Rojnameya Ronahî

HDP daket qadan: AKP hildiweşe

HDP’ê desteserkirina şaredariyên Pasûr û Qereyazîyê li gelek bajar û navçeyan protesto kir. Di çalakiyên protestoyê de hate diyarkirin ku wê berxwedana li hemberî AKP û MHP’ê geş bibe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajar û navçeyan, bi armanca şermezarkirin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê, çalakî lidar xist û daxuyanî da çapemeniyê.

AMED

Tayinkirina qeyûman ên Şaredariyên Pasûr û Qereyazî, li gelek navçeyên Amedê hat şermezarkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Peyas, Yenîşehîr, Rezan û Sûrê, li ber avahiya Yenîşehîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, Endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê, endamên KCD’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Dovîza “Dest nede vîna min” hat vekirin.

Hevserokê HDP’ê yê Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya daxuyanî da û got: “Desthilatdarî ku tehamulî hilbijartina 31’ê Adarê nekiriye, êrîşên nû pêk tîne. Hişmendiya ku vîna me nas nake û rêzê nagire herî dawî bi teqîna Pasûrê şaredariya me kiriye hedef. Medyaya desthilatdaran rêxistin û şaredariya me wek berpirsyarên bûyerê nîşan da. Emniyet û daraza ku guhdarî van talîmatan kirî Hevşaredarên me girtin, dema em hinceta girtina wan dinêrin, bi awayekî vekirî tê dîtin ku bi hedef nîşandana medyayê hatine girtin. Wezareta ku destûr nedayî Meclîsa me ya Şaredariyê wekîlê şaredar diyar bike, di nava çend saetan de Qeymeqamê Pasûrê wek qeyûm tayîn kir. Ev tayînkirin di şûna ronîkirina buyerê gaveke xesp kirina şaredariyên me ye.”

Dûre Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag, diyar kir ku piştî sê şaredarên wan ên mezin, şaredariyê Pasûrê jî hat desteserkirin û wiha axivî: “Piştî ku hevserokên me hatin girtin şaredariya me bi komployekê hat xesp kirin û qeyûm avêtin ser. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe mezintir, geştir bikin. Yên ku winda bikin ew in. Ê ku bi ser bikeve wê HDP û gelê Kurd be. Heta ku em şaredariyên xwe negirin wê berxwedana me bidome.”

ÊLIH

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî, bi heman armancê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê hat lidarxistin. Wekîlên Hevserokên HDP’a Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdînç, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Meclîsa Dayikên Aştiyê û endamên partiyê beşdarî daxuyanî bûn. Wekîla Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Îkram Îrgî, daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Îrgî, bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û wiha got: “Gelo kijan polîtîkayên we yên qirêj mane ku we ne xistine  dewrê? Êdî çûyîn û têkçûyîna we dest pê kiriye. Hêvî HDP’ye.”

ŞIRNEX

Li navçeya Hezex a Şirnexê, bi daxuyaniyekê çapemeniyê tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP’ê hat şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê hat lidarxistin. Ligel Hevşaredarên navçeyê Songul Erden û Murat Şen, gelek endamên partiyê tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP’ê Nafiye Geçgel, daxuyanî da û got: “Li dijî partiya me êrîş berdewam dikin û rayedarên hikumeta partiya me weke hedef nîşan dide. Ligel ku tu delîlên şênber jî tuneye, hevalên me weke berpirsên êrîşan tên dîtin. Emê van êrîşan qebûl nekin û li dijî êrîşên li ser destkeftiyên gelê me, emê li ber xwe bidin.

COLEMERG

Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. Rêvebera HDP’ê ya Bajêr Emîne Armût, da zanîn ku AKP ji bo ku di desthilatdariyê de bimîne êrîşî HDP’Ê dike. Armût, diyar kir ku divê demildest hevşaredar vegerin peywira xwe.

Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî, bi heman armancê daxuyanî da û Hevserokê Navçeyê Husnu Beşer di daxuyaniyê de axivî. Beşer, dest nîşan kir ku ewê mîna duh, îro jî li dijî polîtîka û êrîşên desthilatdariyê serî netewînin û bi biryardarî têkoşîna xwe berdewam bikin.

HATAY

Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê jî li avahiya  partiyê derbarê tayînkirina qeyûman de civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Îskenderûnê Hulya Ateş, diyar kir ku ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin.

MÊRSÎN

Rêxistina HDP’ê ya Mersînê jî bi daxuyaniyekê, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û polîtîkayên desthilatdariyê şermezar kir. Li gel dorpêça polîsan jî, HDP’iyan li ber Parka Zarokê Azad daxuyanî da çepemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan di daxuyanî de axivî û diyar kir ku ewê bi gelê xwe re berxwedana xwe ya li dijî qeyûman berdewam bikin.

ÎZMÎR

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, qeyûm tayînkirina şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê şermezar kir. Girse li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a taxa Alsancak a navçeya Konakê kom bû û xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Parlementerên Îzmîrê Mûrat Çepnî û Serpîl Kemalbay dema pankarata “Dest nede vîna min” vekirin, polîsan destûr nedan ku daxuyanî bidin. Polîsan dûre êrîşî girseyê kir, Recep Acar, Mûstafa Kazak, Ferhat Harûn Pehlîvan, Hacaya Yilmaz, Şerafettîn Yetîm û Yurdakul Ustekler destgîr kirin.

EDENE

Rêxistina Edeneyê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. HDP’î, berî ku li Parka Abîdîn Dîno daxuyanî bidin, polîsan avahiya partiyê û park kirin dorpêçê. Polîsan destûr nedan ku HDP’î ji avahiyê derkevin. HDP’iyan li ser vê yekê di korîdora avahiyê de daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Mahsun Erîg, diyar kir ku ligel hemû qedexeyan jî ew ê li qadan bin. Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist.

CEYHAN

Rêxistina HDP’ê ya Ceyhan jî, bi heman armancê bertek nîşanî girtina hevşaredarên Pasûrê da û pankarta “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel û demakrasiyê ye” vekir.