Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KJK’ê ji bo Şengalê bang kir: Bikevin nava tevgerê

23/02/2026
in JIN
A A
KJK: Zimanê Dayîkê Nasnameya Gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî zext û lîstokên nû yên hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê got: “Em bang li her kesî dikin ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê me yê Şengalê li ser bingeha karên dîplomatîk, siyasî û parastinê bikevin nava liv û tevgerê. Hêza berxwedanê ya gelê me çawa ku heta niha serketî bû, ji niha û pê ve jî wê serketî be.”

Piştî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Iraqê û gefên Wezîrê Tirk Hakan Fîdan ên dijî Êzidiyên Şengalê artêşa Iraqê ket nava tevgerê. Duh li Şengalê dest bi çêkirina noqteyên nû yên leşkerî kir û li seranserê Şengalê jî dest bi komkirina çekên welatiyan kiriye ku ji bo parastina xwe li gel xwe radikin.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye:

“Li Cîhanê piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn em di pêvajoya herî mezin a krîz û kaosê de ne. Rewşa sîstema netewe dewletan ku nikare bê dewamkirin û îflasa cîhana ji du cemseran nîşaneya kûrahî û bingehîniya krîzê ye. Kaos jî ji ber şerê navbera hêzên ku dixwazin statukoya sîstema hegemonîk dewam bike û jinûve dîzayn bike rû da. Ji ber ku pergala navneteweyî ya sîstema hegemonîk li Rojhilata Navîn bi netewe dewletên qirker pêk hatiye, Rojhilata Navîn û Kurdistan a ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin bûye navenda Şerê Cîhanê yê 3’yemîn. Lê belê krîza avanî û guherîna kaosî bi xwe re derfetên pêşketina li ser bingeha erênî jî tîne. Lewma Rojhilata Navîn di kêliya çarenûsê de ye: Ya wê li ser bingeha çareseriya demokratîk a Rêber Apo diyar kiriye çareseriyek esas bê ergirtin, çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkan re bê peydakirin, ya jî wê siyaseta înkarê ya heyî dewam bike û mehkûmî her cûre hilweşînê be.

Polîtîkaya ku heta niha tê meşandin ew e ku dewletên mêtinger û hêzên desthilatdar ên xwe dispêrin înkar û îmhayê hewl didin xwe dewam bikin û kaosa li cîhanê jî dixwazin ji bo vê armanca xwe bi kar bînin. Komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn ku bi êrişa qirkirinê ya li ser Rojava destpê kir, niha jî bi plana qirkirinê ya li ser Şengalê tê dewamkirin.

Şengal li qirkirineke bêmînak a dîrokî rast hat ku bi destê DAÎŞ’ê hate kirin ku amûra dewletên herêmê ye. Lewma her operasyoneke leşkerî ya li ser Şengalê û her hewldana ji bo têkbirina rêveberiya xweser wê bibe êrişa duyemîn a mezin a DAÎŞ’ê. Şengal sembola jinên cîhanê, Kurdan, gelên bindest û baweriyan e. Şengal cihê qirkirin û berxwedanê ye û nêzîkatiya li Şengalê çarenûsa herêmê diyar dike. Destwerdan û êrişeke duyemîn a li ser Şengalê wê bibe qirkirineke nû ya jinê, qirkirineke nû ya Kurdan, qirkirineke nû ya baweriyan.

Li ser vê bingehê, bi navê KJK’ê em destpêkê bang li dewleta Iraqê û raya giştî ya demokratîk dikin: Li şûna ku li ser bingeha şerê li hemberî Kurdan bikeve xefika hêzên komploger divê bi gelê Kurd û bawermendên Êzidî re çareserî û aştiyeke stratejîk esas bê girtin û pêkanîn. Hevkariya bi pîlana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan wê bibe desteserkirina gelên Iraqê. Yekane rêya têkbirina lîstika -tevlîhev bike û bide şerkirin- a hêzên komploger ku li ser civaka Iraqê dimeşîne, misogerkirina hebûna gelê Kurd di nava sîstema îdarî û destûra bingehîn e, naskirina statuya xweser a Şengalê ye.

Banga me li gelê me û jinan hemûyane;

Li hemberî êrişên li ser Şengalê, weke ku ji bo Rojava kir divê bi seferberiya yekîtiya neteweyî ya di asta şoreşê de helwestê nîşan bide. Kurd û jin wê careke din qet tine neyê hesibandin, wê tine nebe, wê xwe li bêstatubûnê ranegirin. Ji bilî ‘Ya azadî, ya azadî’ wê çareseriyeke din ti carî pêk neyê. Emê nehêlin ku dagirkerî û koletiya li jinên Kurd rewa tê dîtin dubare bibe û bibe çarenûsa welatê me.

Em bang li rêxistiniyên jinan û derdorên demokratîk çep hemûyan dikin; ji bo careke din li Şengalê zemîn ji qirkirinê re neyê amadekirin, piştgiriyê bidin gel û jinên Şengalê. Parastina gel û jinên Şengalê û xwerêveberî mafê rewa ye.

Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku ji bo naskirin û misogerkirina statuya xweser a gelê me yê Şengalê li ser bingeha karên dîplomatîk, siyasî û parastinê bikevin nava liv û tevgerê. Hêza berxwedanê ya gelê me çawa ku heta niha serketî bû, ji niha û pê ve jî wê serketî be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.