Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îsraîlê li Îranê nêzî 30 dever kirin hedef

28/02/2026
in CîHAN
A A
Îsraîlê li Îranê nêzî 30 dever kirin hedef
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Îsraîlê ku bi hemahengiya DYA’yê “êrişa pêşîlêgirtinê” anku “Mertalê Yehûdayê” daye destpêkirin, nêzî 30 deverên Îranê kirin hedef. Trump ragihand ku dê rê nede Îranê ku çekên nukleerî bi dest bixe. Li gorî agahiyan lîderê bilind ê Îranê Elî Xamineyî veguhastine cihekî ewle.

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku DYA jî tev li êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê bûye û got: “Beriya demeke kurt DYA’yê li dijî Îranê operasyoneke mezin da destpêkirin. Armanca me tunekirina gefên rejîma Îranê û parastina gelê Amerîkayê ye. Em ê fuzeyên Îranê tune bikin û piştrast bikin ku çekên wê yên nukleerî tune bûne. Çekên xwe deynin, an na em ê we tune bikin.”

Trump di dawiya peyama xwe de xîtabî gelê Îranê kir û got: “Kêm maye ku hûn azadiya xwe bi dest bixin.”

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê vê sibehê ragihand ku Îsraîlê bi hemahengiya DYA’yê li dijî Îranê “êrişa pêşîlêgirtinê” daye destpêkirin.

Hate ragihandin ku li Qudsê dengê sîrenan hatiye bihîstin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku sîren li dijî îhtimala êrişa hewayî ji bo hişyarkirina gel xistine dewrê.

Berpirsekî Wezareta Parastina ya Îsraîlê got plana êrişê ji çend mehan ve hatiye kirin û mala lîderê bilind ê Îranê Elî Xamineyî û baregehên îstîxbarata Pasdarên Îranê jî di nav de, nêzî 30 cih hatin hedefkirin.

Berpirsekî ji Reutersê re got Elî Xamineyî bo cihekî ewle hatiye veguhastin. Ajansa Nûçeyan a Mehr jî ragihand ku “serokê Îranê baş e”. Her wiha serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê got: “Îsraîlê daye ser rêyekê ku dawiya wê dê ne di destên wê de be.”

Navê operasyonê: ‘mertalê yehûdayê’

Îsraîlê navê “Mertalê Yehûdayê” daye operasyonê. Ev nav nîşaneke sembolîk a kevneşopa Cihûyan a parastinê ye.

Wezareta Veguhastinê ya Iraqê, ji ber êrişan balafirgeha Hewlêrê girt.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Gideon Saar destpêkirina êrişan û ferzkirina rewşa awarte ya li Îsraîlê piştrast kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.