Navenda Nûçeyan
Piştî êrişên Îsraîl û DYA’yê, Îranê bi fuzeyan bersiv da. Fuzeyên Îranê avêtine ber bi Îsraîlê ve diçin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî destpêkirina “êrişa pêşîlêgirtinê” ya hevbeş a DYA-Îsraîlê ya li dijî Îranê, Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir.
Artêşê diyar kir ku pergala parastinê bersiva fuzeyan dide. Artêşê ji şêniyan xwest xwe li stargeha bigirin heya ku hişyareke din were dayîn û talîmatên Wezareta Navxweyî bi cih bînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji televîzyonekê re axivî destpêkirina operasyonekê ji bo “jiholêrakirina gefên” a rejîma Îranê ragihand. Netanyahu got “Beriya demeke kurt, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) operasyona jiholêrakirina gefên hebûna rejîma terorîst a li Îranê dan destpêkirin.”
Her wiha spasiya serokê DYA’yê Donald Trump kir ku “dîrokê bi rê ve dibe” û wiha axaftina xwe domand: “47 sal e rejîma Ayetullahan ‘mirin ji bo Îsraîlê’ û ‘mirin ji bo Amerîkayê’ diqîre. Xwîna me rijandiye, gelek amerîkî kuştine û gelê xwe qir kiriye. Divê destûr neyê dayîn ku ev rejîma kujer çekên nukleerî bi dest bixe ku tevahî mirovahiyê tehdît bike. Xebata me ya hevbeş dê şert û mercan ji bo gelê wêrek ê Îranê biafirîne da ku çarenûsa xwe bigire destê xwe. Dem hatiye ku tevahî pêkhateyên gelê Îranê; Faris, Kurd, Azerî, Belûç û Ehwazî nîrê zordariyê ji holê rakin û azadî û aştiyê bînin Îranê. Ez ji we, welatiyên Îsraîlê dixwazim hûn talîmatên Fermandariya Eniya Navxweyî bi cih bînin.”
Piştî destpêkirina êrişan, serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê Îbrahîm Ezîzî daxuyand ku ew ê bi tundî bersiva êrişan bidin. Demeke kurt piştî vê daxuyaniyê, Îranê bi gelek fuzeyan êrişî Îsraîlê kir.






