Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sarya Efrîn: YPJ’ê wê nasname û xweseriya xwe biparêze

01/03/2026
in JIN
A A
Sarya Efrîn: YPJ’ê wê nasname û xweseriya xwe biparêze
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sarya Efrîn diyar kir ku her çiqas di hevdîtinên heyî de hikumet hebûna YPJ’ê di nava artêşê de, ne bi awayekî erênî ne jî neyînî nebersivandiye, lê ew ê di nava tugayên ku werin avakirin de cihê xwe bigrin û got, “Yek şervan û fermandarên YPJ’ê gav paşve avêtinê û tawîz dayînê qebûl nakin.”

Derbarê rewşa dawî ku li herêmê rû da, herwiha girêdayî lihevkirina 29’ê Çileyên û çawaniya pêkanîna entegrasyona YPJ’ê, endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sarya Efrîn bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

– Piştî rewşa dawî ya ku li herêma me rû da, lihevkirinek di navbera QSD’ê û hikumeta Demkî de di 29’ê Çileyê de pêk hat, hûn vê lihevkirinê û rewşa dawî ya herêmê çawa dinirxînin?

Herêma Rojhilata Navîn di pêvajoyeke parvekirin û dîzaynkirineke nû re derbas dibe. Lê hêzên hegemon ji peymanên ku beriya 100 salî çêbûbûn, hîn jî ne razîne. Ji ber wê jî di nava vê 100 salê de aramî nehate heremê, her tim gengeşe û şer berdewam kir. Di vê serdemê de her kes dixwaze ji vê guhertinê para xwe bigire û daxwazên xwe li ser rewşê ferz bike. Di vê pêvojoyê û beriya wê jî yek aliyê ku tine hatibû hesibandin û qet berçav nehatibû girtin jî, Civaka Kurd bû. Lê di roja me de kes nikare Kurdan derçav bike. Ev êrişa hatiye kirin jî armanca sereke lewazkirina hêza Kurd bû. Ev êriş ne êrişeke tenê li ser Bakur-Rojhilatê Sûrî û Rojava bû. Ev êriş heman demê êrişeke li ser statuya Kurd ê li Iraqê jî bû. Ji xwe Rêber Apo, di derbarê wateya êrişan de wiha dibêje: ‘Ev êrişeke li hemberî pêvajoya bi dewleta Tirk re daye destpêkirine û mîna Komploya 15’ê Sibatê yê û  tevahî Kurdan dike hedef’.  Li hember êrişeke wisa berfireh Civaka Kurd û dostên xwe ketin nava tevgerê, her çar parçayên Kurdistanê weke yek dil û yek beden tevgeriyan û sînorên dagirkeriyê yên fîzîkî ji holê rakirin û derbasî Rojava bûn. Kurd û dostên Kurdan li her derê daketin qadan. Heman deme de şervanên QSD, YPG û YPJ’ê berxwedaniyeke dîrokî raber kirin. Encam de hate destnîşan kirin ku ketina Rojava ne hêsane û encama neyînî pêşbikeve, wê berdelên wê jî giran bin.

Li rex vê di Navnetewî de jî bertek çêbûn, ji ber plan ew bû ku di nava çend rojan de herêmên me werin girtin û sînorê Iraqê de serweriya HTŞ’ çêbibe. Li gor hin kes analîz dikin, wê ev hêza HTŞ’ ji bo êrişa li ser Haşd El-Şabî were bikar anîn. Ji bo wê jî Iraq li ser sînor tedbîrên awarte digire. Lê berxwendaniya Rojava  hemû hesabên heyî berovajî kir. Peymana 29’ê Çilê di astekê de ji bo Şoreşa Rojava xwedî naverokeke erêniye û gelek destkeftiyên gelê me jî diparêze. Lê mirov nikare vê misoger bike, ji ber îhtîmala êriş û şer hîn jî holê ranebûye. Sedema esasî jî ew e ku zîhnîyeta hikumeta heyî xwedî kiryarên tundrewe. Bi gotineke din em di rewşa heyî de nikarin bêjin, ji ber ku guhertina feraset di hikumeta Şamê de carekî de pêk hat û bi vî awayî ev peyman qebûl kirin. Ev peyman di encama zexta navnetewî û berxwedaniya Şoreşa Rojava de hate qebûl kirin. Dema ev zext ji holê rabe, dibe ku dîsa kiryarên xwe bidomînin. Ji bo vê pêwîst e her tim zext li ser Şamê berdewam bike, da ku ev peyman bi tevî naveroka xwe bikeve destûra bingehîn û li kêleka wê pêwîst e saziyên navnetewî jî vê bişopînin. Li heremê rewşa dawî aniha mirov dikare bêje heya astekê asayî bûye. Lê dorpêça li ser Kobanê hîn jî didome, nêzîkatiyên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên raberkirin, lihevkirinên heyî  de di warê gavên pratîkî avêtinê de astengiyan çêdike. Hikumeta Şamê gavên ku diavêje, gelek girane. Ev yek deriyê gûmanan vekirî dihêle. Niha di rewşa heyî de hevdû bawerkirineke dû aliyî hewcedariyeke demildeste. Em weke QSD û YPJ di vê xalê de gelek baldar tevdigerin, da ku aramiya li herêmê mayînde bibe, ji bo pergala rêveberina civakî êdî ji bo gel bikaribe xizmetê bike.

– Li gorî lihevkirina 29’ê Çileyê wê hêza Jin YPJ’ê çawa cihê xwe bigre, ango entegrasyon wê bi çi rengî be?

Di van 15 salên derbasbûyî de jinan gelek êş kişandin û berdelên giran dan. Ev hemû ji bo azadiya jin û civakê hate kirin û îro weke temsîla jina azad YPJ’ê ji vê ne poşmane û em li ser vê xeta lehengiyê di meşa xwe de bi israrin.  Piştî ewqas şehadet û ked em dest ji armancên xwe bernadin, em xwedî pîvanên  exlaqî ne. Yek şervan û fermandarên YPJ’ê jî gav paşve avêtinê û tawîz dayînê qebûl nakin. Herwiha jina ku azadî û nasnameya xwe di nava refên YPJ’ê de dîtiye, xwedan biryara têkoşînê ye.  Ji bo wê weke YPJ’ê em ê nasname û xweseriya xwe biparêzin. Di rêgezên birdoziya azadîxwaziya jinê de, jin di hemû qadên jiyanê de xwedî mafe, di qada parastinê de jî xwedî heman mafê wekhev ya bi mêr re ya.

Li ser vê bingehê her çiqas di hevdîtinên heyî de hikumet hebûna YPJ’ê di nava artêşê de, ne bi awayekî erênî ne jî neyînî nebersivandiye, lê em ê di nava tugayên ku werin avakirin de cihê xwe bigrin. Di heman demê de di fermandariya tugayan de jî em xwedî kabîlîyeta femandane ku em ê li ser vê bingehê jî cihê xwe bigrin. Weke me diyar kir wê hebûna me di nava tugayan de, bi awayekî hemaheng bi hejmara giştî re di nava tewazûneke de be. Her çiqas hikumet hebûna jinan di qada leşkerî de dixwaze tenê bi hêzên ewlekariya hundirin ve sînordar bike jî. Lê weke YPJ’ê em xwedî biryarin ku bi QSD’ê re heman astê  û naverokê, da destkeftiyên gelê xwe biparêzin, ji xwe heta niha jî xebatên me yên entegrê bi vî awayî tên meşandin.

– Ji bo entegrasyona tê kirin çi xebat hatiye meşandin û di çi astê de ye?

Ji bo entegrasyonê, hêzên leşkerî xwe ji xeta temasê kişandin û dewrî hêzên asayişê hate kirin. Li gel vê jî amadekariyên tugayan tên kirin û demeke kurt de wê hêzên me bi wezareta parastinê re bi awayekî koordînelî xebat bidin meşandin. Sazî, heyet û hêzên hikumeta Şamê derbasî herêmên me bûn, da ku em bi hev re bi awayekî koordînelî xebatên entegrasyonê çavderî bikin. Helbet derbasbûna van hêzan di bin venerîna me de ye, heta demeke kurt di vê çarçoveyê de wê li herêmên me bin. Ev hêzên derbas dibin ne mayin de ne, her hêz ew ê rewşa saziyên girêdayî xwe çavderî bike û vegerin cihê xwe ango li heremên me namînin.

Niha mijarên herî girîng û sereke di aliyê pergala rêveberina civakê de ye. Di vê mijarê de pêwîst e ev peyman û entegrasyon di asta qanûnî de jî were destgirtin ku ne tenê di gotin de be. Ji bo wê xebat lazime, lê Şam pêwîst e di vê mijarê de baldar û bi gavên lez tevbigere. Destûra bingehîn de ji mafê hemwelatîbûnû heta ziman û perwerdehiyê xalên girîng û jiyanîne ku pêwîst e bi qanûnan re bikevin bin ewlehiyê, da ku baweriya gelê me pêş bikeve. Yek jî mijara esasî vegera gelê me yê koçber li cih û warê xwe ye, ji bo vê komîsyonên hevbeş hatine rêxistin kirin û niha xebatên xwe dest pê kirine. Di vegera gelê me de xala herî esasî ewlehiya gelê me xistina bin garantiyê de, ji ber heger em ewlehiya gelê xwe garantî nekin, bi tu şêwazî gelê naxin nava xeteriyê. Di vê çarçoveyê de wê xebatên me bidome.

– Gelo wê tu guhertin hebe, eger hebe jî wê çawa be?

 Hemû têkoşîna ku me heta roja îro da meşandin, ji bo ku pirsgirêka gelê me bi temamî were çareserkirin, hate meşandin. Pirsgireka bingehîn jî ew e ku weke netewa Kurd em xwedî dîrokeke berxwedanê ne, me ji bo bi destixistina mafê netewî gelek serî hildaye û şer kiriye. Ji ber wê jî ji vê seetê şûndatir guhertin şerte, ji xwe ev guhertinên ku çêbibin li hemberî rastiya gelê me ye fedakar û berxwedêr gelek dereng jî mane. Guhertin helbet hemû qadên jiyana civaka me digre nava xwe de.

Piştî şerê navxweyî heta îro me xwe di nava aloziya heyî de li ser piyan girt û me di cîhanê de jî cardin hêviya jiyaneke azad afirand. Têkoşîna me weke her civakeke ji bo bidestxistina mafê jiyaneke wekhev û azade. Di encama berdêlên ku me daye de, em di wê biryardariyê dane ku di destkeftiyên şoreşê de, em gav paşde navêjin. Em ê heremê xwe di her alî de bi rêve bibin. Destwerdana derve em qebûl nakin. Ango anha çawaye, wê wisa berdewam bike. Tenê niha temsîliyeta Şamê li heremên me nîne, lê ew ê jî demên pêşiya me çêbibe. Ango hemû saziyên me wê bi Şamê re di nava ahengiyê de karên xwe berdewam bikin. Gavên li pêş me bi taybet di warê qanûnê de ne, mînak ji bo ku mafê hemwelatîbûnê ji gelê Kurd were dayîn, li bajaran navendên serlêdanê hatin vekirin. Armanca me ev e ku di her werî ne tenê weke gelê Kurd hemû taybetmendiyên gelên ku li herêmê jiyan dikin, bi destûreke bingehîn ya fireh re ji nû ve were destgirtin. Dema ev yek were kirin, ji siyasetê bigrin heta artêş ji xwe wê hem bermahiyên desthildariyê bêbandor bin, heman demê  de wê li pêşiya desthildarên nû jî were girtin. Bi vî rengî wê civaka me jî di nava wekheviyê de bijî.

– Di dawiyê de bang an daxwaziya we çi ye?

Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa ku me di oxira wê de gelek leheng feda kirin, têkoşîneke yekgirtî wê qedera gelê me biguhere. Bi taybet wek jin xwe rêxistinkirin û zanekirinê re, di avabûyîn û pêşxistina pergala nû de rola me heyî hîn zêdetir berbiçavtir dibe. Ji bo wê jî xwedî li erkên xwe yên demê derketin girînge. Ger em dixwazin weke gel xwedî li nasname, hebûn û mafê xwe derbikevin, di qada parastinê de cihê xwe bigrin. Li ser esasê parastina cewherî tevgerandin di vê pêvajoyê de mijareke sereke ye. Em bang li ciwanên Rojava dikin, ji bo pêşoroja xwe bi ewle bikin, xwedî li deskeftiyên şoreşê derbikevin û di pêşxistina wê de jî cihê xwe bigrin. Gelê me pêwîst e di rewşa heyî, di rewşa şer de heta roja îro çawa li kolanan nobeta taxên xwe digrin, bi baweriyeke bêhempa têkoşîn dikin, ev sekna xwe ye îfadeya rûmete ye, biparêzin û rêxistinbûna xwe xûrttir bikin.

Misogeriya şoreşan bi biryardariya gelan re tê bidestxistin. Ji hemû beşên civakê ji bo azadiya hebûnê, têkoşîn bike, elbet wê berxwedanî bi serkeftineke mayînde re tacîdar be. Gelê me dît ku şervanên wan yanî zarokên wan di eniyên berxwedanê de, di çeperên şer de dema li hemberî dagirkeriyê şer dikirin, can feda kirin jî gotina dawî gotin ‘Em rexne dayîna xwe didin’ pêwîst e ev ruhe bilind yên şehîdên me,  bibe sedema herî esasî ya têkoşîna me ya azadiyê. Ev ruhê ku îfadeya herî bilind ya fedakariyê ye,  biryardariya me ye serkeftinê nîşanî tevahî cîhanê da.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.