Navenda Nûçeyan
26 rêxistinên sivîl û tevgerên jinan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nameyeke vekirî ji saziyên mafê mirovan, tevgerên mafên jinan û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û xwest statuya YPJê bê parastin.
Di daxuyaniya bi navê 26 rêxistin û saziyan pêk hat de girîngiya parastina statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate destnîşankirin. Rêxistin û tevgeran di daxuyaniya wekî nameyê ji saziyên navneteweyî re jî hate şandin de ev xal hatin destnîşankirin: “Di aloziya Sûriyeyê de ku pêşeroja me tê de tê hedefgirtin, bi rêya lihevkirinên baviksalar û îslamî hewl didin bi her cure zordariyê jinan ji tevahî qonaxên biryardayînê dûr bixin. Ezmûna bêhempa ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di destana dîrokî ya Kobanê de derkete holê, ne tenê kiryareke leşkerî bû, ew qîrînek li dijî hişmendiya baviksalar bû. Vê hişmendiyê dixwest jinan di bazarên koleyan de bifiroşe. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdêlên giran ev qeyd û bend şikandin û ji jinên Sûriyeyê re bûn hêvî. Di nava salekê de me dît ku ji hêla fonksiyonên radîkal ên hikumeta veguhêz de tundî, revandin, tecawiz, qetilkirin pêk hatin. Vê yekê nîşanî me da ku hebûna YPJ’ê pêwîstiyek e.”
‘Mirovahiyê şahidiya têkoşîna YPJê kir’
Di daxuyaniyê de têkoşîna YPJê ya ji bo parastina mirovahiyê hate destnîşankirin û iha hate gotin: “Em teqez dikin ku hebûna YPJê ne tenê hebûneke leşkerî ye, pêdiviyeke neteweyî û exlaqî ye. Em dixwazin artêşeke me hebe ku li gorî pîvanên mirovî tev bigere, di nava de lîwayên jinan biryara birêxistinbûna xwe bidin. Her hewldanek ku ji bo marjînalîzekirina tevlêbûna jinan di hêzên leşkerî de, an jî têkbirina parastina rewa, bê guman hewldana jiholêrakirina rola jinan a siyasî, civakî ye. Jinan bi xetereyên cidî re rû bi rû dihêle. Ji ber vê yekê em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên jinan û demokratîk ên çar aliyên cîhanê dikin ku li ser mijara daxwaza me ya rewakirina hebûna YPJê bisekinin ku tevahî cîhanê şahidiya rola jinan a di şerê li dijî DAIŞê de kiriye. Em Sûriyeyeke ku pêşeroja wê bi hişmendiya zordariyê bê xêrkirin napejirînin. Em welatekî dixwazin ku parastina jinan garantiya yekem a parastina demokrasiyê be. Çek jî amûrek a parastina jiyanê ye.
Rêxistinên name îmze kirîn wiha ne;
- Kongra Star
- Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
- Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
- Ofîsa Jinan a Partiya Demokrat a Kesk
- Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava
- Tevgera Çandî ya Jinan a Hilala Zêrîn a Rojava
- Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
- Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê
- Komeleya Şawîşka ji bo Jinan
- Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê
- Yekitiya Jinên Suryanî
- Yekitiya Parêzeran
- Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
- Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
- Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê
- Seroka Tevgera Pêşerojê
- Encûmena Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê
- Ofîsa Jinan a Partiya Biratiya Kurdistanê
- Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Partî
- Partiya Yekitiya Ermen
- Konseya Civakî ya Ermenan
- Partiya Demokratîk a Keskan
- Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
- Mala Jinan a Qamişloyê
- Yekitiya Jinên Ermen
- Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê






