Gulîstan Xalid
Ziman ji bo jiyana mirovan hêmanek girîng e. Ziman ne tenê wekî amûrek ragihandinê ye, di heman demê de ew diyarkerek bingehîn a rêxistina civakî, bîra kolektîf û berdewamiya çandîye. Di vê çarçoveyê de, parastin û pêşxistina ziman wekî şerteke pêşîne ji bo domandina civakane.
Her civak nirx, pergalên baweriyê, kevneşopî û awayên jiyanê yên ku di tevahiya pêvajoya xwe ya dîrokî de afirandiye bi riya zimanê xwe ji nifşên pêşerojê re vediguhezîne. Ji ber vê yekê, ziman hilgirê herî girîng ê bîra kolektîf e. Windabûna ziman an tengkirina deverên karanîna wî bi xwe re hilweşîna çandî û wendakirina nasnameyê tîne. Lêkolînên li ser zimanên di xetereyê de jî nîşan didin ku dema qada jiyanê ya zimanek piçûk dibe, çanda civaka ku bi wî zimanî diaxive jî ber bi wendabûnê ve diçe. Ji bo ku civakeke di qadên perwerde, hiqûq, aborî û zanist de bi rêkûpêk bixebite, divê avahiya zimanî xurt û domdar be. Lêbelê, di civakên pirzimanî de, ne bi ferzkirina zimanekî yekane, bi rêxistina demokratîk a pirrengiya zimanî ve gengaz e. Ji ber ku qadeke zimanî ku hemî komên di nav civakê de dikarin bi nasnameyên xwe hebin, piştgirî dide pêşkeftina aştî û hevgirtina civakî.
Zimanê Kurdî jî hêmaneke bingehîn a nasnameya çandî û pêşveçûna dîrokî ya civaka Kurde. Civaka kurd xwedî kevneşopiyeke wêjeyî ya devkî û nivîskî ya dewlemend û avahiyek zimanî ya xurt e. Kurdî di warên wekî wêje, muzîk, folklor û bîra civakî de roleke navendî lîstiye. Ji ber vê yekê, parastin, pêşxistin û veguhestina zimanê Kurdî ji nifşên pêşerojê re ne tenê pêdiviyek çandî ye, di heman demê de mafek bingehîn a mirovîye jî.
Dewletên neteweyî yên nûjen armanc dikin ku polîtîkayên li ser bingeha wekheviyê ji bo welatiyên xwe bicîh bînin da ku ahenga civakî û entegrasyonê baştir bikin. Di civakên pirzimanî de, yek ji rêbazên herî bibandor ji bo bidestxistina vê entegrasyonê ew e ku mafê civakên cûda yên wergirtina perwerdehiyê bi zimanên xwe were naskirin. Mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê parastina mafên hem takekesî û hem jî yên kolektîf misoger dike; ew piştgirî dide beşdariya kesan di civakê de bi nasnameyên xwe. Naskirin û bicîhanîna mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê yê civaka Kurd ewê bihêle ku parastina nasnameya çandî, hestên xwebûna civakî, pêşxistina hişmendiya hemwelatîbûna wekhev, bawerî bi têkiliyên dewlet-civakê anîn, asta serkeftin û têgihîştinê di perwerdehiyê de pêşkeve.
Di pêvajoya entegrasyona civaka Kurd bi dewletê re, perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê mafek çandî ye, di heman demê de pêdiviyek perwerdehî û sosyolojîk e jî. Di encamp de Ziman hilgirê sereke yê berdewamiya çandî, yekparçeyiya sosyolojîk û bîra dîrokî ya civakan e. Ji ber vê yekê, ji bo her civakê pêdivîyek hem çandî û hem jî siyasî ye ku zimanê xwe biparêze û pêş bixe. Naskirina mafê civaka Kurd a wergirtina perwerdehiyê bi zimanê xwe ne tenê daxwazek çandî ye; ew di heman demê de pêdiviyek nirxên demokratîk, prensîba hemwelatîbûna wekhev û aştiya civakî ye. Misogerkirina mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê dê entegrasyona di navbera dewlet û civakê de xurt bike û dê bingehek saxlem ji bo civaka Kurd biafirîne da ku hebûna xwe ya çandî biparêze.






