare rola xwe bilîze, bi taybet gelê Kurd li her çar parçên Kurdistanê tevî gelên ku îro dixwazin rola xwe di mijara çareserkirin pirsgirêka Kurd de, bilîzin, divê têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.