Ehmed Hesen
Di rastiya civakê de mirov dikare gelek nasnameyên ku mirov pê îfadeya hebûna xwe dide bibîne, nexasim çand û ziman nasnameyekê didin nasîn, lê belê nasnameya herî binirx û bilind ku mirov bê wê nikare behsa hebûna xwe bike, ew jî nasnameya welat e, em li vir behsa kertekî nakin, em behsa wateya nasnameya rastîn a ku nûnertîya hebûna mirov dike dikin. Welatê civakekê dergûşa parastina nirxên wê civakê ye, di heman demê de bîra parastina bîranînên civakekê ye. Gava ku mirovek bi êşekê hîs dike banga “ax” ji zimanê wî/ê derdikeve, ev yek girêdanbûna mirov a hundirîn bi axa ku li ser jidayîk bûye û jiyaye nîşan dide. Di destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji ber ku gel bi salan e nikarîbû azad di welatê xwe de jiyan bike, bi zimanê xwe azad binivîse, bixwîne û bijî, li dijî sîstema Baasê serî hildan, weke berdewamîya serhildanên sala 2004’an xwestin ku zîhniyeta ku tenê rengekî qebûl dike biguherin û civakeke xwedî çand û ziman pêş bixînin, ji ber ku sîstema Baasê ew bê nasname hiştibûn, di welatê xwe de bê maf hatibûn hiştin, qirkirina çandî li ser dihat sepandin û hewlên asîmlekirinê li ser wan pêk dihat, wê demê gelê kurd di ferqeka pilanên mezin yên sîstema Baasê de bû, lewma jî hêdî hêdî dikarîbûn desthilata sîstemê ji ser herêmên xwe rakin û bikevin nava seferberiya parastina herêm û destkeftiyên xwe de. Wê demê ew kêlî ji bo hinek bav û dayîkên temenmezin xeyaleke mezin bû ku di rojeke wiha de bikaribin bi ziman û azadiya xwe jiyan bikin. Ji bo civakekê welatparaz bedelên giran dayîn hewce dike, li cihê ku hezkirin û girêdana bi axê ve hebe, li wir keddayîn, têkoşîn û berxwedan tê dîtin, lewma jî gelê kurd ji ber girêdana bi ax û welatê xwe ve li dijî hemû cûre êrîşan li ber xwe da, berxwedana Bendava Tişrînê nimûneya herî berbiçav a vê rihê welatparêz bû, dayîk û bavan, ciwan û jinên ciwan bi rihê şerê gel ê şoreşgerî seferber bûn û ji bo parastina av û rûmeta xwe berê xwe dan Bendava Tişrîn, tevî ku baş dizanîbûn ku wê werin hedefgirtin jî, lê rihê hevgirtin û girêdana bi rûmetê ji vê yekê mezintir bû. Civaka ku welatê xwe di dilê xwe de neke evîneke hebûnî û ji bo wê tênekoşe, wê di dawiyê de bê dil û bê welat jiyan bike. Gelê kurd jî bi vê rihê xwe û xistina welat di dilê xwe de weke evîneke ku têk naçe dikarîbûn bibin sînorên herî bilind li dijî hewlên dagirkerî û qirkirinê.
Ev rih ne tenê li Rojava, mirov dikare di destanên Kurdî yên weke Derwêş û Edûlê de jî bibîne, çaxa ku Derwêş ji bo parastina axa Şengalê bi 12 siwaran li hemberî bi hezaran leşker li ber xwe dide, ev rih di roja îro de di berxwedana Şêxmeqsûd de di kesayeta şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî de hat jîyankirin, di 6 rojên şer de van qehremanan dikarîbûn cîhanê rakin ser piyan û hevgirtina gelê kurd nîşan bidin.
Civaka kurd di dîrokê de hertim bi welatparêzî û fedekarîya xwe ya li dijî qirkirinê li ber xwe daye û serî hilda ye, di heman demê de dîroka kurd bi qehremanên ku di berdêla hezkirina axa xwe de can kirine qurban dagirtî ye.






