Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dor li Kobanê girtin e!

22/02/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Ev Heyvek e bajarê Kobanê û keleha Kurdan di bin dorpêçeke giran de ye. Piştî êrişîn ku ji aliyê hêzên HTŞ’ê ve pêk hatin, gelek Kurd ji gundên xwe koçber bûn û berê xwe dan bajarê Kobanê. Ev bajarê ku tu jêgeheke xwe ya jiyanê tune û him jêdera Avê û him jî ya Elektirîkê di destê van gIrûpên çekdar ên ser bi desthilata veguhêz a Şamê de ne. Lewra, li nava bajar ava ku peyda dibe ya bîran e û ev jî dibe sedem ku gelek zarok nexweş bikevin. Herwiha di aliyê Nan û pêdiviyên jiyanê de jî gelek zehmetî hene û sotemenî bi zorê peyda dibe. Lewma hin dîmenên seknandina xelkê li ser dora standina Mazotê da ku xwe pê germ bikin li ser tevna civakî belav bûn ku dilê mirov dişewitîne. Herwiha ji ber bi hezaran kes koçbere li nava bajar, li dibistanan bi cih bûne û ev jî bûye sedem ku zarok jî ji xwendinê bimînin û li ser pêşeroja wan jî xeterî dewam be. Dîsa cerên gazê jî peyda nabin û ev jî dihêle xelk an daran bişewitînin an jî xwarina xwe li ser sobeyan çêbikin. Lê nebûna madeya Mazotê, rewşa xelkê zehmet kiriye. Dîsa Heyva Sor a Kurd jî bang kir ku di warê nexweşxane û dermanan de jî alozî girantir dibe û depoyên wan êdî vala dibin. Ji bo vê rewşê, divê her roj derbarê rewşê de rapor an jî daxuyanî ji aliyê Desteya Rêveber ve bihata dayîn ku raya giştî ji vê yekê agahdar bikira. Herwiha nebûna Înternêtê di nava bajar de, nahêle ku xelk jî dengê xwe zêdetir bighîne derve. Lewma ji Rêveberiya bajar tê xwestin herkesî agahdar bike ku dorpêç dewam dike û nehêle ku mijarên siyasî bandorê li ser rewşa jiyanî bike. Ger peymanek di navber QSD û HTŞ’ê de hatiye îmzekirin, ji xalên wê rakirina dorpêçê û vekişîna ji gundên Kurdan e, lê em rojane dibînin ku dizî û talan li gundên Kurdan dewam dike.

Li aliyê din, Hevseroka Daireya têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî derbarê rewşê û Peymanê de ji Ronahî TV re axivî û eşkere anî ziman ku xeteriya êrişan hîne neqediya ye û dewleta Tirk jî bi her awayî li pey gurkirina şer e. Herwiha Îlham Ehmed îşaret bi bikaranîna zimanê nefretê ji aliyê yên ser bi Şamê ve jî rexne kir û diyar kir ku ev jî sebeb û îşarete ku hîne alî li pey şerin. Ev jî zelale, divê milet xwe sist neke û rêveberên herêmî jî xwe nexapînin ku vaye danûstandin heye û wê her tişt bi diyalogê çareser bibe. Ji ber ev HTŞ’ê ye û li pêyî wê jî dewleta Tirk heye û bi sozên wan mirov nikare bawer bike. Divê rewşa Kobanê zêde bi berpirsyarî were dîtin û aloziya heyî bi zanebûn were îdarekirin. Kobanê bajarê şehîdan e û li goristana wê him zarokên Kurdan ên ji bakur û him jî başûr, rojhilat û him jî Rojava hene. Kobanê bajarê Kurdan, ne tenê yê xelkê Kobanê ye. Ji ber wê, divê Kurd li her deverê bi hestiyariyeke zêdetir meselê bixin rojeva xwe. Kobanê wê nebe nêçîra Rovî û Keftaran.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.