Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

60 roj ji çekdanîna Hemasê re hatin destnîşankirin

22/02/2026
in CîHAN
A A
60 roj ji çekdanîna Hemasê re hatin destnîşankirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Çekdanîna Hemasê yek mijara sereke ya Israîlê ye ku beşeke girîng a pilana hêzên navdewletî weke Amerîka ya bi navê dîzayînkirina nexşerêya Rojhilata Navîn e. Israîlê di 16’ê Sibatê de eşkere kir ku divê bi dirêjahiya 60 rojan Hemas çekên xwe bi temamî radest bike.

Danîna çekê Hemasê daxwaza Israîl û Tirump e

Îsraîl 60 rojan dem da Hêzên Hamasê ku çekên xwe radest bikin, eger ev yek pêknehat jî Israyîl gefên êrişan li ser Xezayê xwar. Ev tişt ji aliyê şêwirmendekî bilind ê Serokwezîr Netanyahu ve di 16’ê Sibatê de hat gotin, piştî ku Netanyahu got: “Pêwîst e ku Hamas çekên xwe radest bike, tevî tivinga Kilaşînikofê divê pêvajoya radestkirinê pêkwere.” Di axaftina xwe li konferansa li Îsraîl de, Sekreterê Meclisa Wezaretî, Yossi Fuchs da zanîn ku rêveberiya serokê dewletên Yekbûyî Donald Trump 60 rojên dema radestkirinê pejirand û got “Em rêzdariyê ji vê yekê re dikin.”

An çekdanîn an jî operasyona leşkerî li dijî Xezayê

Fox eşkere kir ku ew ne piştrast e ku wê kengî dema 60 rojî dest pê bike, lê dibe ku ew bi konferansa Konseya Aştiyê ya 19’ê Sibatê re dest pê bike. Rayedarê Îsraîlî Fox destnîşan kir ku di vê demê de, Hamas dê neçar bimîne ku dest ji hemû çekên xwe berde. Herwiha tekez kir ku Kilaşînkof dê bi temamî ji wan bêne standin. Wî berdewam kir û got: “Em ê rewşê binirxînin. Ger ev bi ser bikeve, wê pir baş e. Eger bi ser nekeve, artêşa Îsraîlê dê neçar bimîne ku bi erkê xwe rabe. Texmîna maqûl ev e ku berî hilbijartinên Îsraîlê ya ku tê payîn ku di Cotmehê de pêkwere, lê dibe ku ew bo Hezîranê were pêşxistin), an Hamas dê çekên xwe deyne, an jî artêşa Îsraîlê dê operasyoneke leşkerî ya nû li Xezayê pêkbîne. Gelek tunelên Xezzeyê jî hene ku divê di çarçoveya operasyonê de werin hilweşandin.”

5 milyar dolar ji bo jinûveavakirina Xezayê li hemberî bêçekirina Hemasê

Netanyahu di 16’ê Sibatê de têkildarî çekdanîna Hemasê wiha got: “Bêçekbûn tê wê wateyê ku Hamas divê çekên xwe berde, ne tenê çekên xwe yên sereke berde û yên biçûk weke tivingan bihêle, çeka herî kujer tivinga Kalaşnîkov e. Ev tiştê ku wan di 7’ê Cotmehê de bi kar aniye tevgera Hemzasê hîn jî li Xezeyê nêzîkî 60 hezar tifing hene. Hamas xwediyê 60 hezar tifingan e, ji bilî roketên dijî-tank û hawanan di destên leşkerên Hemasê de hene. Bêçekkirina Xezayê tê wateya wêrankirina tunelên 350 kîlometre yên Hamasê kargehên çekan.” Ev yek tê wateya ku divê Hemas binesaziya xwe ya leşkerî bi dawî bike û xwe fesix bike. Di 14’ê Sibatê de, Donald Trump bang li Hamas kir bila Hemas çekê xwe bi temamî radest bike, ev yek jî di çarçoveya peymana agirbesta Xezayê de û destnîşan kir ku Konseya aştiyê ya ku wî ava kiriye ji bo jinûveavakirina Xezeyê ya ku ji şer wêran bûye soz daye ku ew ê 5 mîlyar dolar bide. Bêçekbûna Hamasê beşekî sereke ye ji qonaxa duyemîn a peymana ku di Cotmeha 2025’an de hatiye îmzekirin. Di vê qonaxê de wê artêşa Îsraîlê gav bi gav ji Xezayê xwe vekişîne, ev yek jî piştî bêçekkirina Hamasê û bicihkirina hêzek navneteweyî ji bo aramkirina Xezayê mercekî sereke ye. Lê belê Hamasê gelek caran redkirina xwe ya derbarê bêçekkirinê di bin dagirkeriya Îsraîlê de tekez kiriye. Rêberên Hemasê pêşniyar kirine ku çekên xwe biparêzin, bi şertê ku ew dernexin û nedin nîşandan. Ev mijar gelekî asê ye, ji aliyekî ve Hemas naxwaze çekan radest bike ji ber eger vê yekê pêkbîne ew ê were tunekirin û tu destkeftî jê re namînin. Ji hêla din ve Israîl dixwaze Hemasê bêçek bike ji bo ku pêvajoya bêçekkirina Huzbullahê jê re hêsan bibe û bi serbestî Israîl li herêmê tevbigere.

Israîl qebûl nake uranyûm û mûşekên giran li gel Îranê bin 

Bê guman çekradestkirina Hemasê û siyaseta ku Amerîka û Israîl li hemberî Îran didin meşandin di yek çarçoveyê de ye. Derbarê Îranê de, Netanyahu tekez kir ku pêwîst e Tehran êdî nebe xwedî şiyan di warê pêvajoya çêkirina uranyûmê de û hemû uranyûm ji Îran were derxistin. Netanyahu destnîşan kir ku divê di her rêkeftinek bi Tehranê re hilweşandina binesaziya nukleerî li ser maseyê be, ne tenê rawestandina çêkirina uranyûmê di nav xwe de bigire. Herwiha serokwerzîrê Isaîl daxwaz kir ku mûşekên balîstî yên Îranê tenê bi dûrahiya 300 kîlometreyan ve sînordar bin. Di vê dema dawî de em dibînin ku Amerîka û Israîl bi tundî gefê li Îranê dixwin ku wê êrişeke mezin û bi bandor li Îranê pêkbînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.