Hemza Sêvo
Lîberalîzm îdiyolojiyeke ku doza azadiya takekesî û demokrasiyê di hundirê dewletê de dike. Ev bîrdoziya siyasî li ser asta cîhanê tê naskirin û hejmarek baş ji partiyên cîhanê li ser bingeh û pîvanên wê hatine damezranin, herwiha li gorî rêgezên wê dixebitin.
Lîberalîzm
Lîberalîzm peyveke koka xwe latînî ye û tê wateya azadîxwazî. Ji koka “Liber” ya ku tê wateya azadîyê hatiye afirandin. Ev peyv di Fransî de wekî “Liberte” tê bikaranîn. Têgîna lîberalîzmê ji sedsala 16’an ve ji bo pênasekirina îdeolojiya navendî ya modernîteya kapîtalîst dest pê kir. Ew yek ji têgehên dirûşma şoreşa Fransî ya “Liberte, Egalite, Fraternite”, ango “Azadî, Wekhevî, Biratî” ye. Lîberaliyet felsefeyeke siyasî û civakî ye ku azadiya takekes û mafê mirov diparêze. Herwiha li dijî rêbaza dewletê disekine dema ku ew dewlet destwerdanê di jiyana mirov de dike, hem jî bangê bi çandina rêgezên demokrasî û wekheviyê dike. Li Israîl, Îraq, Sûriyê, Keneda, Sûdan û hwd… welatên cîhanê partiyên lîberal tên dîtin.
Pîvan û rêgezên lîberalîzmê
Azadiya takekesî ji nirxên bingehîn û cewherî yên lîberalîzmê tê hesibandin. Lîberalîzm dibîne ku her kes xwedî mafê biryardayînê heye di derbarê jiyana xwe de. Di heman demê de ferd azad e di bawerî, fikir û xebata xwe de, lê divê mafên kesên din bin pê neke. Li hêla din jî yek ji rêgezên wê wekheviya di navbera takekesan de ye. Lîberalîzm girîngiyê dide pêkanîna demokrasiyê ji bo hemû mirovan û divê rêzdarî ji bo hemû mirovan pêkwere bêyî avakirina zayendperestî, olperestî û nasnameya civakî. Li ser bingeha demokrasiyê jî êdî lîberalîzm doza avakirina sîstemeke demokras di hundirê dewletê de dike, di bin wî mercî de be ku gel û nûnerên xwe hilbijêre ev hilbijartin jî divê bi rengekî azad û zelal bin. Lîberalîzm balê dikişîne ser hewcedariya zagoneke dadperwer û serbixwe ku her kesî bêyî cudakarî bi rê ve bibe. Di heman demê de ew piştrast dike ku hem kes hem jî hikûmet di bin desthilatdariya qanûnî de ne û divê ev yek li ser hemû aliyan pêkan bibe. Lîberalîzm rêzê li pirengiya bîrdozî, olî û siyasî digire, hem jî azadiya raman û derbirînê diparêze û cihêrengiya çandî û olî wekî beşek ji avakirina civakên tendurist dibîne. Lîberalîzma aborî piştgiriyê dide pergala bazara azad, aboriya li ser pêşbazî û hilberînê rê li ber dewlemendî û pêşketina aborî vedike. Lê belê, lîberalîzma nûjen ji bo misogerkirina dadmendiya civakî û pêşîlêgirtina kedxwariyê banga rêxistinkirna hikûmetê ya aktîv dike.
Cureyên Lîberalîzmê
Lîberalîzma klasîk: Lîberalîzma klasîk li ser azadiya takekesî û aboriya azad disekine, destwerdana dewletê di karûbarên aborî de red dike. Koka wê vedigere xebatên ramyarên wekî John Locke û Adam Smith.
Lîberalîzma civakî: Ev cure di sedsala bîstan de pêş ket, hevsengiya di navbera azadiya takekesî û wekheviya civakî de diparêze û piştgiriyê dide roleke aktîvtir ji bo hikûmetê di peydakirina tenduristî, perwerde û ewlehiya civakî de.
Lîberalîzma nûjen: Lîberalîzma nûjen di dawiya sedsala 20’an de hat derxistin. Vê cureyê girîngî da pêkanîna azadkirina bazaran û xebata aborî ji destê hikûmetê û kêmkirina rola dewletê li ser aborî.
Dîroka lîberalîzmê
Lîberalîzm di Ewropa de di serdema ronakbîrî de sedsala 16’an dest pê kir û şaxên wê belav bûn. Herwiha birêveçûna qonaxên dîroka mirovahiyê, pêş ve çû, da ku îro bibe ye yek ji girîngtirîn îdeolojiyên siyasî yên ku li serê cîhanê belav bû.
Serdema ronahiyê: Lîberalîzm di serdema ronakbîriyê de derket holê, di encama bangên fîlozofên wekî John Locke û Jean-Jacques Rousseau yên ji bo mafên takekesî û hewcedariya desthilatdariya hikumeteke li ser vîna giştî derket pêş.
Şoreşa şîşesaziyê: Di sedsala 19’an de, lîberalîzm bi şoreşa pîşesaziyê re hevdem bû ku bû sedema piştgiriya fikra bazara serbest û sivikkirina sînorên li ser bazirganî û bazirganiyê. Sedsala 20’an: piştgirên lîberalîzma civakî zêde bûn ji ber newekheviya aborî, ev yek jî bi zêdebûna daxwaza beşdarbûna hikûmetê di peydakirina xizmetguzariya civakî de.
Rexneyên li ser lîberalîzmê
Her çiqas lîberalîzm azadî û wekheviyê diparêze jî, lê rastî gelek rexneyan hat yek ji rexneyan jî ji ber takekesperestiya zêde. Hin kes lîberalîzmê rexne dikin ji ber ku takekesperestiya zêde teşwîq dike, ev dibe sedema têkçûna têkiliyên civakî û têkiliyên mirovan bi hev re. Herwiha kêmbûna dadmendiya civakî di vî warî de lawaz tê dîtin. Rexnegirên lîberalîzma aborî dibînin ku ew newekheviya civakî teşwîq dike, ji ber ku kesên dewlemend li ser hesabê kesên xizan sûd werdigirin. Di hêleke din de lîberalîzma nû hişt globalîzma aborî serdest bibe bandorên neyînî li ser aboriya herêmî ava kir û bû alîkar di warê zêdebûna valahiya aborî di navbera welatên pêşketî û lawaz de.
Rêber Apo çi dibêje li ser lîberalîzmê?
Rêber Apo di parêznameyên xwe de lîberalîzmê bi van nirxandina pênase dike: “Ji aliyê bîrdozî ve naskirina lîberalîzmê gelekî girîng e. Tenê gotina takekesî û azadîxwazî ji bo pênaseyê têrê nake. Weke têgîn, di şoreşa Fransayê de bi têgînên wekhevî û biratiyê re derketiye pêş. Navdar Liberte, Egalite, Fraternite wek têgeheke navendî li milê xwe yê rastê muhafezekarî û li çepê xwe jî destpêkê demokratan û piştre jî sosyalîstan dît. Ew wê weke nerîneke nerm a pêşxistina sîstemê (yekdestdariya kapîtalîst) bi rêveçûnê, bêyî hewcedariya şoreşan.”






