Esma Mistefa
Nûnera MSD’ê li Washingtonê Sînem Mihemed da zanîn ku ew li ser avakirina îstîqrarê, kêmkirina rageşiyê û piştgiriya çareseriyeke siyasî li gorî çarçoveyên navneteweyî yên peywendîdar dixebitin.
Di demên dawiyê de ku bi geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê re, gelek xebatên dîplomasî li ser asta cîhanê hatin pêşxistin, yek ji wan welatan jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka bû. Nûnerê Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê li Washingtonê Sînem Mihemed bersiva pirsên Rojnameya me dan.

Geşedanên ku li Rojava û Sûriyê qewimîn ji Washingtonê çawe lê tê meyzandin, şîrovekirin û nirxandin?
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêşketinên li Rojava û Sûriyeyê ji perspektîfa piştgiriya îstîqrarê, pêşîgirtina li derketina terorê û pêşxistina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê dinêre. Rewş li ser bingeha parastina ewlehiyê, parastina sivîlan û misogerkirina rêzgirtina ji bo mafên hemû pêkhateyan tê nirxandin. Ev yek gelê Kurd û hêzên HSD’ê jî di nav xwe de digire ku ew wan wekî hevalbend û şirîkekê girîng di şerê li dijî terorîzmê de dibînin û di vî warî de nirxa xwe îspat kirine. Washington hewl dide ku piştgiriyê bide îstîqrar, ewlehiyê û hemû pêkhateyan biparêze. Vê yekê jî di çarçoveya yekparebûna axa Sûriyeyê de dibîne.
Di rewşa heyî de kar û xebata diplomasî di çi astê de bi rêve diçe û bandora wê li ser pêşeroja Rojava û Sûriyê?
Hewldanên me yên dîplomatîk bi rêya gelek kanalan berdewam dikin, di nav de diyaloga rasterast bi navendên lêkolînê û enstîtuyên girîng ên li Washingtonê re, û her weha bi rêya semîner û ragihandinê bi balyozxaneyên welatên Erebî û Ewropî yên ku bi rewşa Sûriyeyê re eleqedar in, tên meşandin.
Ev xebat li ser hevdîtinên bi endamên Kongres û Senatoyê re tê meşandin ku bi vê yekê em balê dikşînin li ser tiştên ku li ser erdê çê dibin û hevdu agahdar dikin. Em bi endamên civaka Kurd li hemû dewletan re di têkiliyê de ne da ku rola xwe wekî lobiyeke Kurdî bilîzin û em bi wan re di nava tensîqeke berdewam de ne û her tiştê pêwîstiya wan pê heye ji wan re tê peyda kirin.
Em li ser avakirina îstîqrarê, kêmkirina rageşiyê û piştgiriya çareseriyek siyasî li gorî çarçoveyên navneteweyî yên peywendîdar disekinin. Ev rê dê bibe wesîleya ku hawîrdorek aramtir biafirîne. Herwiha rê li ber pêşerojek ewle ji bo tevahî Sûriyê, tevî yên li herêmên ku piraniya wan Kurd in, veke. Bi taybet balkişandina ser rewşa koçberan, bi taybetî yên ji Efrîn, ku gelek caran koçber bûne û pêwîstiya vegera wan bo gund û malên xwe yên ku hatine dagirkirin heye.
Di heman demê de ji ber tiştên li Helebê, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê qewimîn, di demên dawî de xebatên dîplomatîk pir zêde bûne.
Ji bona ku statûya Rojava were parastin û gelê Kurd di milê siyasî û leşkerî bi xwe heremên xwe bi rêve bibe, pêwîste di qada siyasî û diplomasî de çi kar û xebat were kirin?
Ji bo bidestxistin û tekezkirina vê yekê pêwîstî bi xurtkirina diyaloga Sûrî-Sûrî û misogerkirina nûnertiya dadperwer û bibandor a Kurdan di her pêvajoyeke siyasî ya pêşerojê de heye. Di heman demê de mafên wan ên destûrî, çandî û îdarî û beşdariya wan a dadperwer di hikumetê de tê piştrastkirin. Herwiha berdewamkirina xebata dîplomasî bi hemû aliyan re pêwîst dike ku bi taybet tensîqa navnetewî divê bê kirin da ku misogeriya pratîkirina mijara entegrasyonê bê şopandin. Ji bo pêşîgirtina li ber her gefên ewlehiyê yên ku çêbibin û piştgirîkirina avahiyên sivîl ên herêmî bi awayekî ku piştgirîya xebata rast û serkeftî ya rêveberiyê di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de bike ku rêzê li pirrengî û mafên mirovan digire.
Pêşbîniya we ji bona dema pêş û bangewaziya we ji bona gelê Kurd di vê dema dîrokî û giring de çiye?
Hêvî bi wê ve girêdayî ne ku heta çi radeyê hewldanên siyasî û dîplomatîk di veguherandina pirsgirêkên heyî bo derfetek serkeftî ji bo çareseriyek domdar ji bo aştî û aramiyê li Sûriyeyê de bi ser dikevin. Herwiha girêdayî wê yekê ye ku em çiqas baş rewşa heyî û guhertinên li Sûriye û Rojhilata Navîn bi giştî fam dikin.
Banga me ji bona gelê Kurd ew e ku yekîtiya navxweyî û bi giştî yekîtiya Kurdan biparêze. Me di dema krîzê de şahidiya vê yekê kir, dema ku min ji seranserê Amerîkayê û ji hemû beşên Kurdistanê, bêyî ku cudahiya siyasî hebe, di nava danûstandinê de bûn. Wan di têkiliyên danûstandinê bi endamên Kongreyê yên li eyaletên xwe re rolek lîstin. Ji ber vê yekê, di vê qonaxê de yekîtiya Kurdan pir girîng e.
Herwiha xurtkirina hevkariyê bi pêkhateyên din ên Sûriyeyê re, û bi rêbazên siyasî û dîplomatîk xebitîn da ku mafên rewa di destûrê de di nav dewletek demokratîk û piralî de werin garantîkirin. Qonaxa niha ji hemû aliyan ve bi aqil tevgerandin, xweragirî û redkirina gotinên nefretê hewce dike. Helbet pêşxistina diyalogê wekî baştirîn rê ji bo bidestxistina armancên gel ji bo ewlehî, rûmet û aramiyê, tê dîtin.






