Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qedexekirin derbasbûna kamyonên biyanî ji bo xaka Sûriyê

25/02/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Qedexekirin derbasbûna kamyonên biyanî ji bo xaka Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di biryarekê de ku naveresta bazirganiyê li dewletên cîran matmayî hişt, hikumeta demikî ya Şamê di destpêka meha Sibatê de qedexeya li ser kamyonên biyanî bo xaka Sûriyê ferz kir, ji bilî kamyonên transêtê.

Biryara qedexekirina derbasbûna kamyonên biyanî bo xaka Sûriyê di tevgera veguhestin û kelûpelan de li deriyên sînor ên bi Urdun, Lubnan, Tirkiyê û Iraqê re tevliheviyek berfireh çêkir. Di heman demê de nîqaşeke germ di navbera kesên ku vê biryarê wekî biryareke serwer dîtin ku filoya veghustinê ya herêmî vejîn dike û kesên ku hişyarî dan li ser bandorên wê li ser bazarên Sûriyê, derxist holê.

Qerebalixiyeke bêhempa li deriyên sînor

Ji dema derketina biryarê, dergehên Nuseyb-Cabir bi Urdinê û Cedîdî Yabûs- El-Mesni bi Lunanê re veghurîn qadeke tijî kamyonên ku bi rojan li bendî dimînin ku bê vekirin, li şûna ku kamyonên Urdin, Lubnan û Kendavê ber bi hundirê Sûriyê ve wekî her car derbasî Sûriyê bibin, ev kamyon niha neçar in ku barên xwe li nav depoyên gumrikê yên sînor de daxin, piştre ev kelûpel bi rêya kamyonên Sûrî têne veguheztin ber bi bazarên herêmî, ev mekanîzme jê re tê gotin“Back to Back”.

Ev tedbîr hişt ku lêçûna derbasbûnê bilid bike, rojnameya The National di rapora xwe de ev yek piştrast kiriye ku lêçûna veguheztina kelûpelan bi rêjeya di navbera ji sedî 50 û 70 bilind bûye, bi taybet kelûpelên ji Tirkiyê û Lubnanê tên, bi taybet kamyonên ku ji Urdinê tê bihayê wê dighêje 1000 dolarî.

Rojnameyê zêde kir ku derengiya ku di proseya daxistin û barkirinê ji hefteyekê heya du hefteyan dirêj dike, ev yek bûye sedema fikarên mezin li ser çarenûsa kelûpelan bi hemû cûreyan, nemaze xwarin û dermanan ku hewceyê kamyonên cemidî ne.

Metirsiyên zêde

Di vê çarçoveyê de, şandeyeke ji Urdinê ku vê dawiyê serdana Şamê kiribû hişyarî da ku piraniya kamyonên veguheztinê yên Sûriyê kevin in, temenê wan di navbera 30 – 40 salî de ne, ev yek dibe sedema metirsya winadabûna kelûpelan herwiha xirabûna wan di dema veguheztinê de, ji ber ku gelek şofêrên Sûrî bi awayekî serbixwe dixebitin û di hilgirtina barên hesas de tecrûbeya wan tune ye.

Sedemên fermî yên biryarê

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Têkiliyên Giştî di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê de ya Sûriyê Mazin Alûş diyar kir ku armanca vê biryarê “filoya veguhastinê ya Sûriyê ji nû ve aktîv bike”, ku ji ber şer û cezayan bi salan hatibû rawestandin herwiha tekez kir ku şofêrên kamyonan li welatên cîran rasterast nehatine hedefgirtin.

Derbarê kamyonên transêtê de, serokê Komeleya Gumrik û Kampaniyên Veguhestina Kelûpelan a Urdinê, Deyfellah Ebû Aqûla, piştrast kir ku tenê îstîsna di biryarê de ji bo kamyonên ku di transît de derbas dibin, bi şertê ku ew ji hêla rayedarê gumrikê yê Sûriyê ve di navbera her du deriyên sînor de werin pêşwazîkirin, ji bo misogerkirina ku kelûpel di xaka Sûriyê de neyên daxistin.

Di demekê de ku danûstandin di navbera Sûriyê, Urdin û Lubnanê de ji bo gihaştina çareseriyên pratîkî berdewam dikin, deng bilind dibin ku hişyariyê didin li dijî berdewamiya pêkanîna vê biryarê, ji ber ku dê bandorek neyînî li ser xerîdarê Sûrî bike di heman demê de ji ber ku bihayên kelûpelan dê ji ber zêdebûna lêçûnên veguhastin, dabînkirin û hilanînê, ji bilî îhtîmala gihaştina zirarê li ser kelûpelan û windabûna wê di nava bazaran de, bilind bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.