Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avesta Xabûr û Barîn Kobanê Berxwedana Serdemê, serdemî hêştin

25/02/2026
in Serbest
A A
Avesta Xabûr û Barîn Kobanê Berxwedana Serdemê, serdemî hêştin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Kêliyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê di van rojan de beriya 8 salan dihatin jiyankirin. Di wê berxwedaniya efsûnewî de bedelên pîroz bi sekna qehremaniyê hatin dayîn; Avesta Xabûr fedayîya Efrînê û Barîn Kobanê têkoşera ku bi Şehadeta xwe rûyê hovan derxist holê.

Fermandara fedayî Avesta Xabûr bi çalakiya xwe, di nava refên YPJ’ê de bû deng û vîna jinên azad û navê xwe di rûpelên zêrîn ên dîrokê de nivîsand. Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bi awayek hovane dest bi êrîşeke li ser bajarê Efrînê kir. Ev êrîş li ser sînorê herêmê bi awayekî bejahî û hewayî û bi riya çeteyên wek El Nusra, Ehrar El Şerqiyê pêk hat.

Dema ku şervanên YPJ û YPG’ê bi awayekî xurt li hemberî êrîşên dagirkeriyê liberxwe dan û parastina herêmê kirin, derbên giran li çeteyan xistin. Dewleta Tirk ji bo ku çete paş ve neçin, hemû teknîka xwe ya şer bi taybetî jî balafirên şer kir dewrê. Berxwedana li bajarê Efrînê bi beşdariya şervanan û gel, 58 rojan berdewam kir. Gelek şervanên YPJ û YPG’ê di ‘Berxwedana Serdemê’ de cîhê xwe girtin û bi lehengiyek mezin gihîştin asta şehadetê.

Di temenek pir ciwan de tevlî nav refên azadiyê bû

Zelîxe Hemo bi nasnav Avesta Xabûr, di sala 1998’an li Helebê ji dayîk dibe. Ew bi xwe ji gundê Bêlê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye. Avesta li Şamê mezin dibe. Çawa ku di sala 2014’an de şoreşê nas dike, di heman salê de li Efrînê tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dibe. Avesta Xabûr di demeke kin de kesayeta xwe bi pêş dixe û bi erkên giran radibe. Li gel ku fermandareke ciwan bû, di heman demê de jî bû perwerdekarek pispor a leşkerî. Bi tevlîbûna pêngavên rizgarkirina Tinib, Keştear, Til Rifat û Um Elhûş tecrubeyên mezin qezenc dike. Di sala 2015’an derbasî saziya Yekîneyên Antî Terorê dibe. Di wê derê de zêdetir di warê leşkerî de bi pêş dikeve.

Fermandar Avesta Xabûr di axaftineke xwe de behsa armancên xwe dike û wiha dibêje: “Armanca min ew e ku ez xwe bighînim asta şehîd Zîlan û şehîd Bêrîtan.” Di ‘Berxwedana Serdemê’ de, ji bo ku rê nede dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, di 27’ê Çileyê de li gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê, li dijî tangên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve êrişî çeperên şervanan dikirin, çalakiya fedayî lidar dixe. Ji ajansa Nûjinha

Barîn Kobanê

Bi êrişên dagirkeran ên li dijî Efrîn re, gelek çîrokên têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ketin nava rûpelên dîrokê. Barîn Kobanê jî berxwedana xwe li navçeya Bilbilê ya Efrîn pêk anî.

Emîna Omer (Barîn Kobanê) di sala 1988’an de li gundê Qirkelbên ê Helebê, çavên xwe li dinyayê vedike û di nava malbateke welatparêz de heta sala 2015’an bi 5 xwişk û 3 birayên xwe re dijî. Di zaroktiya xwe de Barîn Kobanê ji xwişk û birayên xwe cuda bû û dilnerm bû. Herî zêde nêzî birayê xwe yê bi navê Ehmed Omer bû.

Di sala 2013`an de çeteyên DAIŞ’ê derbasî gundê Barîn Kobanê dibin. Bavê wê Mistefa Omer li ser vê yekê wiha got: “Barîn li hember çeteyên DAIŞ’ê bi cesaret bû, digot ez dixwazim bi wan re bipeyivim û wan rezîl bikim.”

Ji ber hebûna çeteyan di gund de, malbata Emîna Omer ji neçarî koçî bajarê Efrîn dikin.

Li Efrînê Barîn Kobanê jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê hatibûn revandin, dibîne ku wan jinan xwe ji nava destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribû û xwe gihandibû herêma Efrînê ya ewle.

‘Devera ez lê, cihê namûs û şerefê ye’

Barîn Kobanê di dawiya sala 2014’an de tev li nava refê YPJ`ê bû. Barîn Kobanê fikirên rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirin esas. Dayika wê Zehra El-Elo wiha qala wê kir: “Ji min re digot `Devera ez lê, cihê namûs û şerefê ye, ez ê li ser vê rêyê heta dawiyê biçim’.”

Barîn Kobanê Bi cesareta jina Kurd û bi qehremantiya YPJ’ê di Efrnê de heyanî kêliya xwe ya berxwedanê ya dawî şer dike û sekna xwe raber dike.

Barîn Kobanê tevî hevalên xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn disekine û di nava rûpelên destpêkê yên Berxwedana Serdemê de bi xwîna xwe navê xwe dinivîse û digihêje şehadetê.

Cenazeyê şervana YPJ`ê Barîn Kobanê, li navçeya Bilbilê ya Efrînê dikeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê. Wê demê gotina Barînê ya `Ev çete li dijî mirovahiyê ne’ pêk tê ku çete bi cenazeyê wê dilîzin. Rastî û bê mirovahiya dewleta Tirkiyê û komên çeteyan di wir de careke din derdikeve. Ji ajansa ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.