Hêvî Keleş/ Qamişlo
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Ebdulah anî ziman ku Heyva Sor a Kurd roja Pêncşemê 19’ê Sibatê selikên xwarinê yên ku ji hêla Weqfa Xêrxwaziyê ya Kerkûkê ve hatine peyda kirin li 1,100 malbatên koçber ên ku li malên li taxên Kornîş û Rojava yên Qamişloyê, herwiha li Stadyuma 12’ê Adarê dijîn, belav kir.
Ji ber hejmara mezin a mirovên koçber û zexta zêde ya li ser stargehan û tevî zehmetiyan, Heyva Sor a Kurd hewlên xwe yên alîkarî û bijîşkî didomîne da ku gihîştina hejmareke mezin a gengaz a mirovan misoger bike, êşa mirovan sivik bike, herwiha pêdiviyên bingehîn ên xwarin, derman û xizmetên ambulansê yên lezgîn bi awayekî berdewam û rêxistinkirî peyda bike.
Heyva Sor a Kurd roja Pêncşemê 19’ê Sibatê selikên xwarinê yên ku ji hêla Weqfa Xêrxwaziyê ya Kerkukê ve hatine peyda kirin li 1,100 malbatên koçber ên ku li malên li taxên Kornîş û Rojava yên Qamişloyê,herwiha li Stadyuma 12‘ê Adarê dijîn, belav kir. Girêdayî vê mijarê Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Ebdulah ji Rojnameya me re axivî.

‘Heyva Sor A Kurd bi erkên xwe radibe’
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Ebdulah diyar kir ku wan dest bi belavkirina selikên xwarin bi hevkariya xêrxwaziya Kerkûkê li koçberan kirine û wiha got: “Ji destpêka rewşa koçberbûne ya ku bûye yekser Heyva Sor a Kurd bi erkên xwe rabû û tiştên pêwîst kir. Ev ne cara yekeme ku em di rewşeke wisa derbas dibin ji ber wê jî em weke Heyva Sor a Kurd ji bo rewşên wisa awarte herdem hazirin, ji aliyê pêdiviyên jiyanê weke xwarin û vexwarin û pêdiviyên zarokan. Di vê demê de hejmareke mezin ji koçberbûnê çêbû bêhtirî ku me texeyil diki, lê tevî wisa jî tîmên me yên tenduristî, klînîkên gerok, tîmên belavkirina şîr û hefadeyên zarokan û yên belavkirina xwarinê ketin nava tevgerê bi şev û roj de ranewistiyan. Niha jî weke em dibinin rewş baştire ji demên destpêkê ve, bêhtir koçber bi cih bûne û pêdiviyên wan hatine peyda kirin. Sîstemek hatiye danîn û belvkirin li gorî wê tê belav kirin bi rengekî rehet û wekhev. Heyva Sor A kurd bi destgeha xêrxwaziya Berzanî li hemû stargehên koçberan ên li Rojavayê Kurdistanê alîkariyan didin. Ev alîkarî du caran hate kirin cara yekem me li koçberên li stargehan diman alîkarî belav dikirin, lê di vê cara duyem de em li koçberên ku di malan de bi cih dibin belav dikin heta niha me li 1,100 malan belav kirye.”
‘Alîkarî li koçberên Qamişlo û Hesekê têne belavkirin’
Hediya Ebdulah eşkere kir ku belavkirina alîkariyan ên koçberên di nava taxan de li heft taxan Kornîş, Xerbî, Hiîliye, Qidûr Beg, Enteriye, Erbewiye de ye û wiha got: “Alîkarî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzaniyê Nemir û xelkê Silêmanî, Hecî Awa, Sincar, Raniya, Çemçemal û Pencwên li başûrê Kurdistanê ve tê dayîn. Û 45 ton derman ji aliyê Weqfa Xêrxwaziyê ya Kerkûkê, Kanala 8 û Bloka Helost ve hatine bexşandin. 40 ton ji Nexweşxaneya El Şeab re hatine şandin û pênc ton jî ji klînîkên mobîl re hatine belavkirin. Sûdmendên vê alîkariyê koçberên ji Efrîn, Şehba û Helebê ne, ku di encama êrîşên li ser bajarê Reqa, Tebqa û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê di demên dawî de ji cih û warên xwe bûn. Di heman demê de Îro, Heyva Sor a Kurd 500 selikên xwarinê ku ji hêla Navenda Kurd a Amerîkî ve hatine dabînkirin, li 500 malbatên koçber ên ji Efrîn û Serê Kaniyê yên li bajarê Qamişlo belav kirin. Ji bilî wî jî belavkirin bi hevrêziya Encûmena Karûbarên Gel a Efrîn û Şahba û komînên taxan pêk hat û li 200 malbatên ku li taxa Qidûrbeg û 300 malbatên ku li taxa Erbawiyê ya bajarê Qamişlo dijîn, hat belavkirin. Tîma Heyva Sor a Kurd alîkariyên mirovî yên ku Başûrê Kurdistanê di 21’sibatê de selikên xwarinê li malbatên koçber ên ji Serê Kaniyê û Efrîna ku li taxên Muşeyrfa, Dahiya, Miftî û Salihiyê yên bajarê Hesekê dijîn jî belav kir.”
Hevseroka Heyva Sor A Kurd Hediya Ebdulah axaftina xwe wiha qedand: “Ev çalakî beşek ji rêze înîsiyatîfên ku armanc dikin sivikkirina zehmetiyên ku malbatên koçber pê re rû bi rû dimînin û nîşandana hevgirtinê bi wan re di van demên dijwar de ye. Rêxistinkerên kampanyayê pabendbûna xwe ya ji bo berdewamiya xebata mirovî bi fedakarî û berpirsiyariya herî zêde piştrast kirin, bi vî rengî hevgirtina civakê xurt dikin û êşa kesên giran sivik dikin. Em weke Heyva Sor a Kurd bang li sazî û rêxistinên navneteweyî, mirovî û tenduristiyê dikin ku alîkariya lezgîn bidin kesên li Rojavayê Kurdistanê û koçberên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bandor bûne.”






