Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kevneşopiyek ku Vediguhere Barekî

25/02/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman

Bi salan, li herêma Cezîrê, şîn bûyerek ji bo hevgirtinê bû, ku mirov li kêleka xemgînan radiwestiyan, sersaxî pêşkêş dikirin û êşa wan sivik dikirin. Sadehiya van rojan taybetmendiya wê bû, serdanek û peyvek xweş ji her tevgereke din girîngtir bû. Lêbelê, di salên dawî de, dîmen guheriye. Aheng mezintir bûne û hejmara sewalên ku tên serjêkirin zêde bûye, heta wê astê ku hin kombûnên şînê niha wekî bûyerên nîşandana dewlemendiyê têne hesibandin, ne wekî cihên xemgîniyê û piştgiriyê ji bo miriyan. Bi vê guhertina nexweş re, barê herî mezin niha dikeve ser milên feqîran. Gelek malbatên hejar niha dema ku kesekî ji malbata xwe winda dikin xwe bêçare hîs dikin. Dema ku xelkê herêmê bi adetên mîrasî yên amadekirina xwarinên gelek ve girêdayî ne, feqîr nikarin xwe bigihînin hev. Li şûna ku balê bikişînin li ser hevgirtinê û ji nû ve yekkirina xizmên xwe, ew xwe di bin zextek mezin a civakî de dibînin: Gelo “Ew çawa dikarin tiştê ku yên din pêşkêş dikin pêşkêş bikin?” Mixabin, di hin rewşan de, mirov ji tirsa gotegotan û rexneyên civakî, ji bo lidarxistina merasîmek cenazeyê, ne kêmtir ji yên din serî li deynkirina pereyan didin. Xuyabûn bûye esas, ji ber ku gelek kes hene pesnê xwe didin ku merasîma cenazeya herî mezin û herî zêde wî çêkiribû. Lê armanca rastîn a merasîma sersaxî ye, ne nîşandana xwe ye. Ev tevger bi awayekî nehevseng zirarê dide xizanan, ji ber heya ku ew xwe kêmtir nîşan nedin, ji derfetên xwe zêdetir bar digirin. Îro, a girîng ew e ku ev adet ji nû ve werin nirxandin. Peyama mirovî ya merasîma cenazeyê ne hewceyî pesindan û qurbaniyan ne. Bese ku mirov bi gotinên dilsoz, piştgirî û hestên rastî li kêleka malbata xemgîn bisekinin. Mirin ne fersendek e ji bo pêşandanê, lê belê bîranîneke nirxên dilnizmî û dilovaniyê ye, ku em hemû mehkûmî wê ne ku rojekê ji vê dinyayê derkevin. Vejînkirina vî ruhî di cenazeyê de li herêma Cizîrê hêsane,  dema ev yek hat sererast kirin wê ji bo herkesî bibe destkeftiyek civakî û exlaqî, nemaze ji bo xizanan, yên ku ji bo adetek ku wateya xwe winda kiriye bihayê herî bilind didin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.