Kemal Necim
Roja 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanî bû, bi vê boneyê dîse li Rojava mijara naskirina zimanê Kurdî weke zimanekî fermî di destûra Sûriyê kete rojeva Kurdan. Di gelek çalakî û meşên ku hatin lidarxistin de dîse ev daxwaz derket pêş.
Di nêzî 15 salên dawî de, li Rojavayê Kurdistanê di mijara fêrbûna bi zimanê Kurdî de guherîn û pêşketinên pir mezin pêk hatin. Zimanê Kurdî êdî ji wan bend û qedexeyên rejîma deshilatdar rizgar bû û kurdan karî di nava van salan de, sistemeke xwe ya bi hêz û tekûz a perwerdeya bi zimanê xwe ava bikin. Bi sed hezaran zarok û ciwan li dibistan, peymangeh û zanîngehan bi Kurdî dixwînin û bawernameyan werdigirin.
Di mehên dawî de hin geşedanên girîng li Sûriyê û Rojava pêk hatin, êdî mijara naskirina kurdan û mafên wan ket rojeva hikumeta demkî û behsa entegrasyonê tê kirin. Di gel van geşdanan biryarnemeyeke serokatiya hikumetê derket ku tê de behsa mafê kurdan ê ziman tê kirin. Lê ev biryarname di nava kurdan de weke gaveke pir li paş hat dîtin. Ji xwe Kurd li vî welatî ev 15 sal in bi zimanê xwe dixwînin û perwerde bibin, êdî derfeta ku gavekê paş de bavêjin û ji nû de bêjin ka ev mafê wan heye yan na ne gengaz e.
Kurd niha li şûna ew gotinên şêlo ên di biryarnemaya serokatiya hikumetê de, doza naskirina zimanê Kurdî bi fermî di destûra welêt de dikin.
Gelo çima naskirina zimanê Kurdî di destûrê de girîng e?
Naskirina zimanê dayikê di destûrê de ne tenê gaveke sembolîk e, lê bijarteyeke siyasî û çandî ye ku xweza, nasname û hevsengiya civakî ya dewletê nîşan dide. Di civakên pir-etnîkî û pirzimanî de, ev naskirin kevirê bingehîn ji bo avakirina peymanek civakî ya dadperwer û aram e.
Dema ku destûr zimanên komên pêkhateyên cûda nas dike, ew dibe peyamek ku hemû welatî di mijara nirx û mafan de wekhev in, bêyî cudahî. Ziman li vir dibe beşek ji rûmeta mirovan, û naskirina wê tê wateya naskirina nasnameyê bi xwe.
Ziman hilgirê çand û bîra giştî ya gelan e. Naskirina destûrî zimanan ji paşguhkirin an windabûnê diparêze û rewatiya qanûnî dide ziman ku di warên perwerdehiyê, medyayê û rêveberiya giştî de were bikaranîn, bi vî rengî dê ziman ji nivşekî ta nivşekî din de bimîne û berdewam bike.
Di gelek rewşan de li welatên pir-etnîkî rewşên aloz û arîşe û nakokî derdikevin, ji ber ku netewên li wî welatî hîs dikin ku ew paşguhkirî ne. ji ber Dema ku zimanek tê paşguhkirin, axaftvanên wî zimanî xwe ji hêla siyasî ve weke dûrxistî û paşguhkirî hîs dikin. Naskirina destûrî van hestan sivik dike û baweriyê di navbera dewlet û welatiyên wê de xurt dike, bi vî awayî aramî jî pêş dikeve.
Li aiyekî din, li gorî gelek lêkolînên zanistî, perwerdehiya bi zimanê dayikê di qonaxên destpêkê de têgihîştin û serkeftina akademîk zêde dike. Lewma naskirina destûrî rê dide pêşxistina polîtîkayên perwerdehiyê yên ku rêz li vê mafî digirin û derfetê dide zarokan ku bi zimanê xwe bêyî astengiyên psîkolojîk an jî nasnameyî fêr bibin.
Dewletên ku dikarin bi serkeftî pirengiyê bi rêve bibin, ew dewlet bêhtir serkeftî ne, ji ber vê yekê naskirina pirzimanan dihêle ku pirrengî li şûna ku bibe egera arîşe û nakokiya, bibe çavkaniyek dewlemendkirina çandî û şaristanî.
Tişta herî girîng jî ku naskirina ziman di destûrê mafek destûrî ye ku rêzgirtina dewletê ji bo pirrengiya welat nîşan dide.






