Rojnameya Ronahî

Mikurhatinên şaneya çete Ebû Mihemed El-Himsî

Şaneya Ebû Mihemed El-Himsî ya girêdayî çeteyên DAIŞ`ê 17 êrîşên li Reqa û Teqayê pêk anîne. Di mikurhatinan de deteyên girîng girêdayî êrîşên ku li herêmê pêk anîne û rêzbaza pêkanîna wê eşkere bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 23‘yê Adara îsal de tunekirina çeteyên DAIŞ‘ê li Baxozê ku bargeha dawî di destê wê de mabû ragihand. Çeteyên DAIŞ‘ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn bi rêya şaneyên xwe yên veşartî plan û tektîkên nû ji bo êrîşan danîne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya operasyonên paqijkirina heêrmê ji şaneyên DAIŞ‘ê yên veşartî de gelek şane girtin. Şaneya herî dawî ya çete Ebdulreman Elî El-Humsî yê bi navê Ebû Mihemed El-Himsî tê naskirin e. Şaneya El-Himsî ji 6 çeteyan pêk dihat û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin.

Piştî ku nuçegihanê Ajansa ANHA’yê  destur ji Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwest û derfet ji wan re hate danîn, Ajansê  hevdîtin bi endamên şaneyê re pêk anî. Endamên şaneyê li xwe mikur hat ku ew ji 14 êrîş ji teqîn, bûyerên kuştinê, hedefgirtina şervanan, berpirsan û kesayetên girîng li her du bajarên Reqa û Tebqayê berpirsyar e. Ji sûcên ku şane kiriye hewldana kuştina serokê Meclisa Lihevanînê ya êlên Teqayê Abdullah El-Midahî Ebû Mihemed El-Adwanî ya di 24`ê Nîsanê de pêk hatibû. Çavkaniyan herêmên ku çek û amûrên ku şaneyê di êrîşan de bikar dianîn eşkere kirin.

Li gorî mikurhatinên emîrê şaneyê Ebdulrehman Elî Salih an ku Ebû Mihemed El-Himsî, şane ji 6 çeteyan pêk tê. Endamên wê ji herêmên cuda yên Sûriyê ne, piraniya wan koçber in ji Hims, Heleb, başûrê Reqayê û Dêrazorê (herêmên di bin kontrola Rejîma Sûriye de). Navên wan wiha ne; Ebdulrehman Elî Salih ê ku bi navê Ebû Mihemed El-Himsî tê naskirin, herdu bira Xalid Cuma El-Cuma û Ehmed Cuma El-Cuma, Îbrahîm Ehmed El-Dexîl, Mihemed Îbrahîm El-Sewas û Silêman Abdullah El-Esaf.

Şane bi navê berpirsê xwe “Ebdulrehman Elî Salih Ebû Mihemed El-Himsî” tê naskirin. Berpirsên şaneyê çete Ebdulrehman Elî Salih di sala 1993`yan de li Himsê-Mixeremê Jêrîn jidayîk bûye. Di sala 2013`an de tev li Cebhet El-Nusra dibe. Di dawiya 2014`an de tev li nav DAIŞ`ê dibe û di gelek eniyan de Palmîra (Tedmur) û Idlibê şer kir. Piştre di 2015`an de dibe emîrê ewlehiyê yê devera El-Aqîrbat a girêdayî bajar Himsê. Piştî wê dibe emîrê nuqteyên herêma Meskenê. Paşê diçe bajarê Meyadîn û heta dawiya 2017`an li wir dimîne. Di dawiyê de dibe berpirsê şaneyekê li Reqa û Tebqayê û dest bi çalakiyan dike.

Şaneyê piştî hatina emîrê çeteyên Ebû Mihemed El-Himsî  ji bajarê Meyadînê yê Sûriyê di Gulana 2018`an de ber bi bajarê Tebqayê ve di meha Tebaxê de dest bi karê xwe li bajarê Tebqayê dike. Piştî ku Hêzên Sûriye Demokratîk bajar ji DAIŞ`ê rizgar kirin, emîrê şaneyê çeteyên şaneyên çalak kirin û bi çek kirin. Emîrê şaneyê li Reqa û Tebqayê karker û koçber bi 200 dolar didan kar kirin.

Ev şane piştî êrîşên ku li Reqayê pêk anîne, ji şaneyên herî çalak li bajarê Tebqayê tê hesibandin. Şaneyê ji destpêka 2019`an ve 14 êrîş di nav de teqîn û bûyerên kuştinê pêk anîne. Di mikurhatinên çeteyan de eşkere dibe ku wan du bombe li nêzî firina El-Reyan dan ku wesayîteke sivîl kirin hedef ya ku di encamê de sivîlek bibû qurban, bombeya din jî li kolana Fayîz Mensûr ku erebeyek leşkerî kiribû hedef, her wiha mayînek li kolana Navîn a bajarê Teqayê bicih kiribûn.

Şaneyê li bajarê Tebqayê hewl da bûyerên kuştinê pêk bîne. Şaneyê di 24`ê Nîsanê de bi demançeya bêdeng serokê Meclisa Lihevanînê ya Êlên Tebqayê Abdullah El-Mihdahî Ebû Mihemed El-Adwanî kir hedef û biguleyek di milê wî de û yek din di zik de birîndar kirin. Komîna Kolana El-Minewiye bi çeka kilaşînkov kirin hedef di encama wê bûyerê de karkerek paqijiyê jiyana xwe ji dest da. Armanca wê êrîşê qetilkirina endamên komînê bû. Şaneyê du şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk li ser rêya mezreya El-Sefsafe kirin hedef. Her endamên QSD`ê li ser rêya Girtîgeha Ayid û leşkerek li kolana El-Cahêz kirin hedef.

Şaneyê li gel êrîşên xwe li Tebqayê xebatên xwe li bajarê Reqayê berfireh kir. Şaneyê her du bira Xalid Cuma El-Cuma û Ehmed Cuma El-Cuma tev li xwe kirin. Piştre şaneyê dest bi hedefgirtina erebeyan bi çekên kilaşînkov, teqandina hindek dergehan kirin. Ji wan êrîşan; Rêya El-Mezra El-Hikumiye ya li Til El-Semin, rêya gundê El-Sehlebiye Reqa yê ku bi navê Sekora tê naskirin, teqandina pira Geliyê El-Feyd bi rêya bombeyekê, teqandina dikanên hindek bazirganên ku qebûl nekirin pere bidin şaneyê, teqandina bombeyekê li nêzî Nexweşxaneya Besil û teqandina bombeyekê li rex Nexweşxaneya Reqa ya Texasûsî. Di encama lêgerînê de endamên şaneyê diçin bajarê Tebqayê û tev li çeteyên şaneyê yên din dibin.

Girêdayî jêdara çekan, çeteyan destnîşan dikin ku çek ji wan re ji bajarê Idlibê dihat. Çek di erebeyan de di nav şînkahî û madeyên paqijiyê de dihatin veşartin û derbasî herêmê dibûn. Piştre endamên şaneyê çek li mala xwe vedişartin.

Li gorî berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê, hêzên wan piştî xebatên lêgerîn û şopandinê ku zêdetirî 30 rojan dom kir bi kemînekê emîrê şaneyê Ebû Mihemed El-Himsî girtin, piştre girtin ser malên çeteyên din û ew girtin.