Dilyar Cizîrî
Guhertinên bi lez li herêma Rojhilata Navîn û ji nû ve pêşketina tevgera DAIŞ’ê ne tesadif e, ev bi plan û di çarçoveya stratejiya dîzeyna herêmê ya sedsala nû de pêş dikeve. Hêzên hegemon çawa zêdeyî sedsal berê di vê herêmê de bi Saykis Pîkot re sîstema dewlet netew di herêmê de li ser civakan dan ferizkirin, niha jî dîroka sedsalê xwe dubare dike. Hêzên navdewletî beriya Saykis Pîkot “Sîver” jî di nav de çend peyaman xêz kirin. Di pêkanîna wan de serneketin, herî dawî bi sînorê Saykis Bîkot plana xwe bi cih kirin.
Niha jî li Rojhilata Navîn dîrok xwe dubare dike. Nakokiya hêzên hegemon bûye kirîz û kawisa di herêmê de kûrtir kiriye. Her aliyek dixwaze ji aliyê din zêdetir bi dest bixe. Gefa êrişa li ser Îranê û şerê li Sûriyê, aloziya Îraq, LÎbiya, Luban, Sûdan û her wekî din bi tu awayî ji hev nayê qutkirin. Tişta li Sûriyê dibe û ji nû ve mezinkirina DAIŞ’ê beşekî wê planê ye. Wiha jî diyar dibe, guhertina li Sûriyê were zindîkirin ihtîmale li tevahî herêmê derbasdar be.
Îcar tişta li Sûriyê tê jiyankirin naveroka wê ye. Tişta balkêş hikumeta demkî ya HTŞ’ê bêyî di wê ferqê de be, bi israre sîstema dewlet netew ya berê rêjîma Essed dewam bike, desthilata xwe bi dare zorê li ser civakê feriz bike. Hemû pêkhateyan di bin navê islama sinî de bihleîne. Yenî ew nikare wekî rêjîma berê be, nerîna wan di gelê Sûriyê de hîn tengtire.
Êriş û plana wan li dijî Rêveberiya Xweser ku bi serkêşiya dewleta Tirk û çeteyên wê pêk hat, isbata nerîna wan a tenge. Bi vekişîna QSD’ê ji Reqa û Dêrzor û deverên din dê bala serê vê hikûmetê zêde bibe. Derketina DAIŞ’ê û êrişên wan li dijî çekdarên “Artêşa Sûriyê” beşekî sereka ya plana dîzeyna em behsê dikin. Vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ji Sûriyê jî ne tesadife û ihtîmala mezin bi êrişa li dijî Îranê re guhertinên mezin ên di herêmê de destpê bike. Daxuyaniyên Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yên beriya niha di vê derbarê de hebûn. Diyare ji bo vê dîzeyna nû şerên mezin di herêmê de bêne jiyankirin. Dibe navenda şer Îraq û Sûriyê be.
Rêber Abdulah Ocalan yê herî zêde rewşa herêmê lêkolîn kiriye, ji dewleta Tirk û herêmê re “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” wekî xeta çareseriyê di herêmê de pêşkêş kir. Manîfestoya Aştî û Civaka Demokrtîka ne tenê ji bo Tirkiyê û Bakur xeta çareseriyê ye. Xeta çareseriya berfireh û giştî ye. Di vê rewşê de heger hêzên desthiladar sûd ji banga Rêber Abdulah Ocalan ne girtin. Dê agirê şerê em behsê dikin wan jî bi xwe re bişewitîne. Hêza hegemon û sîstema cîhanê dê plana xwe bide meşandin.
Derketina DAIŞ’ê li Sûriyê dê sînordar nemîne û dibe derbasî hin welatên din jî bibe. Ev di demên pêş de wê diyar bibe û ihtîmale lûtkeya tevliheviyê bi êrişa li dijî Îranê re destpê bike. Di vê rewşê de divê gelê kurd hîn zêdetir yekîtiya xwe mezin bike.






