Navenda Nûçeyan
Di dema dawiyê de rêxistina DAIŞ’ê peyameke da ku tê de şerê li dijî hikumeta Şamê ya demkî raghand, rayedarên NY hişyarî dan li ser berfirehbûna bilez a rêxistinê û şaxên wê li Efrîqayê, bi taybetî li rojavayê parzemînê û herêma beravê, ku rewşa ewlehiyê lê hîn jî pir xeternak e.
Lêkolînerên di kar û barên komên tundraw dibînin ku rêxistina DAIŞ’ê niha xwedispêre îstratîjiya “ji nûve bicihkirinê”, ku bi taybet li deverên lawaz ji hêla ewlehiyê û herêmê ku şer û pevçûên lê hene hedef digre, da ku ji nû ve şaneyen xwe ava bike û windahiyên xwe yên mirovî û lojîstîk telafî bike, ku ji qelsbûna saziyên dewletê û lawazbûna sînorên çend dewletên beravê û rojavayê Efrîqayê sûd digre.
Guhertina navenda operasyonan
Li gorî Sky News’ê Texmînên rojavayî nîşan didin ku pêşketinên ewlehiyê li Sûriyê hişt ku çekdarên biyanî di rêxistina DAIŞ’ê de berê xwe bidin Efrîqayê, digel bîlançoyên piştrast dikin ku ji sedî 90 ji êrişên ku vê dawiyê ji hêla rêxistinê ve hatin idîakirin di hundirê parzemîna Efrîqayê pêk hatine, ku heta berî çend salan operasyonên rêxistinê tenê li Îraq û Sûriyê hedef digirtin.
Li gorî raporên ku ji hêla Meclisa Ewlehiya Navdeweletî hatin derxistin, hatiye destnîşan kirin ku şaxên rêxistina DAIŞ’ê di nav de “Wîlayeta Beravê” û Wîlayeta Rojavayê Efrîqayê” deverên berfireh kontrol kirine, di encamê de gelek windahiyên mirovî û koçberiya bi zorê çêbû herwiha alîkariyên mirovî hat astengkirin.
Hejmarên bi fikar û şiyanên pêşketî
Rêveberiya Navendî ya Emerîkayê texmîn dike ku hejmara çekdarên rêxistinê li Îraq û Sûriyê dighêje 2,500’î. Di heman demê de lêkolînên Ewropî destnîşan dikin ku hejmara çekdarên rêxistinê li Wîlayeta Beravê û Wîlayeta Rojavayê Efrîqayê dighêje 5 hezar çekdaran.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Têkoşîna li dijî Terorê li Neteweyên Yekbûyî, Alexander Zuev, li ser aktîvbûna berdewam a rêxistinê li Nîjerê, hedefgirtina hêzên ewlehiyê û sivîlan û beşdarbûna wê di pevçûnên bi komên girêdayî El Qaîde’yê re hişyarî da.
Di heman demê de hatiye zanîn ku rêxistina DAIŞ’ê xwedispêre teknolojiyên pêşketî, di nav de raghandina di rêya satelîtê, bikaranîna amûrên AI û diravên dîjîtal herwiha dronên ku li Malî hatine dîtin.
Rêvebrê navenda çavdêriya pevçûnên li berava Efrîqayê Elî Kîlanî tekez dike ku rêxistina DAIŞ’ê ji toreya (Şebeke) çekdarên berê ku li Sûriyê, Lîbiyayê û Sûdanê şer dikirin sûd digre, ji ber ku şahîdiyê bêaramiya ewlehî bilind dibin.
Elî Kilanî dibîne ku Sûdan “deriyek sereke” ye ji bo derbasbûna rêxistinê di naveresta parzemînê de, li ser bingeha hevpeymaniyên îdeolojîk û eşîrî yên sînor-derbasbûyî ku tevgera çekdaran û veguhestina wan di navbera herêmên pevçûnê de hêsan dike.
Taktîkên nû
Ji Washingtonê, lêkolînerê Emerîkî Scott Morgan balê dikişîne ser çavdêrkirina çekdarên rêxistinê yên ku ji Sûriyê ber bi beravê ve çûne herwiha tekez dike ku hin taktîkên li wê deverê ji ber zexta ewlehiyê ya kêm û xwezaya erdê encamên mezintir bi dest dixin.
Ew zêde dike ku destnîşankirina qels a sînorên dîrokî, bikaranîna rêyên bazirganiyê yên kevin û nebûna hevrêziya ewlehiyê ya bi bandor, çi ji pergalên herêmî be çi navneteweyî, di nav de Interpol jî, faktorên ku avantajek eşkere didin rêxistinê li herêmê.
Veguhestina rêkûpêk an berfirehbûna bêdawî?
Lêkolîner Îbrahîm Jiro yê ji Niyamî dibîne ku şêweya niha ya êrişan “guherînek rêxistinkirî” ye, ku ji qiraxên welatên Kendava Xînyayê heta naveresta Beravê dirêj dibe û hişyar dike ku nebûna bersiveke bi komî a hevrêzkirî dê herêmê veguherîne wargehek kaosê ku kontrolkirina wê dijwar bibe.
Çavkaniyên xwezayî yên beravê, qadên fireh û şiyanên ewlehiyê yên qels, herêmê ji bo rêxistinên tundrew dike qadeke vekirî, ku qonaxek tevlihevtir di şerê li dijî terorê de nîşan dide.






