Navenda Nûçeyan
Xwepêşandana ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî dest pê kirine, dewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi şêwazek tund bi ser xwepêşanderan ve diçe jî, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibe.
Rojhilata Navîn xwedî cihekî giringe lewra hêzên desthilatdar dixwazin serweriya xwe li ser pêkbînin
Dema em behsa Rojhilata Navîn dikin, wek erdnîgarî, dikeve Başûrê rojavayê Asyayê. Ev jî Kurdistan, Enedol, Erebîstan, Îran, Welatên Kendavê û heta Misirê digire nava xwe. Rojhilata Navîn, di seranserê dîrokê de, di peywendiyên navnetewî, sîyasî, aborî û çandî de her tim bûye xwedî rolekî girîng. Sedemên bingehîn ên siyaseta van welatan bi rewşa aborî ve girêdayî ye, dewlemendîyên sererd û binerd û girîngîya vê herêmê ya jeo-polîtîk û jeo-stratejîk e. Lewma kîjan hêz li cîhanê serwer bûbe, pêşî bala wan li ser vê herêmê hatiye kişandin û xwestine li vê herêmê serwer bibe.
Li Rojhilata Navîn, him hêzên herêmî û him jî hêzên navnetewî, her dewletek ku xwe xurt dîtiye, xwestiye li vê herêmê serwer bibe û her tim bi hêzên dijber re di nava rikberiyê de ye. Di salên piştî Şerê Cîhanê bi giranî Amerîka bi rêya Tirkiyê, Îran û Siûdî serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn domandiye. Herwiha bi guhertina rejîma Îran û avakirina komara Îslamî re, niha rewşa wê di hemû aliyan de aloztir bûye.
Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî sîstema zordar têdikoşin
Siyaseta li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi zextên tund ên hikumeta navendî û têkoşîna Kurdan a ji bo mafên neteweyî û demokratîk tê zanîn. Piştî bûyera Jîna Emînî, nerazîbûnên li Rojhilat veguherî şoreşeke civakî ku armanca wê azadî û rûxandina sîstema zordar e. Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya ziman, çand û mafên siyasî di nava têkoşînê de ne.
Dewleta Îranê bi rêya saziyên ewlehiyê zextê li çalakvanên Kurd dike û herêmê di bin çavdêriyeke tund de digire. Partiyên siyasî yên Kurd û gelê Rojhilat, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, ji bo xweseriyê têdikoşin. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” Piştî kuştina Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên mezin dest pê kirin ku bûye şoreşek daxwaza guhertina sîstemê dike. Hikumeta Îranê hewl dide bi rêya çêkirina nakokiyên mezhebî û neteweyî, yekîtiya gelan lawaz bike. Rojhilatê Kurdistanê ku piştî peymana 1639’an di nav sînorên Îranê de maye, her tim bûye navenda berxwedanê ya li hemberî sîstemên navendî.
Hêrisa gel li dijî sîstemê mezintir bûye
Piştî protestoyên mezin ên salên 2022 û 2023’an control û girtinên çalakvanan hîn berdewam in. Lê niha şêwazên çalakiyan hatiye guhertin ku hîn zêdetir hêrisa gel li hemberî sîstema li Îranê tê meşandin derketiye pêş.
Nerazîbûna li beramberî alûziya aborî
Xwepêşandanên ku li Çarşiya Tehranê ya Îranê ji ber alûziya aborî dest pê kirin û li bajarên din ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn, zêdeyî 20 roj in berdewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi şêwazek tund bi ser xwepêşanderan de diçe jî, lê her ku diçe çalakî berbelav dibin. Xwepêşandana gelên Îranê zêdeyî 257 navçe, 88 bajarok û 27 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn e.
Aboriya welat girêdayî rewşa siyasî ye
Xwepêşandan ji bo protestokirina kêmbûna bilez a diravê Îranê ya li gorî dolar û herwiha kêmbûna domdar a diravî hate lidarxistin. Lêbelê aboriya welêt girêdayî rewşa siyasî ye. Ji ber gelê Îranê zêdetirî 14 salin ji ber rêveberiya şaş û siyaseta derve ya Komara Îranê, ji hêla aborî ve êş dikşînin. Ji ber vê yekê xwepêşandan zû belavî deverên din ên Îranê bûn û gelek beşên din ên civakê beşdar bûn. Herwiha xwepêşandan ji destpêkê ve bi qîrîna dirûşmên dijî hikumetê dest pê kirin.
Hikumeta Îranê xwest bi gotinan gel û xwepêşandanan bixapîne
Di destpêka krîzê de, rejîmê bi gotina ku ew mafê gel ê xwepêşandan û nerazîbûnê nas dike û hikumet dê her tiştî bike, da ku debara jiyana gel misoger bike, hewl da ku nearamiyê kontrol bike. Lê belê, her ku xwepêşandan hem li gorî erdnîgarî û hem jî di warê daxwazan de belav bûn û her ku dirûşme bêtir rexnegir û bi eşkere li dijî hikumetê bûn. Lemwa jî rejîmê retorîka xwe guherand da ku di navbera xwepêşanderan û serhildêran de cudahî çêbike. Karbidestan bazirgan û dikandaran wekî xwepêşanderên rewa yên bi giliyên aborî nîşan dan, di heman demê de xwepêşanderên din wekî sîxurên ku ji hêla hêzên biyanî ve hatine perwerdekirin bi nav kirin.
Bîlançoya xwepêşandanên li Îranê ku di 16’ê Sibatê de hat weşandin wiha ye:
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raporek belav kiribû. HRANA raginand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 7 hezar û 15 kes hatine qetilkirin û 53 hezar û 552 xwepêşander hatine binçavkirin. Herwiha 25 hezar û 845 xwepêşander birîndar bûne. Li gorî raporê di nav kesên hatine qetilkirin de 6 hezar û 508 xwepêşander, 226 zarok û 67 welatiyên beşdarî xwepêşandanan nebûne hene. Herwiha 214 endamên hêzên ser bi rejîma Îranê jî hatine kuştin. HRANA da zanîn ku ji serê xwepêşandanan ve 144 xwendekarên zanîngehê hatine binçavkirin, 11 hezar û 53 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên rejîma Îranê hatine gazîkirin. 355 xwepêşander jî bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin. Di heman demê de di raporê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê ji bo tepisandina xwepêşandanan û ragihandina navbera xwepêşandêran internet birîne û SIM kartên wan bloke kirine.
Di encamê de eşkere dibe ku Rojhilatê Kurdistanê di nava şert û mercên siyasî û aborî yên giran de ye. Kontrola ewlehiyê hîn xurt e, aborî di asteke giran de ye û daxwazên mafên ziman û çandî yên ji aliyê gel ve tên kirin berdewam in. Lê civak hîn çalak e ku hîn jî hêviya guhertinê di nav xelkê de heye.






