Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Talîbanê tundiya li ser jin û zarokan qanûnî dike

25/02/2026
in CîHAN
A A
Talîbanê tundiya li ser jin û zarokan qanûnî dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hikumeta Talîbanê qanûnek ceza ya nû ku destûrê dide mêran li dijî hevjîn û zarokên xwe tundiyê bikin, pejirandiye. Ev pêkanîn tundiya nava malê qanûnî dike û şûna “sûc” mîna “meseleyek teqdîr” dabeş dike.

Rojnameya Brîtanî The Telegraph pêşnûmeya ji qanûna ceza ya ku 60 rûpelî pêk tê, ku ji hêla Haibatullah Akhundzada, rêberê bilind ê tevgera Talîbanê li Efxanistanê ve hatiye îmzekirin, bi dest xist. Ev qanûn li seranserê Efxanistanê li dadgehan hatiye belavkirin, ku lêdana jinê wekî cezayek bi teqdîr û ne sûc destnîşan dike.

Qanûn rastî fikarên mezin hat

Li Efxanistan, biryar û qanûnên ku Talîbanê derxistin, rastî bertekên mezin hatin. Van rêziknameyan, di mijara paşketina mafên jinan û sînordarkirina azadiya takekesî de bû sedema fikarên mezin û nebûna mekanîzmayên parastinê herwiha tunebûna saziyên çavdêriyê balê dikşîne.

Talîbanê ragihand ku qanûnek ceza ya nû ku destûrê dide mêran li dijî hevjîn û zarokên xwe tundiyê bikin, pejirandiye. Ev pêkanîn, mîna rêziknameyek ku tundiya nava malê qanûnî dike û şûna “sûc” mîna “meseleyek teqdîr” dabeş dike, rastî rexneyên berfireh hat.

Qanûn ji 60 rûpelan pêk tê

Qanûn ji 60 rûpelan pêk tê û îmzeya serokê payebilind ê Talîbanê Heybetullah Akhundzada li ser heye. Ev qanûna ku ji bo dadgehên li seranserî welat mîna referans hat belavkirin, ji mêran re ji bo bikaranîna tundiya di nava malê de rayeyek mezin dide. Qanûna ku ji bo jin û zarokan mekanîzmayek parastinê ya bi bandor mîsoger nake, mekanîzmayên parastinê yên bi bandor ji bo jin û zarokan tune ne, di mijara birîndarbûna giran de cezayê girtîgehê yê 15 rojan mîna cezayê herî zêde pêşbînî dike.

Qanûn, ji bo parastina jinan a ji tundiya fîzîkî, derûnî yan jî zayendî tu temînatek pêşkêş nake. Jinên ku dixwazin gilî bikin divê birînên xwe nîşanî dadgehekî mêr û hevjînê xwe bide. Her wiha qanûn, jinên ku ji tundiyê direvin û diçin mala malbatên xwe, mehkûmê sê meh cezayê girtîgehê dike. Endamên malbatê yên ku ji jinan re stargeh peyda dikin jî bi heman cezayê re rûbirû dimînin. Ev rewş dibe sedem ku hem jin û hem jî malbat rastî gefên duqat bên.

Qanûnên berê hatin hilwişandin

Ev qanûn çarçoveya yasayî ya ku di bin siya hikûmeta berê ya Efxanistanê de hatibû danîn, di nav de qanûna ku sala 2009’an derketibû ku zewaca bi zorê, tecawiz û şîdeta li ser bingeha zayendî sûcdar dikir û cezayên ji sê mehan heta salekê ji bo şîdeta navmalî ferz dikir, hat hiliwşandin.

Efxanîyên çîna karker, ku di bin rêza civakî de ne, bi girtin û cezayê laşî re rû bi rû ne. Qanûn bi eşkereyî cudahiyê di navbera welatiyên azad û koleyan de destnîşan dike û şertê anîna mêrekî bo dadgehê, ku pir caran sûcdar bi xwe ye, ji hêla avahîsaziyê ve ne mumkin dike.

Herwiha di qanûnê de destûr tê dayîn ku mamoste li zarokên di bin lênêrîna wan de, bidin û sînorkirina lêdanê bi birînên zêde yên wekî şikestina hestiyan, çirandina çerm û birînên giran in. Cureyên din ên şîdeta fîzîkî, psîkolojîk û cinsî ya li dijî zarokan ne qedexe ne. Herwiha xala 48’an bi eşkere maf dide bav ku zarokên ji 10 saliya xwe ve bi fîzîkî ceza bike ku ev yek wekî ji bo berjewendiya zarok tê hesibandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.