Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vegera li Efrînê her zindiye di dilê gel de

25/02/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Vegera li Efrînê her zindiye di dilê gel de
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Di 20’ê Çileya 2018’an ewrekê reş û tarî bi ser xweza, jîngeh û jîndarên Efrînê de hat, di dema ku şer ji 7 salan ve li Sûriyê bi hêrs û dijwar diqewimî û dirêj dikir, tenê Efrîn aram û azad mabû. Lê diyar bû ku Cîhan ji bo vê yekê ne rihet bû, aramiya Efrînê ew dêşandin ji ber vê yekê hemû dewletan destê xwe kirin destê Dewleta Tirk a dagirker de û fermana êrişa Efrîna Aram dan.

Berxwedaniya gelê Efrînê

Gel û şervanên azadiyê li Efrîn berxwedana serdemê dane meşandin û vî şerî bandorek kûr li ser gelê Kurd kir, ruhê berxwedana neteweyî di dilê wan de çandin, hişyarî û têkoşîna wan xurt kir û xetereyên ku ji hêla hêzên tarî ve dihat derxistin eşkere kir. Herwiha bandorek girîng li ser qada navneteweyî kir, ji ber ku hemû hêzên demokratîk ji berxwedana ku ji hêla gel û şervanên azadiyê ve li Efrîn ji bo mafên rewa yên gelên bindest hatî nîşandan îlham girtin. Vê yekê alîkarî kir ku van hêzên demokratîk rêya xwe bibînin û beşdarî têkoşîn û berxwedanê bibin, rêya berxwedana gelêrî ya şoreşgerî ya li Efrîn nîşan da bişopînin.

Şerê li Efrîn hatî kirin di dîroka Kurdistanê de cihekî taybet girt û ruhê berxwedanê di dîroka hemû gelên ku li ber xwe didin û li azadiyê digerin de vejîn kir. Erê, gelek şer derketine û Kurdistan di seranserê dîrokê de ji gelek pevçûnan êş kişandiye. Lê belê, şerê ku li Efrîn derket di dîroka tevgerên Kurd de bêhempa ye û di dîroka Kurdistan û herêmê de tu hevwateyek wê tune ye, ji ber ku jinan di vê berxwedana mezin de roleke pêşeng lîstin. Jinan di hemû aliyên berxwedanê de xwe birêxistin kirin û bi ruh û biryardariyeke bêhempa tevlî eniyên şer bûn, xwe feda kirin da ku bigihîjin armanca xwestî ya rizgarî û parastina mirovahiyê. Gelek jin mînakên vê yekê ne, wek Barîn, Avîsta, Zîlan û Suzdar. Di destpêkê de dagirkeriya Tirk deverên girîng û leşkerî, xetên parastinê yên yekem û xetên dabînkirinê bombebaran kirin. Ev bombebaran heta roja dawî ya berxwedanê di qonaxa yekem a berxwedana serdemê de berdewam kir.

Ev êriş ne tenê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat kirin, lê di heman demê de bi piştgiriya NATO û Rûsyayê jî hate kirin. Bi vê alîkariyê û piştgiriyê, Tirkiyê karîbû qonaxa xwe ya dagirkirin û qirkirinê li Efrîn bide destpêkirin. Gelê Efrînê piştî berxwedaniya 58 rojan berê xwe ji Efrînê dan Şehba û neçar man li wir 7 salan di bin çadiran de bicih bibin, tevî hemû êş û azarên ku rastî wan dihatin jî lê hêviya vegerê di dilê wan de hebû. Lê mixabin di sala 2024’an de careke din çeteyên hov êrişên qirkirinê li ser gelê Efrînê pêk anîn û bi hezaran careke din koçber bûn. Bi dehan zarok û kal ji ber serma zêde jiyana xwe jidest dan û hemwelatiyan berê xwe dan cihên biewle yên Rêveberiya xweser, lê hîn ku êşa koçberiyê di dilê wan de bû, careke din ji Tebqa, Reqa û Hesekê koçber bûn û berê xwe dan Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê û Dirbêsiyê û gundewarên van bajaran û li dibistan û mizgeftan bicih bûn. Niha jî civîn û hevdîtin tên kirin da ku gel vegerin cih û warên xwe û ev koçberî bidawî bibe.

Di derbarê vegera li Efrînê koçbera bi navê Xalîda Reşo ji Rojnameya me re axivî.

‘Hêviya vegera Efrînê her di dilê me de ye’

Xalîda Reşo da zanîn ku gelê Efrînê rastî gelek êşan hatiye û wiha got: “Destpêkê me li Şêxmeqsûd jiyan dikir û piştî alûziya Sûriyê dest pê kir û êrişên hikumeta Baas li ser me pêk hatin, me ji Şêxmeqsûd bar kir û berê xwe da Efrînê û li wir jiyana xwe komî ser hev kir û hewil da jiyana xwe bi rehetî jiyan bikin. Lê mixabin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di sala 2018’an de êrişên qirkirinê li ser gelê Efrînê pêk anîn û gel neçar ma dev ji mal û milkên xwe û axa ku têde mezin bûye berde. Me berê xwe da Şehba û li wir 7 salan di bin çadiran de me jiyan kir û rastî sermê û germê hatin, di heman demê de dorpêc jî li ser me de hebû, lê me liberxwe dida û hêviya vegerê di dilê me de hebû. Lê di rojekê bê hisab çeteyan berê xwe dan Şehba û dest bi qirkirinan kirin, gelê Efrînê careke din barê koçberiyê hilgirtin û her tişt li şûn xwe hiştin û berê xwe dan cihên ewle yên Rêveberiya Xweser, gel jî gelekî destek û alîkarî dan me û rewşa me di berçavan re derbas kirin.”

Koçbera bi navê Xalîda Reşo di dawiya axaftina xwe de got: “Niha jî gelek civîn lidardikevin ji bo vegera Efrînê, em bi vê biryarê gelek kêfxweşin ji ber ku ev 9 salên me ye ku me gundê xwe nedîtiye. Em dixwazin bi serbilndî vegerin Efrînê û bi riya Asayîşê herin, ji ber ku me rûmeta xwe parast û me dev ji malên xwe berdan, heya dawiyê em ê rûmeta xwe biparêzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.