Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wênesaza ku çîrokên jiyanê vediguherîne tabloyên zindî û xweşik

22/02/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Wênesaza ku çîrokên jiyanê vediguherîne tabloyên zindî û xweşik

JINHAGENCY

Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Wênesaz Sefa Şêxo hunera xêzkirinê û çawaniya hevrêzkirina rengan fêrî zarokan dike. Wê rêbazek nû di fêrkirina wan de şopand, ku xwe dispêre jêhatîbûna teşwîqkirinê da ku zarok bikaribin bi rêbazê xwe tiştê ku dixwazin îfade bikin.

Ji dema ku mirov çavê xwe li dunyayê vekiriye, wî hêza xwe ya hundirîn hîs kir, ku di destpêkê de wî nedizanî çawa wê wergerîne rastiyê. Wî dest bi hizirkirina li ser tiştên li dora xwe kir, deng bihîst û hewl da ku wan teqlîd bike, tiştan bibîne û hewl bide ku yên mîna wan biafirîne. Lê wî her tim xwe bêçare hîs dikir heta ku bi derbasbûna demê û pêşketina hişê mirovan re, wî karîbû vê hêza hundirîn wergerîne tiştên berbiçav, çi bi derxistina dengên ahengdar û dişibin hev, çi bi muzîk be û wî hewl da ku xwezayê temsîl bike. Ji ber vê yekê wî ew bi rengên geş ên dişibin tiştên di xwezayê de xêz kir, ji ber vê yekê ew wênesaz bû û efsane heyran kirin, ji ber vê yekê wî peyker ji hunera peykersaziyê çêkirin.

Xweşikbûna Efrîn di tabloyên ku xêzkirine de xuyadikirin

Li bajarê Efrîn li herêma Cizîrê, xwezaya xweşik bê guman bandorek kûr li ser jinên ciwan ên hestiyar û hizirker ên ku hawîrdorê dinirxînin kiriye. Di nav wan de wênesaz Sefa Şêxo jî heye ku di nav xweşikbûna xwezayî ya Efrîn de ji dayik bûye, xweşikbûnek ku di gelek tabloyan de tê xuyakirin.

Di destpêkê de, wê huner nexwendiye, li gorî daxwazên malbata xwe, wê li Fakulteya Çandiniyê qeyd xwe kiriye û di sala 2010”an de derçûye. Lê belê û ji bona pêkanîna xewna xwe bi tevlîbûna Enstîtuya Hunerên Bedew, Beşa Wênesaziyê, li Zanîngeha Helebê, ku di sala 2014”an de ji wir derçûye, jêhatîbûna xwe pêkaniye. Bi vî awayî, Sefa Şêxo qet dev ji hewesa xwe ya ji bo wênesaziyê bernedaye.

Ji bo ku jêhatîbûna xwe baştir bike û jêhatîbûna xwe ya xêzkirinê pêş bixe, ew tevlî Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo li taxa Eşrefiyê ya Helebê bû. Li wir, ew hunera xêzkirin û hevrêzkirina rengan fêrî zarokan dike, rêbazek hînkirinê ya nû bikar tîne ku balê dikişîne ser pêşxistina jêhatîbûna wan da ku ew bikaribin xwe bi rengekî herî baş îfade bikin. Ew rola şêwirmendiyê digire ser milê xwe, pêşveçûna hunera wan dişopîne û di wextê rast de şîretên guncaw pêşkêş dike.

Sefaa Şêxo bawer dike ku ji bo gihîştina beşa herî fireh a civakê, “divê em ji temenê pir biçûk ve nêzîkî zarokan bibin û bi wan re bixebitin da ku jêhatîbûna wan bi rêya lîstin û perwerdehiyê nasbikin û baştir bikin. Ev dijwar e û hewldanek girîng hewce dike, lê belê fêrkirina jin û mêrên ciwan hêsantir e, ji ber ku jêhatîbûna wan gihîştîtir e û şiyana wan a îfadekirina xwe mezintir e.”

Ji bo pêkanîna vê armancê, divê hejmara navendên çandî û hunerî yên ku jêhatiyên ciwan û zarokan xwedî dikin û lênêrîna wan a tevahî dikin da ku ew di pêşerojê de bibin wênesaz, muzîkjen û peykersazên asta cîhanî, were zêdekirin.

Bi rêya tabloyên xwe, ew mijarên civakî çareser dike

Ew mijarên xwe ji hawîrdora xwezayî û civakî ya li dora xwe hildibijêre, pirsgirêkên civakî yên wekî yên ku bandorê li jinan dikin û şideta ku ew pê re rû bi rû dimînin çareser dike. Ew boyaxên rûn bikar tîne ji ber ku wekî ku ew dibîne, ew dibin alîkar ku tabloyê bêtir zelal bikin û wate û jiyanê bidinê.

Mîna her wênesazekî, ew dixwaze ku jêhatîbûna xwe pêş bixe û baştir bike da ku hîn çêtir bibe. Ew hewl dide ku kar û ezmûna xwe ya hunerî bi temaşevanên herî fireh ên di civaka xwe de parve bike û karê xwe di hînkirina zarok, ciwanan û xortan de berfireh bike da ku ew di pêşerojê de bibin wênesaz û hunermendên jêhatî, tabloyên herî xweşik û paqijkirî hilberînin.

Sefa Şêxo banga xwedîderketina li zarok û ciwanên xwedî jêhatiyên rastîn kir û piştgirîya exlaqî û madî da wan. Herçend civaka ku ew lê dijî qebûl neke ku jin azad be û tişta ku di hundurê wêde heye îfade bike. Wê jin û keçên ku di warên cûrbecûr de xwedî jêhatiyên hunerî ne teşwîq kir ku xwedî li vê jêhatiyê derkevin û hewl bidin ku wê pêşve bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.