Nehîr pale
Sîstem û civaka zayendperest Dîrokê de êşeke dirêj bi jinên Ereb da kişandin, ew kêlî, saet, roj û meh hîs nakin. Ruhî her tim hîs dikin rojek şûna salekê digirê. Daxwaza wan ji sîstem û civakê tenê çend kêliyan kêfxweş bijîn. Li gorî rewşa jinên Ereb ew kêlî jiyan kirin, mucîze ye. Mêr, adetên civaka zayendperest û olê Islamê destûr nadin jin kêf xweş bibe.
Jinên Ereb li hemberî zexta li ser wan tê kirin, fêrî têkoşînê nebûne. Buhayê binpêkirina adetên civakê û ol gelekî giran e. Jina li gorî adetan tevnegerê kêliyan tê ceza kirin. Ew neçare mêr reb bibîne û îbadeta hemû adetan bike. Di vir de ya pirsgirêk çi ye? Jin li gorî adetan biçe jî, dîsa ji civak û mêr rizgar nabe. Her tim jiyanê li wê dikin jehr. Eger civakek ji perçiqandin û kolekirina jinê zevk bigirê, ew civak ji aliyê zîhnî û ruhî ve nexweş e. Çarenûsa jina Ereb bi zîhniyet û adetên vê civakê ve girêdayî ye. Gelo di van şert û mercan de jinên Ereb wê çawa xweşiya jiyanê bibînin û hîs bikin?
Pirsgirêka mezin mêrê Ereb û civaka wan dibêjin kesek mîna me mafên jinê nadê wê. Lê belê gotinên mîna azadiya jin, parastina jin, mafên jin tehemul nakin ku bibhîzin an jî bibînin.
Li bajarê Tebqayê piştî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê derbasî wêderê bû, gurûpekî mêran li hemû sazî, kolan û navendên jin û yên Rêveberiya Xweser geriyane û gotina Jin li kudere hatiye nivîsandin, bi boyaxê sîl kirine. Li ser dijîtal medya li xwe mûkir tên û dibêjin: `Ev heft salin serê me bi gotina azadî û parastina jinê gêj kiribûn. Kolanên me qirêj kiribûn. Kesek weke me mafên jinê nadê wê.`
Jinên Ereb piştî rizgarkirina Tebqa, Reqa û Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ`ê nû gotinên mîna azadiya jin û wekheviya di navbera jin û mêr de dibihîstin. Beşek ji jinên Ereb dema ev gotin bihîstin û saziyên jin vebûn, hêz digirtin ku destbi têkoşînê bikin û beşek jî pêkanîna vê yekê gelekî zehmet didîtin. Ji ber dizanîbûn civaka wan çiqasî di mijara jinê de hişke û gelekî zehmete vê yekê qebûl bikin. Ji xwe di hemû rewşan de jinên Ereb ruhî têne perçiqandin. Zextekî piskolojîk li ser wan tê meşandin ku roj ji wan re bibin sal. Eger temenê wan bighîje 80 salî tê wateya 29 hezar û 200 roj li pêşiya çavên wan bûye milyonên salan. Ji ber wê tirsekî wan ê mezin ji jiyanê heye. Girêdana wan a malbatî û ya bi zarokên wan ve hinekî li ser wan sivik dike. Heyanî astekî dikarin ji bo zarokên xwe her tiştî tehemul bikin lê belê ji jiyanê zêdetir berê xwe didin mirinê. Civaka zayendperest û mêr jinên Ereb dighînin asta benzînê vexwin, bi canê xwe de de bikin û agir berdin xwe. Bi agir êşa pê didin kişandin, vedimirînê. Yan jî xwe tavêjin ava Firatê û hejmarek jî xwe bi ben dixeniqîn in. Guh, çav û zimanê civaka Ereb li hemberî van buyeran girtiye. Cenazayê wan jinan bin ax dikin û kesek ciyê gora wan jî nizanê.
Hemû jinên cîhanê di ber parastina jina Ereb de berpirsyarin û divê wê ji qeydên hezarên salan rizgar bikin.






