Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Barana zêde piştî salên hişkesaliyê hêviya cotkaran vedgerîne

25/02/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Barana zêde piştî salên hişkesaliyê hêviya cotkaran vedgerîne
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Şêniyên bajarê Çilaxa tekez kirin ku ji ber barana zêde piştî salên hişkesaliyê hêviyên wan di misogeriya demsaleke serkeftî de vegerand. Şêniyan banga pêwîstiya hişyarkirina karanîna ava bendava Çilaxa di pêşerojê de kirin, da ku bendav ji bo cotkaran wekî çavkaniyek avê bimîne.

Bajarokê Çilaxa û herêma Aliyan wekî her bajar û bajarokên Rojava şahidiyê ji baran û berfa zêde ya vê salê, ku hêviyên cotkaran piştî salên dirêj ên hişkesaliyê vegerand. Barana îsal bandoreke mezin li ser sektora çandiniyê kir, hişt ku qadên çandiniyê zêde bibe herwiha vegera cotkaran ji bo îstîsmarkirina zeviyên çandiniyê ku ji ber salên dirêj ên hişkesaliyê nehatibûn çandin. Di heman demê de barana vê dawiyê bû alîkar di başkirina berhemên çandiniyê û bilindbûna derfetên gihaştina hilberîneke baş.

Bendava Çilaxa dîsa av lê diherike

Piştî salên dirêj ji hişkesalî, zûwabûn û kêmbûna avê, îsal ji ber başbûna rêjeya barîna baranê û bilindbûna asta avê di hefteyên borî de, careke din av vegeriya bendava Çilaxa mîna berê. Ji ber kêmbûna baranê di zivistana sala 2025`an û salên borî de di heman demê de qutbûna ava kaniyên nêzî bendavê, asta ava bendava Çilaxa daketibû 350 metrekaban ku rêjeya wê ya asayî 500 metrekab e.

Kêmbûna asta avê sala borî di bendava Çilaxa de hişt ku bi awayekî neynî bandorê li ser sektora çandiniyê û sewaldariyê li gundewarên derdora wê bike. Herwiha fikarên şêniyan ji demsaleke dijwar û kêmbûna çavkaniya zêde kir, lê îsal rewş guherî û av vegeriya da ku qadên ku zûwa bibûn dîsa av lê biherike.

‘Hêviya demsaleke baştir li me vegeriya’

Di derbarê vê mijarê de cotkarekî ku navê wî Ebdulrehman Elî ye ji me re wiha anî ziman: “Bilindbûna asta ava bendavê hêviya demsaleke baştir li me vegerand, bi taybet çandina genim û ceh. Ava bendavê li gorî rêjeya wê ya asayî hîn jî kêm e, lê dîsa em herikîna avê wekî mizgîniyekê dibînin û hêvî dikin ku mîna berê vergere.”

Ebdulrehman Elî tekez kir ku bendav wekî damareke girîng ji bo avdan û piştgîriya ewlehiya xurekê ya herêmî ye û wiha got: “Dema ku av vedigere jiyan jî pê re vedigere, erd ji nû ve nefes digre û cotkar bi baweriyek mezintir vedigerin zeviyên xwe.” Ebdulreheman Elî destnîşan kir ku li ser girîngiya birêvebirina çavkaniyên avê bi awayekî domdar, ji bo parastina rezervên stratejîk û dûrketina ji bandorên her demsalên hişkesaliyê yên pêşerojê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kêmbûna baranê û karanîna nehevseng a ava bendavê ji hêla me wekî cotkaran ve bû sedema ziwabûna bendavê, divê ji îro û pê ve bi baldarî em xwe bispêrin ava bendavê.”

‘Vergera avê vejîna sektora aborî û civakî ye’ 

Ji aliyê xwe ve ciwanekî bi navê Mihemed Şiwêş ku xwediyê zeviyekî çanidniyê ye li nêzî bendava Çilaxa wiha got: “Vegera avê bo bendavê ne tenê bûyereke jîngehî ye, lê nîşanek ji bo vejîna beşek ji sektora aborî û civakî ya herêmê ye, ji ber ku av rasterast bi çandinî, kar û aramiyê ve girêdayî ye.

Vegera avê di bendava Çilaxa de hêviya demsaleke çandiniyê ya serkeftî da me, piştî salên dirêj ji hişkesaliyê û ziwabûna bi temamî ya bendavê di seranserî salekê de, lê îsal dîsa hêvî li cotkaran vegeriya ji bo misogeriya demsaleke serkeftî. Di heman demê de vegera jiyanê ji aliyê estetîka bendavê û derdora wê, ji ber ku bendav ji bo gelê herêmê wekî cihekê bêhnvedaneke xwezayî ye.”

Avabûna bendava Çilaxa

Di sala 1974’an de bendava Çilaxa bi dirêjahiya 700 metre û firehiya 37 metreyan hate çêkirin, gola bendavê têra 10 milyon metrekab avê dike, çavkaniya golê ava baranê û kaniyên gundên derdorê ye.

Bendava Çilaxa li aliyê bakurê bajarê Cilaxa di salên 70’ê de hat avakirin, ji bo avdana qadên çandiniyê ku li ser kenalên avdanê yên girêdayî bendavê dirêj dibe. Bendava Çilaxa çavkaniyek sereke ye ji bo dabînkirina pêdiviyên deverên derdorê bi avê. Wekî din ew cihek girîng û jîngeheke bi masiyan dewlemend bû. Bendav bi giranî xwe dispêre ava kaniyên gundên cîran ên Aliyan wekî kaniyên gundên Lodka, Qastepan û Bakirwan in. Ji bilî ku ew çavkaniyeke avê ye ji bo erdên derdora wê, ku bi hezarên hektaran tê texmînkirin. Wekî din bi hezaran darên çamê û yên din li derora wê hatibûn çandin, lê ji ber qutkirina bê ser û ber bandoreke mezin li ser welatiyan û derdorê kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.