Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Niha berpirsyartî ya dewlet û îktîdarê ye’

27/02/2026
in ROJEV
A A
Peyama nû ya Rêber Apo: Divê em derbasî qonaxa avakirinê ya pozîtîf bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Tulay Hatîmogûllari, di salvegera yekemîn a Banga 27’ê Sibatê de axivî û got: “Niha berpirsyartî li ser milê dewlet û îktîdarê ye. Bêyî ku dereng bimînin divê polîtîkayan hilberînin û nexşerêyeke zelal diyar bike û gavên şênber û pêbawer biavêje.” Tuncer Bakirhan jî got ku aştî bi fedekariyên yekalî ava nabe. 

Bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Sehneya Yilmaz Guney a Enqereyê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ku demekê li Îmraliyê hatibûn ragirtin li eywanê bûn. Di heman demê de Dayikên Aştiyê, siyasetmedar, parastvanên mafan ên bajar, nûnerên rêxistinên kedê û gelek welatî tev li çapemeniya daxuyaniya bûn.

Ji bo şopandina civîna çapemeniyê, ji welat û derveyî welat 150 rojnamegeran akredîte kir û li eywana civîna çapemeniyê bûn.

Beriya daxuyaniyê, sînevîzyon hate pêşandan. Di sînevîzyonê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan, geşedanên di çarçoveya pêvajoyê de hatine jiyîn, endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û civînên gel ên DEM Partiyê di çarçoveya bangê de kirî cih girt.

Di beşa dawî ya sînevîzyonê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê hatiye kişandin hate nîşandan. Piştî sînevîzyonê, Endamên Şandeya Îmraliyê, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, siyaestmedarê Kurd Ahmet Turk, Veysî Aktaş û Cengîz Çîçek ji bo dîwanê hatin vexwendin.

Tulay Hatîmogûllari: Ev bang manîfestoyeke dîrokî ye 

Di daxuyaniyê de ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û got ku di 27’ê Sibata 2025’an de şahidiya yek ji rojên herî dîrokî ya siyasî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn kirine. Tulay Hatîmogûllariyê, wiha domand: “Wê rojê tenê daxuyaniyek nehate dayin. Di heman demê de, qonaxeke dîrokî hate derbaskirin û deriyê serdemeke dîrokî ya nû hate vekirin.” Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibatê de ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve hatibû parvekirin, bû bidawîkirina serdemekê û destpêka serdemeke nû. Ev bang, beyana îradeyeke siyasî ya xurt û manîfestoyeke dîrokî ye. Pêşniyareke ji bo jiyaneke deokratîk, azad û wekhev a tevahiya gelên Tirkiyeyê bû. Ne tenê bêdengbûna çekan, her wiha armanc dike ku pergaleke aştiyeke birûmet, adilane û mayinde were avakirin. Ji vî alî ve, 27’ê Sibatê cisareta jinûve avakirina pêşerojê ye. Rêxistinê jî bersiveke erênî da vê banga bicisaret a birêz Ocalan, biryara fesixkirinê da, çek şewitand û bi pratîkên xwe yên din li gorî bangê tevgeriya.

Êdî berpirsyartî ya dewlet û îktîdarê ye                                      

Niha berpirsyartî ya dewlet û îktîdarê ye. Divê êdî biryarên li gorî naveroka banga 27’ê Sibatê û giraniya wê ya dîrokî bide. Bêyî ku vehêle divê yekser polîtîkayan hilberîne û nexşerêyeke zelal diyar bike û gavên şênber û pêbawer biavêje. Banga 27’ê Sibatê, li ser bingeha demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê, bernameyeke zelal a li pêşiya siyaseta Tirkiyeyê ye. Îfadeyeke xurt a wê ye ku têkoşîn ne bi çekê lê bi siyasetê were domandin. Em bêyî dudilî piştgiriyê didin bangê. Em di hizûra we de careke din soz didin ku dê ji bo cibîcikirina vê pêşniyara aştî û xwişk-biratiyê ya ji bo gelên Tirkiyeyê hatiye kirin, heta dawiyê têbikoşin. Rêya me vekirî be.”

Bakirhan: Ev îradeya aştiyê ye                        

Piştre jî Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, Sirri Sureyya Onder û kesên di têkoşîna aştî, demokrasî û kedê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bakirhan, axaftina xwe wiha domand: “Em careke din soz didin wan ku dê rojekê teqez jiyaneke azad, adilane û wekhev li vê xakê ava bikin. Beriya 27’ê Sibatê Tirkiye di nava bêhêvîtiyeke mezin de bû. Li welat alozî û bêçareseriyeke mezin serwer bû. Bi Banga 27’ê Sibatê ya birêz Ocalan re em gihiştin qonaxeke nû ya dîrokî. 27’ê Sibatê, ji bo vekirina girêka sedsalî, navê îradeyeke dîrokî ye. Ev hezar sal e ev ax nikare meseleya Kurd çareser bike. Banga 27’ê Sibatê, biryardariya çareseriya demokratîk, siyasî, hiqûqî û civakî ya vê meseleya Kurd û demokratîkbûnê ye. Îradeyeke siyasî û ya aştiyê ye.

Divê êdî hiqûqa aştiyê bê nivîsandin                               

Aştî, bi gavên yekalî pêk nayê. Bi fedekariyên yekalî pêk nayê. Lewma jî divê dewlet jî li gorî îradeya aştiyê gavan biavêje. Divê dewlet û îktîdar jî li gorî gavên birêz Ocalan gavên cidî û bibiryar biavêje. Ev, berpirsyartiya wê ye. Berpirsyar e ku pêvajoyê pêş bixe. Êdî berpirsyartî li ser milê dewlet û îktîdarê ye. Em mecbûrin qonaxekê derbas bikin. Ev saleke em di heman qonaxê de disekinin. Ji bo aştiyê, divê biryardariya pêkvejiyanê bikeve pratîkê. Divê gavên şênber û pratîk bên avêtin. Gavên yasayî yên di rapora komîsyonê de hatine destnîşankirin, divê bikevin meriyetê. Hewceye êdî hiqûqa aştiyê were nivîsandin û mekanîzmayên misogeriya yasayî û destûra bingehîn bikevin meriyetê. Ji bo cîbicîkirina aştiya dîrokî civakî, divê rol, pozîsyon an jî statuya birêz Ocalan bi zelalî bê naskirin û were misogerkirin. Birêz Ocalan, di hevdîtina 16’ê Sibatê de tiştekî pir girîng ji şandeya me re got. Birêz Ocalan got ‘Komareke bêyî Kurdan nabe.’ Em jî wisa difkirin û dibêjin ku divê egerên vê bên dabînkirin.

Em xwedî li Banga 27’ê Sibatê derdikevin                                               

Weke DEM Partiyê, li dijî her cureyên provokasyonan, her cureyên zextê jî em ê israra xwe ya di siyaseta demokratîk de bidomînin. Tekane çareserî, siyaseta demokratîke. Em ê heta dawiyê xwedî li banga 27’ê Sibatê derkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.