Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Çiraxên Wêjeya kurdî

25/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji Çiraxên Wêjeya kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

  Helbestvan Ehmed Huseynî

“Şêxê helbestvanên Rojavayê Kurdistanê û dengê gelê Kurd.”

Can Yûsiv 

Helbestvan û nivîskarên kurd yên hemdem û neteweyî di parastina nirxên miletê kurd û parastina nasname, ziman û mîrata çandî ya wî de roleke sereke lîstine. Di dîrokê de li hemberî hewldanên tunekirin û çewisandinê bûn parêzvanên bîrdankê û stûna berxwedana çandî.

Tevî qedexe û astengiyan ,wan bi zimanê xwe yê dayîkê  dinivîsandin û helbest, roman, gotar û rexne kirin pir  ji bo parastina nasnameyê û gihandina wê ji nifşên paşerojê re .

Wan trajediyên gelê xwe û têkoşîna wî bi belge kirin, gotin kirin çek û helbest kirin ronahiya hêviyê û bi berhem û nivîsên xwe dengvedana pirsgirêka Kurd gihandin qadên cîhanî.

Di nav van pêşengan de helbestvan Ehmed Huseynî derdikeve pêş, ku pênûsa xwe ji bo xizmeta gelê xwe û doza wî  terxan kiriye û navê wî bûye sembola hişyarî û çandê û tekez dike ku peyv ne tenê tîpên belawela ne, lê  pirek e ku netew ji tarîtiya zilmê digihînê  ronahiya jiyan û mayînê.

Helbestvan û rojnamevanê kurd Ehmed Huseynî di sala 1955’an de ji dayîk û bavek kurd (Tewfîq û Fatima) li navenda bajarê Amûdê hatiye dinyayê , ew bajarê ku yek ji ronahiyên wêje, huner û hişyariya neteweyî ya kurdî bûye û niha jî dibe.

Di malbateke welatparêz, rewşenbîr û girêdayî bi nirxên resen ên kurdeyatiyê ve mezin bû, ku ruhê hezkirina ji bo xakê û baweriya bi nasnameyê di nav wan de çand bû û  hevrêzîyek di navbera pakbûna giyan û  kûrahiya çandê çêkir bû , wî kurdayetî ne tenê hema nasname didît , lê  çarenûseke ku di bîr û wijdanê de ye, wî xaka Kurdistanê pîrozî dît û di zanîn û zanistê de de peyam û armanc dît.

Ev jîngeha yekem a malbatî bingehek xurt  ji kesayetiya wî re çêkir, û hevsengiyek di navbera ruhê

welatparêzî û exlaq de , û vebûna ji çand û zanistê de û girêdanek kûr bi doza gelê xwe re çêkir,  mal ji bo wî dibistaneke yekem bû, ku jê re bingehên dilsoziya bi axê, hezkirina welat û baweriya ku peyv dikare bibe pirek di navbera paşerojê û îroyîn de û herwiha dikare nasnameya kurdî di rûyê jibîrbûnê de ,biparêze û zindî bihêle .

Wî zarokatiya xwe di kolanên kevar ên Amûdê de derbas kir, ku her sibeh bêhna nanê tenûrê yê germ jê dibariya û henaseya gul û kulîlkan bi bêhna  xewnên şewitîn di sînemaya bajêr de tevlihev dibûn ,  xweliya wê hê jî çîroka giyanên bêguneh vedibêje ku hilkişiyane bihuştê, di dilê miletê de lekeyek nemir û birînek xwînrij ku qet sax nabe hiştiye.

Ehmed mezin bû di nav rewşeka xemgîniyê de, ku bi çirûskeke serbilindiyê ve ronî bû, xemgîniya windabûn û trajediyê û serbilindiya ku ji bajarekî ku ji helemorê ( rimad) jiyaye, her dem bi hişyarî û rûmetê hildipere û dengê azadî û xweparêziyê di giyan de dixemilîne.

Ew di jîngeheke tije bi ruhê welatparêziyê  mezin bû, ku sirûdên neteweyî û lavijên olî bi awazên jinan û stranên palevanan re

li zeviyan têkilhev dibûn , û herwiha helbestên helbestvanan bi dengê cotkaran re di demsalên çinînê de , di gel xewnên azadiyê di qadên têkoşînê de tevlîhev dibûn.

Ji bo Ehmed Hesenî, Amûdê zêdetir bû ji bajarê zarokbûnê; ew bû çavkaniyek ji hişmendiya wî ya pêşîn, û penagehek ji bo hûnandina  peyv û tîpên wî, û neynikek ku giyanê wî afirand û çirûskek ku agirê wî yê helbestvanî vêxist.

Li wir,ku trajedî bi hêviyê re û xemgînî bi serbilindiyê re dikeve nav hev, taybetmendiyên wî yên yekem hatin afirandin wekî helbestvanek ku ji birînên bajarê xwe yê ku bi tîpên bi êş vedijinin û herwiha  mîna rojnamevanek ku ji dengên wan hêza gotinê û dilpakiya peyamê werdigire, lewra gotinên wî bûne pirek di navbera êş û azadiyê de, di navbera bîr û xewnê de, û bûne mîna şemalekî , rê li ber şopînerên rastiyê û bedewiyê ronahî dike.

Amûdê ne bajarekî asayî bû ; Belê, ew dibistaneke zindî ya hişyarî û bîranînê bû , dagirtî ji mîrasê çandî ku bûye sembol û nasnameyeke rastî, tije ji helbestvan, hunermend û ramanwerên mîna: (Selîm Berekat, Heysem Huseyn, Mihemed Nûr Huseynî, Dilawarê Zengî, Mihemed Efîf Huseynî, Cemîl Rawî ,Munîr Debax,Tewfîq Huseyînî ,Rifaat Darî, Yûsif Çelebî..) û gelek kesên din ku asîmanê wêje û hunera kurdî ronî kirin.

Gelek hunermend, helbestvan û nivîskarên kurd, ji kaniyên wê yên xweşav, bingehên helbestê, zanistên awazê , vegotina çîrok û romanan hîn bûne . Wan peyv kirin  pirek, huner kirin  çekek, û bîranîn kirin kelehek  ji nifşên paşerojê re.

Ji kolanên wê peyv wek çûkan li asîmanan difirîn û ji malên wê awazên dengbêjan daketin li çiya, gelî û deştan û digihêjin her malên kurdan û ji çivat û kombûnên wê çîrok û roman bi xêzên ronahiyê ku nayên vemirandin dihatin hûnandin.

Ehmed Huseynî xwendina xwe ya seretayî, amedeyî û navîn li bajarê Amûdê qedand , piştre xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Şamê beşa Felsefeyê domand û di sala 1983’an qedandiye .

Lê deriyên ku wî bi xwendina zanîngehê xeyal dikir, li ber wî hatin girtin û bi biryarên qedexe û dûrkirinê, ew neçar ma ku karekî bike ne li gorî hêvî û daxwazên xwe û ji ber vê yekê mîna gelek ciwanên kurd ên wê demê, riya koçberiyê ber bi Ewropayê ve hilbijart.

Ehmed Huseynî di sala 1989’an de ber bi  Swêdê ve çû , êşa dûrbûn û hesreta zarokatiyê di dilê xwe de hilgirt,li pey xwe hişt, hezkiriyên xwe  û  bîranînên ku hatin neqişandin di quncikên Amûdê de  û çavên ku ji hêsirên hesreta welat, hêvî û xeyalê tijî bûn.

Lê sirgûnê ji dilê wî dernexist xweparêziya wî,  lewra dengê wî di qada wêjeyî û çandî ya kurdî de berdewam ma , dinivîsand, diweşand û di televizyonên kurdî de derdiket, û bernameyên çandî yên ku bêhna welatekî dûr hildigirt pêşkêş dikir.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, hesret û bêrîkirin ji kûrahiya dilê wî şiyar bû û vegeriya welatê xwe û li bajarê Qamişlo xebatên xwe yên wêjeyî û çandî di nav gelê xwe de li dar xist, beşdarî di desteya rêvebir ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de bû, û di kanalên Rojava de mîna “Ronahî û Çira TV” wek amedekarê bernameyan kar kir, da ku peyvan bike pirek di navbera sirgûn û welat de û dengê xwe bike şemalek bo hêvî bibe.

Hewesa wî ya wêjeyî û çandî di temenekî biçûk de dest pê kir, bi saya jîngeha wêjeyî û rewşenbîrî ya dewlemend ku li derdora wî, tevî bandora malbata wî, ji helbestvan, rewşenbîr û nivîskaran û jîngeha civakî ya ku tê de dijiya.

Çûyîna her du helbestvanên Kurd Fesîh Seyîda û Kesra Ebdî di du bûyerên cuda de, bandoreke mezin li ser wijdanê wî kirin, ev yeke bo sedema pêxistina çirûska nektara helbesta wî ya bi zimanê Kurdî û hiştin ku  derbirîna hestên xwe  bike bi rêya helbestê .

Herwisa Huseynî bi kûrahî ketibû bin bandora sembolên kurd ên mezin di dîroka wêjeyê de, bi taybetî Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Tirîj , afirîneriya wan di avakirina hest û hişmendiya wî ya  edebî û çandî û dewlemendkirina ezmûna wî ya rewşenbîrî de rolek girîng lîst.

Ji sala 1980 ‘an ve, wî dest bi nivîsandina helbestê kir, rêwîtiyeke afirîner a dewlemend ku bi dehsalan dirêj kir damezrand.

Wî helbest bi hemû şêweyî nivîsandine  ji helbesta kilasîk a bi rêzbend û kêşe heya bigihê helbesta  nûjen , azad û pexşan, û di şêwazê helbesta nûjen de navdar bû, heta ku jê re digotin Şêxê Helbesta Nûjen.

Huseynî gelek dîwanên helbestî bi zimanê dayika xwe  weşandin, di helbestên xwe de، wî mijarên têkoşîna neteweyî، nasname، bêrîkirina welat û serpêhatiya xerîbiyê

bi awayekî hestyar têgihandiye.

Herwisa di xebata xwe de azadî jî kiriye mijareke bingehîn, di dema kariyera xwe ya ramyarî ,rewşenbîrî û çandî ya dewlemend de, wî şopên zelal hiştin di rêya dîwan û berhemên xwe yên edebî yên çapkirî de , ku  bi zimanê Tirkî, Îngilîzî, Almanî, Swêdî û Erebî hatin wergerandin.

Ji dîwan û berhemên wî yên herî navdar ên hatîn weşandin:

1- Mistek Ji Şîna Bêcir – Stockholm, 1990

2- Bi Xewna We Pênûsê Dilorînim  Stockholm, 1993

3- Rono û Sirûdên Bêrîkirinê – Stockholm, 1994.

4- Sîriskên Hesinî (Selîm Berekat)1997’ wergerandin.

5- Bazbend .

6- Kewname .

7- Nimêjgeha Xewnê .

8-Dîwan (Berhemên Giştî )-  Istanbul,2002.

9- Bajarê Dirinde – 2003

10- Ronaya .

11- Navekî Kuştî Ji Navên Te Yên Kesk Bûn.

12- Şengalya .

13- Mohrên Reşebayan .

14- Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî 2004.

15- Destên Dûr, Pêjnên Nêzîk (2009)

16- Sibehê Dûr, Şevên Nêzîk (2011).

17- Pirtûkên Reş, Pirtûkên Kesk (2013)

18- Gotar û Hevpeyvîn.

Rola Ehmed Huseynî ne tenê bi nivîs û helbestê ve sînordar bû , herwiha di warê rojnamegerî û çanda kurdî de jî berfireh bû. Di sala 2001ê de dest bi beşa çandî ya rojnameya “Armanc ”ê kir, rojnameyeke ku li paytexta Swêdê, Stockholmê dihat  weşandin.

Her wiha piştî serhildana sala 2004’an li herêmên Rojavayê Kurdistanê, tevî rewşenbîrên din ên wekî Hoşeng Biroka û Reşîd Heso, bi armanca yekkirina xebatên rewşenbîrên kurd ên li derveyî welat, beşdarî avakirina rêxistineke çandî ya kurdî li Swêdê bû.

Piştre di sala 2014’an de li Ewropayê di avakirina “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK” de beşdar bû û piştre xebatên wê derbasî herêmên Rojavayê Kurdistanê bûn.

Di warê medyayê de jî Huseynî di gelek televizyonên Kurdî de kar kir û bernameyên curbecur pêşkêş kir:

▪︎ Bernameya ” Sîmerê Tavsorkê ” di kanala kurdî “Mediya TV”.

▪︎ Bernameya “Dengvedana Peyvê” di kenala Roj TV de, ku di salên bernameyê de, bi zêdetirî sêsed helbestvan, nivîskar, hunermend, şanonivîs, rojnamevan û medyakarên navçeyên curbicur ên Kurdistanê û ji welatên derveyî re hevpeyvîn çêkir.

▪︎ Bernameya “Lavijên Rojava” di kanala “Çira TV”de.

▪︎ Bernameya “Şeva Hicran” di kanala “Ronahî” de.

Huseynî herwiha wek mêvanê rêzgirtinê di gelek beşên bernameyên televîzyonê û malperên elektronîk de beşdar bû, û rolek girîng lîst di  rêkxistinkirin û vejandina gelek şevbuhêrkên helbestî, edebî û çandî de, ji bilî beşdarbûna festîvalên rewşenbîrî û çandî li Ewropa û Rojava, ku ev yek hebûna wî ya çalak di qada çanda Kurdî de li ser asta herêmî û navdewletî ye nîşan dide.

Ehmed Husênî ne tenê helbestvanek e, lê ew hilgirê peyameke çandî û neteweyî ye û bûye semboleke çandî û neteweyî , bi rêya helbest û xebatên xwe yên çandî, rolek girîng lîst ji bo zindî kirina ruhê kurdewarî, ji bo saxlemkirina çanda kurdî li hemberî hewldanên tinekirin û jinavbirinê xebitî, û rola wî di avakirina hişmendiya çandî ya li Rojava û xurtkirina nasnameya neteweyî de girîng û berçav dê bimîne.

Daxwazên min ji bo wî  serkeftin û afirîneriyek zêdetir, û saxlemî û tenduristiyek domdar.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.