Volqan Elî
Di van rojên dawî de bi taybetî li ser înternet-tv li dijî fikr û felsefeya Apogerî êrîşeke nedîtî didome. Ne tenê li vê qadê, li ser meydanê di nava jiyanê de jî êrîşeke pir mezin heye.
Jixwe mirov, nikare van êrîşan ji pêvajoya şer û êrîşên çeteyên dewleta Tirk û hikumeta demkî cuda bigre. Temam, êrîşên bi vî rengî yên li dijî Rêber Apo di pêvajoyên derbasbûyî de jî hebûn, lê ne bi vê serberdayîbûnê. Mirov dikare yek bi yek, di çarçoveya derfetan de bi mînakan li ser vê mijarê bisekine. Lê dibe ku wekî dibêjin wê demê ‘ji ber daran, daristan xuya neke’.
Bifikirin ku hûn di nava daristanekê de dimeşin. Eger yek ji we dîmeneke giştî ya daristanê bipirse dibe ku hûn çend darên li derdora xwe û çend tiştên din ên li derdorê bînin ziman. Lê belê ev dîmen, ne dîmeneke nêzîkî rastiyê ya daristanê ye.
Wekî vê, çend mînakên li meydana înternetê yan jî di jiyanê de derbarê hemû heqîqetê de zêde tiştekî nabêjin. Dikin ku mejî li ber çavê mirov şêlo bibe û ti tişt neyê naskirin.
Hêzên hegemon wekî tê zanîn di rojên destpêkê yên sala 2026’an de plangeriyeke dojehî li ser serê gelê Kurd û gelên herêmê xistine dewreyê. Armanc çibû? Hedef ew bû ku projeya xwîşk û biratiya gelan, ku tê zanîn ev çavkaniya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digire, a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Ev plangerî di astekê de serkeftî bû. Çima? Ji ber ku beşeke mezin a eşîrên Ereb ji Projeya Xwîşk û biratiya gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr xistin. Ev bi hûrguliyên wê ve li ber çavan raxistin mijareke hê berfirehtir e. Lê em ji bo niha vê wekî encamekê digirin dest.
Ev êrîşên dijber di aliyê çavkaniya xwe de li du beşan dabeş kirin gengaz e: Ya destpêkê şerê taybet ê dagirkeriya Tirkiyê; ya duyemîn jî xeta netew-dewletê yan jî neteweperestiya Kurd e. Ya rast jî ew e ku modernîteya kapîtalîst ku li dijî bihevre jiyana gelan sersebeba herî bingehîne. Dîsa jî li ser erdê û bi taybetî jî di nava civaka Kurd de, ev wekî neteweperestiyeke Kurd derdikeve li pêşberê me.
Ji van her du xetan (êrîş) ya şerê taybet ê dewleta Tirk tê fêmkirin: Wekî ku pêşiyên me gotiye “Dijmin e û bê mînet e”. Lê belê xeta neteweperestiya Kurd, ku ew bi vî şiklî xwe pênase dikin, nayê fêmkirin. Ji ber çi nayê fêmkirin? Bi taybetî dema ku YPG-YPJ herêmên piranî Kurd lê jiyan dikirin rizgar kiribûn berê xwe dan herêmên wekî Minbic, Reqqe û Tebqa û hwd. Wê demê tê bîra her kesî, van derdoran digot, “Ma hûn ê çi bikin ji erdên Ereban, ew der ne erdên Rojava ne” û hwd. Werin lê wê ecêbê binêrin ku ew derdor ne xwediyê gotina xwe jî bûn. Angu ji bo ku erdên Rojava ji binê dagirkeriya DAIŞ’ê jî selefiyan rizgar bibe, tiliya xwe jî ranekirin. Dev berde ji wê, hin bûyerên nexweş ku wê demê qewimîbûn (mînak, bûyera Tirbespiyê) ji bo ku YPG teşhîr bikin bi kar anîn. Gelek şaşitî û kêmasiyên wisa, xistin xizmeta şerê taybet ê dagirkeriya Tirk.
Piştî serê vê salê dema ku hêzên hegemonîk biryar girtin pêşiya HTŞ vekin û di encamê de şerê Kurd û Ereb derxin, bi derengî jî be Rêveberiya Xweser û QSD biryar da ku ji herêmên Derezor, Tebqa û Reqqa ku piraniya wan gelê Ereb lê jiyan dike, vekişe. Dibe ku me ev rewş hema bi yek hevokê anî ziman lê pêşiya şerekî ku sed salî di navbera gelan de derkeve hate girtin.
Dîsa di vê navberê de êşên pir mezin hatin kişandin û hûrguliyên wê ku hê jî bi temamî ronî nebûne, bi pêş ketin. Me gotibû xeta neteweperestiya Kurd… Vaye niha jî radibin û dibêjin, “Ma me ji we re negotibû, çi karê me bi rizgarkirina erdên Ereban heye? Binêrin em mafdar derketin Ereban xiyanet li Kurdan kirin.” Ji ber ku armanca esasî ya van derdoran mejiyê civakê şêlokirin e, hin caran jî wê gotinê belav dikin ku çima QSD ji herêmên ku Ereb lê jiyan dikin vekişiyaye. Kurt û Kurmancî wekî dibêjin ‘Ne germ li wan tê û ne jî serma’. Tu diçî, dibêjin tu çima çûyî, tu tê lê ew dibêjin tu çima hatî? Angu derd û kula van derdoran ne hirde û vir de ye. Çîrokeke pêşiyên Kurdan heye, ‘berxika reben û gurê çavsor’… Yên vê çîrokê dizanin, dizanin. Dibe ku rewşa em di nav de herî baş ev çîrok vedibêje. Lê dem û cihê me ne ewqas bêhnfireh e!






