Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekbûna jinên Kurdistanê; Parastina destkeftiyan û xurtkirina yekrêziyê ye

25/02/2026
in JIN
A A
Yekbûna jinên Kurdistanê; Parastina destkeftiyan û xurtkirina yekrêziyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Siyasetmedarên Jin li Rojavayê Kurdistanê dan zanîn ku xurtkirina hevrêziyê di navbera tevger û rêxistinên jin ên li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat de û yekkirina gotûbêjên wan di forumên navneteweyî de, beşek girîng ê têkoşîna parastina destkeftiyên gelê Kurd û xurtkirina yekrêziyê ye.

Rojavayê Kurdistanê di demên dawiyê de rastî komplo û pilanên dijminên gelê Kurd hat. Ev yek ji taxên Kurdan yên Helebê dest pê kir û ber bi tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat. Bi banga seferberiyê re ji çar aliyên cîhanê gelê Kurd rabûn ser piyan û piştgiriya xaka Rojava kirin. ev yek ne tenê gel rakir ser piyan di heman demê de bû nîşaneya derketina helwesta hemû partiyên Kurd ji Bakur û Başûrê Kurdistanê bigre heyanî hundirê Rojava. Bêguman ev yekgirtin çawa ku ji bo gelê Kurd hewcedariyeke bingehîn e,ji bo dijmin jî metirsiyeke. Ji lewra derketin û yekbûna neteweyî yê gelê Kurd bi hemû partî û aliyan di vê pêvajoyê de, him gel ji hev du nêz kir her wiha li ser raya giştî bandor kir.

Têkildarî girîngiya yekbûn û yekgirtina netewî ya gelê Kurd, siyasetmedarên jin yên Rojavayê Kurdistanê ku endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sûreya Hebeş û ji Meclisa Sûriya Demokratîk Derya Remadan ji Rojnameya me re axivîn.

‘Destkeftiyên gelê me careke din kirin qurbaniya lihevkirinên xwe’

Sûreya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êriş û hedefgirtina destkeftiyên Rojava û wiha pê de çû: ” Êrîşên dawî yên li dijî herêmên Rojava ku bi hedefgirtina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir û gihîşt deverên rojhilatê Firatê û Kobanê ya ku di bin dorpêçeke dijwar de ye ku bandorê li pêdiviyên bingehîn ên jiyanê dike. Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku destkeftiyên siyasî, îdarî û çandî yên gelê me hîn jî di xeteriya têkbirinê de ne. Tevî qurbaniyên mezin ên ku Kobanê di rûbirûbûna DAIŞ’ê de ji bo parastina hemû mirovahiyê daye, bêdengiya navneteweyî ya li ser hedefgirtina destkeftiyên gelê me û êşên wan îro pirsên kûr di derbarê pîvanên edaletê û pabendbûna exlaqî ya navneteweyî de derdixe holê.

Ew tiştê ku qewimî encama civîna Parîsê ya di navbera hikumeta Şamê û Îsraîlê de bû ku bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di bin zexta Tirkiyeyê de û bi beşdariya çalak a Hakan Fîdan pêk hat. Armanc ew bû ku dîrok xwe dubare bike û destkeftiyên gelê me careke din bibin qurbanê lihevkirinên navneteweyî.”

‘Yekbûn û piştgiriya gelê Kurd, vegerandina hevsengiyê avakir’

Sûreya  bal kişand ser yekbûn û piştgiriya gelê Kurd ya ku derketiye û wiha got: “Li hemberî van zehmetiyan, yekîtiya gelê Kurd li beşên cuda yên Kurdistanê û li dîasporayê wekî faktorek girîng ji bo vegerandina hevsengiyê derket holê.

Me li Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevgereke girseyî ya bêhempa ya bi milyonan kesan, tevgereke çalak a civakên Kurd li Ewropa û cîhanê, her wiha hevgirtina hêz û partiyên siyasî yên Kurd, seferberkirina medyaya Kurdî ji bo ragihandina rastiya bûyerên diqewimin û xurtkirina piştgiriya mirovî ji bo koçberan, dît. Helbet ev yek bi giştî ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kuridstanê cihê şanazî û piştgiriyê bû, hêviya hemû gelê Kurd jî ew e ku yekîtiya gelê Kurd bê avakirin.”

Derya da zanîn ku ev helwesta ku hatiye derketin li ser raya giştî û navneteweyî zext da avakirin û wiha bilêv kir: “Ev yekîtiya siyasî û gel bû sedem ku zextek berbiçav li ser civaka navneteweyî bê avakirin. Ev yek bû sedema rawestandina êrîşan, kêmkirina rageşiyê çêkir û pencereyek ji bo danûstandinan bi Şamê re vekir da ku peymana 18-29’ê Çile bi dest bixe. Her wiha derxistina Fermana 13’an ji aliyê Ehmed el Şeri ve, di derbarê mafên çandî û ziman yên gelê Kurd de. Di heman demê de Ev yek vegerandina hemwelatîbûnê ji bo kesên ku hatine bêpar kirin û ragihandina Cejna Newrozî weke cejneke navneteyî ya gelê Kurd. Ev nîşane, tevî girîngiya xwe, gavên pêşîn in ku pêdivî bi yekkirina destûrî û garantiyên siyasî yên zelal hene.”

Esasgirtina Konferansa 26’ê Nîsanê

Derya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qonaxa heyî pêwîstiya guhertina ji bertekê ber bi çalakiya rêxistinkirî ve dike. Ji ber vê yekê, avakirina dezgeheke siyasî ya yekgirtî ya Kurd li Rojava, li ser bingeha encamên konferansa Kurdî ya ku di 26’ê Nîsana 2025’an de hat lidarxistin, gaveke stratejîk temsîl dike ber bi xurtkirina hevkariya navxweyî û xurtkirina pozîsyona danûstandinê bi Şamê re.

Avakirina dezgeheke siyasî ya berfireh ku partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên neteweyî yên serbixwe di nav xwe de bigire, ji bo yekkirina xîtaba siyasî û çêkirina nêrandineke zelal ji bo pêşeroja Sûrîyê li ser bingeha nenavendîkirina sîyasî û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurd, vedike

Ji aliyekî din ve, lidarxistina konferanseke neteweyî ya berfireh a Kurd ku nûnerên ji beşên cuda yên Kurdistanê tê de bin, dê helwestan hevrêz bike, dîplomasiya Kurd bike yek û rê li ber dubarebûna ezmûnên parçebûnê bigire ku di qonaxên dîrokî yên berê de pozîsyona Kurd qels kirin.”

‘Jinên Kurd îsbatkirin ku ew stûnên bingehîn ên parastina ezmûna demokratîk in’

Derya bal ki]and ser rola jina Kurd di parstina destkeftiyan de û yekgirtina jinên Kurdistanê û wiha got: “Ne mimkûn e ku mirov behsa parastina destkeftiyên gelê xwe bike bêyî ku rola bingehîn a jinên Kurd tekez bike, yên ku bûn pêşeng di aliyê siyasî û civakî ya Rojava de. Bi beşdarbûna xwe di saziyên îdarî, meclisên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û di sektora parastinê de, jinan ne tenê xwe wek hevkar, lê di heman demê de îsbatkirin ku ew stûnên bingehîn ên parastina ezmûna demokratîk in.

Yekîtiya jinên Kurd û rêxistinbûna wan a di navbera partî û herêman de, garantîyeke rastîn ji bo parastina mafên jinan pêk tîne ku di van salên dawî de hatine bidestxistin. Bi taybetî jî prensîba hevserokatiyê, beşdariya wekhev di saziyan de, û derxistina qanûnên ku tundûtûjî û cudakariyê tune dikin.”

Yekbûna jinên Kuridstanê

Derya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekbûna jinên Kurdistanê û wiha got: “Her lawazbûnek di yekîtiya jinên Kurd de were derketin, dê van destkeftiyan bixe xeterê. Bi taybet em di hawîrdoreke herêmî de ne ku hîn jî bi îdeolojiyên dûrxistin û li dijî mafên jinan tijî ne. Ji ber vê yekê, xurtkirina hevrêziyê di navbera tevger û rêxistinên femînîst ên li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat de û yekkirina gotûbêjên wan di forumên navneteweyî de, beşek girîng ê têkoşîna parastina destkeftiyên gelê Kurd û xurtkirina yekrêziya Kurdî ye.”

Derya bi van gotinan axaftina xwe bidawî kir: “Tenê bi saya vê yekîtiya berfireh gelê me dikare destkeftiyên xwe yên li Rojava biparêze, ezmûna xwe ya li Başûr biparêze, têkoşîna xwe ya rewa li Bakur û Rojhilat xurt bike. Geşedan û guhertinên heyî yên li herêmê diqewimin, asta herî bilind a hişyarî û berpirsiyariyê dixwazin. Yekîtîya Kurdan, û bi taybetî jî yekîtîya jinên Kurd, garantîya rastîn a parastina rûmeta neteweyî, avakirina edaletê û avakirina pêşerojek hêjayî qurbanîdana gelê me ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.