Ronahî Sadûn/Qamişlo
Xebatên ji bo pêkanîna peymana di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyê de didomin. Di vê çarçoveyê de têkildarî mijarên îdarî, leşkerî û ewlehiyê civîn û hevdîtin çêdibin, hêzên ewlekariyê li xalên hatine destnîşankirin, bicih bûne. Parêzgehê Hesekê dest bi kara kiriye, lê hê jî hin bendên peymanê pêk nehatine û gotûbêj li ser wan dewam dikin.
Berxwedana gelê Kurd şer veguherand ser maseya diyalogê
Şerê ku li Sûriyê rû da ne tenê di navbera QSD’ê û HTŞ’ê û de dibû. Di nava vî şerî de hejmareke zêde dewlet hebûn. Ev şer di navbera dîktatoriyê û azadiyê de bû. Hêzên desthilatdar û hegemon xwestin ku şer bikin şerê navxweyî yê Sûriyê, lê wisa nebû. Ji ber nûnerên Rojava her dem dixwestin ku li dora maseyekê bêne gel hev û bi diyalogê li şûna şer, mijaran çareser bikin. Ev yek bi encam bûi, bi berxwedana gelê Kurd maseya muzakereyê hat danîn û rêveberên Kurdan li ser maseyê cihên xwe girtin.
Agirbest heye, lê metirsî jî dewam in
Dibe ku êrişên ji 6’ê Çileyê ve yên ji aliyê çeteyên HTŞ’ê, DAIŞ’ê û çeteyên giredayî Tirkiyê ve hatibû destpêkirin, hatibin rawestandin. Lê hê jî metirsiya gefxwarinê li Rojavayê Kurdistanê heye. Piştî êriş û dorpêça li ser herêmê, berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan encam da. Hikumeta demkî ya Şamê neçar ma ku bi navbenkariya Amerîka û Fransayê bi hêza QSD’ê re peymaneke nû îmze bike û li gorî vê peymanê agirbesteke hate ragihandin. Li gorî peymanê taybetmendiya bajarên Kurdan bên parastin û li herêmên Kurdan hêzên asayîşê yên ewlehiya hatine erkdarkirin. Ev lihevkirin ji aliyê gelek dewletan ve hat pêşwazîkirin û ew wekî gaveke girîng ber bi kêmkirina rageşiyê hate binav kirin. Herwiha peymana 29’ê Çileyê wekî rojevek sereke ya herêmê û cîhanê cihê xwe diparêz e.
Lihevkirina 29’ê Çileyê wiha bû:
Li ser bingeha peymanek berfireh, di navbera hikumeta Sûriyê û QSD de peymanek agirbestê hate îmzekirin, her wiha derbarê entegrasyonek qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî ji her du aliyan lihevhatin hate kirin. Li gorî lihevkirinê ku 29’ê Çileyê hat ragihandin ewbû ku agirbest pêk were. Hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin. Hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Hundirîn têkevin navendên bajarên Heseke û Qamişlo û entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê werek destpêkirin. Dîsa 3 tugayên leşkerî yên QSD’ê werin avakirin û tugayek li Kobanê girêdayî Parêzgeha Helebê de, were avakirin. Entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyê de were pêkanîn, karmendên sivîl werin tayînkirin. Mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê Kurd werîn pêkanîn. Vegera koçberan bo deverên wan were mîsogerkirin. Armanca peymanê yekkirina axa Sûriyê, pêkanîna entegrasyonê li herêmê, xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de û yekkirina hewildanên ji bo ji nû ve avakirina welat e.
Pêkanîna peymanê 2’yê Sibatê destpê kir
– 1’Sibatê şandeyên hikumeta demkî derbasî Hesekê û Kobanê bûn, civîn hatin çêkirin.
– 2’yê Sibatê li Hesekê bi amadebûna fermandarê Hêzên Asayîşê Mihemed Xelîl Elî (Siyamend Efrîn), fermandarê hêzên ewlekariyê yên bajarê Hesekê Merewan El Elî yê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin û fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîn hat çêkirin. Di hevdîtinên ku ji ragihandinê re girtî hatin lidarxistin de, gavên pêşîn ên pêkanîna lihevkirinê hatin nîqaşkirin.
– 2’yê Sibatê şandeya hêzên hikumeta Şamê derbasî sînorên gundewarên bajarê Kobanê bûn û li xalên ku bi hemahengiya Hêzên Asayîşê re hatibûn diyarkirin, belav bûn. Di heman rojê de hejmarek sînordar a hêzên Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê de derbasî bajarê Hesekê bûn.
– 3’yê Sibatê jî şandeya hikumeta demkî, bi tevkariya Asayîşê derbasî bajarê Qamişloyê bûn û li ser pêkanîna peymanê danûstendin kirin.
– 4 sibatê parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed diyar bû, gel ji bo pêşwazîkirin kom bû.
– 5’ê Sibatê parêzgarê Hesekê ji aliyê girseya gel hat pêşwazîkirin. Di heman rojê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kobanê ji hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Ferhan Hec Îsa, hejmarek nûnerên rêxistinên û rêveberên bajarê Kobanê û rûspiyên pêk dihat çû Helebê. Şande li avahiya parêzgeriya Helebê bi fermandarê giştî yê hêzên ewlekariyê yê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û cîgirê wî Elî Henûra û hejmarek berpirsên din ên hêzên ewlekariyê yên hikumeta demekî re civiya. Di civînê de pirsgirêkên herêmê û mekanîzmeya kar li gorî bendên lihevkirinê nîqaş kirin. Di heman rojê de jî Rêveberiya Kobanê û ya parêzgeha Helebê li ser pirsgirêkên koçberan, qutbûna avê, internet û kehrebê civîn çêkirin.
– 6’ê Sibatê endamê fermandarên komên hikumeta demkî bi serokatiya Hemze El Himêdî li Hesekê bi endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Çiya Kobanê û hejmarek din ên fermandarên QSD’ê re civiyan. Di civînê de qonaxên entegrasyona leşkerî û rêbazên pêkanîna wê hatin nîqaşkirin. Li gorî çavkaniyan, cihên ku dê wekî bargehên 3 tugeyên leşkerî yên QSD’ê werin tesbîtkirin, hatine gotûbêjkirin.
– 7’ê Sibatê Fermandarê hêzên ewlekariyê yê Hesekê yê ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye tayînkirin Merwan El Elî, bi amadebûna rêveberên Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî serdana parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed kir.
– 8’ê Sibatê şande ji hevseroka Hêzên Asayîşa Kobanê Arîn Kobanê û hejmarek endamên Hêzên Asayîşê pêk tê, li avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê, ji aliyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Helebê Mihemed Ebdulxenî ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de mekanîzmayên pêkanîna bendên lihevkirina 29ˊê Çileyê, rêbazên pêxistina ewlehiyê di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin. Di civînê de jî çawaniya tensîqkirinê ji bo rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanê, mekanîzmayên hevkariyê di navbera hêzên ewlehiyê li Kobanê û gundewarê wî ku rewşa ewlehî baş bibe û tevgera şêniyan hêsan bibe hatin nîqaşkirin. Di heman rojê de şandeyeke hikumetê serdana Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo kiribû.
– 9’ê Sibatê şandeyeke hikumeta demkî serdana Rêveberiya Zeviyên Petrolê ya Rimêlan kir.
Şande ji nûnerên Hêzên Ewlekariyê yê hikumeta demkî, Rêveberiya Ewlehiya Derî û Balafirgehan, Desteya Giştî ya Balafirgehan a Sivîl û nûnerên Şîrketa Sûriyê ya Petrolê pêk dihat.
– 9’ê Sibatê şandeyek Ewlekariya Giştî ya girêdayî Wezareta Navxweyî ya hikumeta demkî ya Sûriyê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) civînek li bajarokê Çelebiyê yê rojhilatê bajarê Kobanê lidar xistin.
– 16’ê Sibatê Parêzgarê Hesekê komîteyek tibî ji bo entegrakirina beşa tenduristiyê erkdar kir.
– 17’ê Sibatê Wezîrê Rewşên Awarte û Karesatan a hikumeta demkî ya Sûriyê Raid El Salih serdana parêzgeha Hesekê kir, li wir ji aliyê Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, bi amadebûna şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê nûnerên Desteya Karûbarên Civakî û Kar, Tîma Agirkujiyê, rêxistinên rakirina mayînan û nûnerên koçberên Serêkaniyê û Efrîn pêk dihat, ve hate pêşwazîkirin. Armanc ji serdanê rewşa xebata xizmetguzarî ya parêzgehê were şopandin, rêbazên hemahengiyê di navbera her du aliyan de werin nîqaşkirin ku bersivdana rewşên awarte werin xurtkirin û performansa saziyane û xizmetguzariyê werin başkirin. Di civînê de amadebûyan mekanîzmayên entegrasyona saziyan û pêşxistina asta xizmetguzariyan bi taybet jî warê birêvebirina karesatan û destwerdana lezgîn hatin nîqaşkirin. Li kêleka wê jî nirxandina amadebûna kadroyên pispor û pêşxistina sûdwergirtina ji pisporiyan hat kirin.
– 18’ê Sibatê xebatên entegrekirina saziyên tenduristiyê li Hesekê dest pê kir
– 20’ê Sibatê Parêzgarê Hesekê ragihandibû ku ji bo xurtkirina rewşa xizmetguzarî û îdarî gelek xebat têne kirin û dabû zanîn ku ji wan gavan dê hemû rêyên bajar werin vekirin û komeke girtî werin berdan. Li gorî malpera fermî ya parêzgehê, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed xebatên xizmetguzarî û îdarî yên ku dê werin kirin aşkera kirin.
Parêzgarê Hesekê diyar kiribû ku piştî temamkirina xebatên pêwîst ên bi armanca silametiya tevgra trafîkê, dê ji roja yekşema bê ve tevahî rêyên bajarê Hesekê werin vekirin.
Parêzgar da zanîn ku roja şemiyê (20 Sibat) şandeyek teknîkî ji Şamê tê ji bo ku xebatên jinûve vekirina Balafirgeha Navneteweî ya Qamişloyê temam bike û dîsa bikeve xizmetê. Nûredîn Ehmed destnîşan kiribû ku komîteyeke pispor çavdêriya pêvajoya entegrasyona saziya giştî ya bazirganî û hilberîna dexlûdan dike û karmendên berê hatine derxistin li gorî rêzikên qanûnî vegeriyane karê xwe.
Parêzgar diyar kir ku wê sibe (şemiyê), komeke girtiyan were berdan û dê rêwîtiyên bejayî yên navbera Hesekê û Şamê jî jinûve werin destpêkirin. Ev yek dê têkilî, tevgera welatiyan û kelûpelan hêsantir bike. Parêzgar Nûredîn Ehmed daxuyandibû ku ji bo jinûve aktîvkirina tevahî beşên xizmetguzariyê ku pêdiviyên şêniyan dabîn bikin, îstîqrara îdarî û xizmetguzarî xurttir bikin, dê qonaxa bê bi rêya saziyên parêzgehê bêtir gavên pratîkî bi xwe re bîne.
– 21’ê Sibatê şandeyeke teknîk a hikumeta demkî ya Sûriyê gihaşt Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo, da ku ji bo jinûve xebitandina balafirgehê dan û standinan pêk bîne. Şande ji alîkarê serokê Desteya Balafiran a Sûriyê Emced Nexal û hejmarek teknîsyenan pêk hat û ji aliyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Merwan Mehmûd û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî ve hat pêşwazîkirin.
– 22’ê şandeke hevbeş ji asayîş û ewlehiya navxwe ya Hesekê serdana bajarê Efrînê kir, serdan ji bo hemahengiya vegera koçberên Efrînê bo malên wan e. Şand ji Merwan Elî fermandarê ewlehiya navxwe li Hesekê û fermandar di asayşê de Siyamend Efrîn pê dihat û li gel Mihemed Ebdulxenî fermandarê ewlehiya navxwe li Helebê civiyan.
Bendewariya pêkanîna hemû bendan beyî astengkirinê
Ev gavên tên avêtin, nîşan didin ku xwestek heye da ku ev lihevkirin li ser erdê were çesipandin. Ev pêngav dê bibin amadekarî bû gevên berferhtir li ser dosyayên entegrasyonê û rêvebirina saziyan. Li aliyê din dorpêça li ser Kobanê û dagirkeriya Tirk a li herêmên Kurdan ku li pêşiya vegera koçberan dibin asteng, didiome. Herwiha dosya girtiyan jî di nava nîqaşên sereke de ye. Li ser van mijaran jî gotûbêj didomin. Li ser ji nûve bicîhbûnê û avakirina tabûran xebat û danûstendin berdewam dikin û çav li rê ye ku di rojên pêş de pêkanîna vê xala peymanê bidawî bibe.






