Farûk Sakik
Salek temam bû ku pêngava ‘aştî û civaka demokratîk’ dest pê kiriye. Di destpêkê de hêviyê mezin hebûn da ku doza Kurdistan ya bi salan e di rojeva Tirkiyê de ye wê bihata çareserkirin.
Gotinên wan hebûn. Di rojên destpêkê de digot; “kê dem me Kurd red û înkar kir, we demê me winda kir.” Her wek poşman bûne. Red û înkara kurdan êdî wê bidin seknadin. Kurdan têkoşînek dabûn û bi dewleta Tirkiyê, nasnameya xwe dabûn qebûlkirin. Kurdan şerê xwe da seknandin û derbasî entegrasyona demokratîk bûn.
We çikir? Li meclisê komîsyonek avakir. Karê ku dikaribûn di 2 mehan de temam bikin, 9 meh dirêj kirin. We behsa hesasiyetên civaka xwe ya nijadperest kir û êrişî nirxên Kurdan yên pîroz kir. We daxwaz û armanca têkoşîna Kurdan ya bi salan, da aliyek. We di rapora komîsyona xwe ya tirsonek de peyvek ji bo Kurdan bicîh nekir. Hetanî peymana 29’ê Çileyê ku li Rojava di navbera Kurdan û hikumeta Şamê de hatî îmzekirin, sedemên pêşneketina pêvajoyê we QSD nîşan da. Bi peymana Rojava pêngava derbasî qonaxek nû dibû. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 29’ê Çileyê de digot; “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek e ku her tim xwe ji nû ve dinirxîne, stratejîk û taktîkên xwe diyar dike. Ez vê civînê wekî civînek destpêkê ya entegrasyonê dibînim”
Piştî peymanê we çikir? Waye hûn dîsa vegeriyane behsa hincetek nû dikin. Dibêjin hetanî ku ji aliyê artêşê û îstixbaretê ve hebûna PKK ya bi dawî buye, neyê teyîtkirin, em derbasî qonaxa duyem nabin.
Ji xwe ew komisyon bi raporê xwe yê tirş û kefikî nîyeta xwe eşkere kiribû. Rapora ku pêşkêşî meclisê hat kirin de, hêvî tunebû. Her tişt muglak hatî nivîsandin.
Kurdan jî dikaribûn bibêjin hetanî zimanê Kurdî nebe fermî û dibistana serate hetanî zaningeha nebe zimanê perwerdeyê, em gavên duyem nebin. Lê berevajiyê vê yekê behsa entegrasyona demokratîk kir.
Ji ber vê yekê, cihê yekem ku divê dest pê bike, entegrasyona demokratîk e, ango ji nû ve avakirina civakek ku mirov hevdu wekî xwe qebûl bikin. Rêz li mafên hevdure bigirin û heta ji bo mafên yên din bi awayekî çalak jî bixebitin. Ev tam ew e ku Rêber Apo wekî pêvajoyek bi nav kir. Ger di vî warî de zû tedbîr neyên girtin, ne tenê ji bo Tirk û Kurdan, wê ji bo hemû komên cûda bibe sedem ku nikaribin li Tirkiyeyê bi hev re bijîn.
Ev demek dirêj e, li Tirkiyeyê hişmediyek wisa peydabû ku beşek girîng ji vê civakê ji êşa Kurdan kêyfxweş dibûn. Bi taybet di rojên li Rojavayê Kurdistan êrişên qirkirinê destpêkirin, dixwestin ku ev êş girantir û bêdawî be. Plana qirkirinê dewam bike.
Bûyerên li Rojava û bertekên raya giştî ya Tirkiyeyê li hember wan êşan, îbret bû.
Ev hemû bandorek kûr li ser Kurdan dike û dibe sedema şikestina îradeya wan a ji bo jiyana bi hev re.
Çerxa 100 salî ya înkar(aliyê dewleta Tirkiyê) û serhildanan(Kurdan) bi rêya entegrasyoneke erênî were berevajîkirin, an jî têkiliyên di navbera gelên Tirk û Kurd de dê roj bi roj xirabtir bibin.
Ocalan vê yekê dibîne û dîsa jî şansek dide gelan. Ew wek Erdogan û dewleta derveyî norm tevnagere. Berpisyariyek wî heye û xwe feda dike.
Raporên xwe li gor keyfxweşkirina wan kesên ku ji êşa Kurdan zewq digirin, nenivîsin. Li benda teyîtkirina îstixbaratê û eskeriyê nemînin. Roj were, wê pir dereng be. Formula çareseriyê heger li gel we tunebin derbasî Îmrali bibin.






