Ayşa Silêman/ Dêrik
Mamosteyên bajarê Dêrikê diyar kirin ku ew ê heya dawiyê xwedî li zimanê dayîkê derkevin ji ber ku parastina ziman parastina rûmetê ye.
Ev 14 sal in ku gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê dayîkê dixweyne û gelek peymangeh û zanîngehên bi zimanê kurdî jî hatin vekirin. Lê piştî rûxandina rêjîma baas û hatina HTŞ’ê li ser desthilatdariyê dixwazin gelê kurd careke din qir bikin û wan ji zimanê dayikê bê par bihêlin. Lê gelê kurd bi israrin ku têkoşîna xwe ji bo parastina zimanê xwe berdewam bikin.
Di derbarî rewşa perwerdeya bi zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê mamoste Mihyedîn Resûl, mamoste Nofa Elî û mamoste Gulşa Murad ji Rojnameya me re axivîn.

Pêwîste zimanê kurdî bibe zimanekî fermî’
Mamoste Mihyedîn Resûl da zanîn ku ew daxwaz dikin ku zimanê kurdî bibin zimanê fermî û di hemû saziyan de were bikar anîn wiha got: “Biryarnameya 13‘an a ku ji hêla hikumeta Sûriyê ve hatî derxistin em wê biryarnameyê kêm dibînin. Ji ber ku civak bi zimanê xwe tê nas kirin û ev biryar name mafê zimanê me nediyê de. Sedema êrişên ku di vê dema dawî de li ser Rojavayê Kurdistanê rûdayîn, gelek welatî koçber bûn û di dibistanan de bi cih bûn. Ev yek bû sedem ku perwerde rawestin û xwendekar dûrî perwerdeyê bikevin. Di dema niha de tenê xeta koçerat û berav li wir perwerde berdewam dike, lê li bajarê Dêrikê hatiye rawestandin. Daxwaza me ew e ku hemû biranşên me bi zimanê dayîkê ji bo zarokên me werin dayîn. Di heman demê de bihêvîne ku aramî çêbibe û ev koçber li warê xwe vegerin û dibistan careke din vegerin wek berê.”

Qebûl kirina zimanê kurdî wek zimanekî sereke
Mamoste Nofa Elî diyar kir ku tişta herî girîng ew e ku mirov bi zimanê xwe bi axivê û hestên xwe bîne ziman û wiha got: “Gelê kurd kevintirîn civaka ku li ser vê axê jiyan dikin lewma zimanê kurdî zimanê herî kevine ku li ser vê xaka pîroz hatî dîtin. Şert û mercên ku Rojavayî Kurdistanê îro jiyan dike, ev rewş li pêşiya fêrbûna bi zimanê dayîkê bûye asteng, ji şûna ku zarokên me di vê seatê de li dibistanên xwe bin û di nav fêrbûn û perwerdeyêde bin, lê mixabin sedema êrişên ku li ser gelê kurd pêk hatî gel ji malên xwe koçber bûn û li dibistanan bi cih bûn. Îro bi hezaran xwendekar bê perwerde mane û di xwendina xwe de kêm mane. Em wek mamoste vê yekê şermezar dikin ji ber ku dema xwendekar ji dibistan û perwerdeyê dûr dikeve, gelek qelsbûn dikeve jiyana wan de. Em bang dikin li herkesê ku dengê me dibhîse ku rê li pêşiya van dagirkeran bigrin û zimanê kurdî bibe zimanekê fermî, ji ber ku ne mumkine sûriyeke nû were ava kirin bêyî ku zimanê kurdî wek zimanekî sereke were qebûl kirin.”

‘Mirov bi zimanê xwe tê naskirin’
Mamoste Gulşa Murad anî ziman ku dema mirov dibêje ziman gelek kêfxweş dibe û wiha got: “Ji bo me xewn û xeyal bû ku em bi zimanê xwe bixwînin û binvîsin. Lê îro roj em ne tenê dixwînin û dinvîsînin bi zimanê xwe em li kêlek wê xwendekaran jî fêr dikin. Ev yek bi keda şehîd, şervan û fikir û felsefeya rast bû. Lê şerê ku vê dawiyê rûdayî astengî li pêşiya xwendekaran derxist ku dûrî perwerde û zimanê xwe ketin. Em bi hêvîne demeke nêz de koçber vegerin ser cih û warên xwe û ew xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mayîn ew jî bi zimanê dayîkê bixwînin, ji ber ku mirov bi zimanê xwe tê naskirin.”






