Strêk Mihemed
Li Rojavayê Kurdistanê ji şorşa 19’ê Tirmeh a 2012’an ve gelê Kurd li hemberî zordariya ku ji aliyê Rêjîma Baas û çeteyên DAİŞ’ê û dewleta Tirk a dagiker ve dihat meşandin tekoşîna xwe domandin. Di dema niha de jî bi êrişên hikumeta demkî a Sûriyê re re rû bi rû dimînin, lê li hember hemû êrişan û hewildana tunekirina Kurdan jî, gel bi berxwedaniyek mezin, destanên lehengiya mohra xwe li dîrokê xistin. Tu êrişan nikarîbû ku îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê bişkîne, bi hêviyên xwe yê ji bo azadiyê û jiyanek bi rumet serkeftin bi dest xistin.
Di destpêkê de li hember hişmendiya Rêjîma Baas a tunekirina zimanê Kurdî şerkirin herwiha li hember zihniyeta osmanî ya ku dixwaze nasnameya Kurdan ji holê rabike şer kirin, di 2014’an de li hember hêza herî xeter di cîhanê de DAIŞ’ê ku hebûna mirovahiyê dikir xeteriyê di Kobanê te têk birin û niha jî hukumeta demkî, bi planê dewleta Tirk û erêkirina dewletên navnetewî dixwazin Kurdan qirbikin. Çi lê pêşiya vê plane navneteweyî girt? Kurdên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistnê rastî êrişên qirkirinê tên, êriş li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava a ku ji wê demê heya roja me ya îro ji bo parastina wan destkeftiyan zêdetirî 15 hezar Şehîd dane tên meşandin. Ev plana qirkirinê ya li ser Kurdan di 6’ê meha Çile de li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê hate xuyakirin. Di wê demê de û di wê êrişê de xwastin ku plana qirkirina hebûn û nasnameya Kurdan ji wê derê destpê bikin û berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê li herdu taxên Kurdan bi berxwedaniya gel û têkoşîna şervanan plana navdewletî vegerî cenga berxwedanê. 42 hezar çete û bi destekdayîna dewleta Tirk li hember du taxan û 300 şervan destana lehengî û têkoşîna ji bo jiyanek bi rumet bû. Bila dijmin baş bizanibe Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkneçû, lê belê bi qehremaniya şervanan û Fedayiya Ziyad Heleb, Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz û Rojbînan biserketin.
Herwiha ji bo plana xwe ya qirkirinê li dijî Kurdan berdewam bikin berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku hebûna Kurdan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tune bikin ji ber ku dizanin eger hebûna Kurdên li Rojavayê Kurdistanê nema li sê parçeyên din a Kurdistanê ji namîne. Bi palnekî nevnetewî û bi dayîna çira kesk ku êriş li ser Kurdan were kirin û wan di pêlên qirkirinê re derbas bikin êriş kirin. komkujî û kiryarên dijmirovî bi serê Kurdên Rojava kirin û di demek wiha de xwastin ku DAIŞ’ê vegerînîn û li tevahî Rojhilata Navîn ji nû ve vejîn bikin. Tenê pirsek ji sivîlan dipirsîn tu Kurd e an na? Eger Kurd be dihat qetilkirin, parçekirin û revandin. Tê wateya ku eger tu Kurd be tu wateya hebûna te tuneye û divê were qirkirin. Kurdên li Bakur û Rohilatê Sûriyê yên ku komên çeteyan a girêdayî hikumeta demkî gihaştine wan rastî bûyeran wiha hatin. Herwiha hêvî dikirin ku li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê plana qirkirinê berdewam bikin, lê belê li hemberî vê yekê tevahî Kurdên li sê parçeyê Kurdistanê û cîhanê rabûn ser piyan di heman demê de Kurdên li Rojava berxwedaniyek mezin dan meşandin û tevahî gel ji 7 salî heya 70’ê salî ketin nava tevgerê û seferberî îlankirin. Her Kurdekî û şervanekî li Rojava çek hilgirin û diyar kirin ku ji bo parastina welatê xwe ew hemû li ser şopa Ziyad Heleb in, gavekê paş de na avêjin û wê giyana xwe bidin, ev peyama gelê Rojava bû. Gelê Rojava bi berxwedanî û piştgirya gelê Kurd li seranserî cîhanê ev plana qirkirinê li ser Kurdan şikand. Ev nayê wateya ku xeteriya li ser hebûna Kurdan bi dawî bû, lê belê hîn jî berdewam dike, îro roj li Rojava şerê hebûn û nebûnê ye. Bi her awayî û mudexeleyê dewleta Tirk dixwaze lihevkirin, rabûna gelê cîhanê ji bo Rojava û destekdayîna dewletan ji gelê Kurd ya li Rojava re vala dervixîne. Divê gelê Kurd li seranserî cîhanê heya ku mafê gelê Kurd a li Rojava bi awayekî resmî û di zagona parastina navnetewî ya cîhanê de neyê prastin ranewestin.
Hêjayî gotinê ye li Rojava di pêlên qirkirina Kurdan de tililiya berxwedanê û şerê man û nemanê.






