Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mala xwendinê ya Ş. Nagîhan Akarsel; Ji azadbûneke hişmendî bû dorpêçeke fikirî

22/02/2026
in Serbest
A A
Mala xwendinê ya Ş. Nagîhan Akarsel; Ji azadbûneke hişmendî bû dorpêçeke fikirî
Share on FacebookShare on Twitter

Rojiyan Hisên

Kurdistan û gelê Kurd bi çand, zanebûn, jîrîtî û comerdiya xwe tê naskirin. Di rêzedîroka Kurdistanê de heya roja îro tê zanîn ku rûyê Kurdan li ber bi kîjan aliyê de bû. Di gelek vedîtinên dîrokî de hewildana tekezkirina ku Kurd ne gelekî kevnar e û ne xwediyê candek dîrokî ye, dikin. Lê belê li gorî lêkolînan û şûnwarên dîrokî ev tesbît ji nû ve di ber çavan re derbas bû û girîngî dane çanda xwendin û belgekirina dîrokî di gelek pirtûkxaneyên Kurdistanê de derketin holê.

Li wan pirtûkxaneyan di heman demê de wek dever û navendên zanyariyê û berhevokên civakî û çandî tomar dikirin. Bi wateyek din ew pirtûkxane wek domandina şûnwar û mîrateyên civakî, zanyarî û çandî dihatin bikaranîn.

Lê dîsa jî ew cihên komî ku belgekirin tê de hebûn û dîroka welatekî û netewek kevnar wek Kurdan dihat parastin ji hêla êrîşkar û dagirkeran ve dihatin rûxandin, şewitandin û windakirin. Mînakên wê gelek in û heya roja îro jî bi awayekî qirker nêzî netewa Kurd dibin. Heya em rojên îroyîn fêm bikin û şirovebikin divê hinekî di warê dîrokî de jî em bizanibin li ku derê û çawa ev deverên zanabûn û çanda Kurdewarî rastî qirkirinê hatine.

– Li aliyên Kurdistanê mijarên nivîs, belgekirin û pirtûkxaneyan li pêş bûn.

Li Bakurê welêt bi taybet derdora gola Wanê şaristaniya Ararto ku xwe dispêre koka (Arî – Ararat) beriya zayînê di sedsalên heftemîn heya 9 B.Z. de rû daye. Rêbazên nivîsê û bi taybetî di pesneya Qralê wan bi navê Serdorî de xuya dibe. Hemû Qralên Arartoyî bi zimanê Kurdî dîroka dewleta xwe belge dikirin û di nav de jî bi zimanê Mîxikî (Luwiyan) jî dinivîsandin. Herwiha planên leşkerî û stratejîya polîtîk jî bi zimanê Kurdî dihatin nivîsandin. Di encama êrîşa Asûrî û êlên (Koçberên Sîkîtî û Kêmirî) ev belge hatin revandin û niha qet ne li ser axa Kurdistanê ne ku beşek ji belgeyên mayî li muzexaneya Ermenîstanê û Birîtanyayê ne.

Ya din ku hêjayî bi bîrxistinê ye, bi taybet di aliyê Rojhilatê welêt de gelek girîngî dane mijarên çandî û belgekirina dîrokê, herwiha ew dever wek cihê ibadet û baweriyê jî bi kar anîne. Pirtûkxaneyên li Rojhilatê Kurdistanê di aliyê zanyarîyanên olî (Avesta) dîrokî, zanista stêrnasî (Anastronomî) de gelek balkêş bû û navên pirtûkxaneyan, pirtûkxaneyên Avîstayî bûn. Yek ji kevintirîn destnivîsan bi navê “Megûş” e di alî hişmendî û fikirî de ye. Lê belê bi êrîşa Skenderê Meqdonî de û ne aramiya herêmên Rojhilatê Kurdistanê de ew destnivîs hatin şewitandin. Beşên mayî ji zanist û çandê bi awayekî devkî heya roja îro tê. Mixabin aliyên din ên Kurdistanê ji windakirin û qirkirina dîrokî bê par nemane. Dema ku di salên (1256–1260) mexol bi serkêşiya Holako erîşî Kurdistanê ji Amed heya Hewlêrê dike, ji bilî komkujiya ku bi sed hezaran Kurdan dikujin, hemû şûnwar û mîrateyên Kurdbûnê di çemê Dîcle de têne avêtin. Ev çem rengê wê ber bi reşbûnê ve diçe ji rengê nivîsên tê de û bi wê rengî di wê êrîşê de çem dibe şahid li ser rêbazên qirkirin û hewla bin avkirina dîroka Kurdan.

Di rojên îro de hewildana vejînkirina pirtûkxaneya Kurdî û malên xwendinê jî yên Kurdewarî gelek li pêş e. Ji pirtûkxaneya ku Bedirxaniyan li Dihoka Kurdî dikeve de bigirin heya pirtûkxaneya Mestûra Erdalanî li Amedê paytexta Kurdistanê, heya çihên ku Kurd lê jiyan dikin wek Mala xwendinê ya Ş. Nagihan Akarsel li Helebê taxa Şêx Meqsûd.

Holakoyê sedsala 21’emîn, pir in ku bi rengekî din dixwazin Kurdbûna me qir bikin. Li Helebê di dîroka 4’ê Cotmeha 2023’an de bi armanca xurtkirina çanda Kurdî û pêşxistina zanîna xwendina pirtûkan; mala xwendinê ya Ş. Nagîhan di bin siya akademiya Jineolojî de hate vekirin. Ev dever bû cihê coş, zanîn, belavkirina çanda Kurdî û komxebatên zanistî. Gelek çalakiyên renge reng derbarê çanda kurdî û aktîvkirina xwendin û rola ciwanan di civakê de tê de hatin meşandin. Bi sedan pirtûk, kovar û nivîsên Kurdî tê de hebûn.

Di dawiya sala 2024’an de hikûmeta Esed hilweşî û HTŞ’ê bi serkêşiya Colanî hat ser desthilatê. Pê re rewşa taxa Şêx Meqsûd û mala xwendinê hate guherîn. Ji 6’ê Cotmeha 2025’an de ku êrîşên hovane ji hêla HTŞ’ê ve li ser taxê dest pê kirin heta êrîşa dawî di 6’ê Çileya 2026’an de pêk hat hemû hovîtî û şofîniya Holako di kesayeta wan de derket holê. Piştî berxwedaniya dîrokî ya taxê ku hefteyekê dom kir, tax hate dagirkirin û mala xwendinê bû cihê tomarkirina çeteyan. Wêneyên tê de hatin rakirin û pirtûkên Kurdî hatin qedexekirin û çalakiyên Kurdî divê neyên lidarxistin. Ew mal ji azadbûnek hişmendî bû dorpêçeke fikirî û doxma. Navê wê hate guhertin û bû Malbenda Çandî, lê pirsa ku derbikeve holê çanda kê? Nûnertiya kê dike?

Di vê rêzêdîroka êrîşên li ser pirtûkxaneyên Kurdî û malên zanînê yên Kurdan de navên êrîşkeran diguhere, lê encam yek e, hewildana qirkirina Kurdan e. Ew hewildan tu carî bi ser nakevin ji ber pênûsa azadxwazan wek kaniya jînê herikbar in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.