Hunermend Reşîd Sofî
“Bejnek hunerî ya bêhempa û Stûnek afirînerî ya şiyandar”
Hunermend û awazdênerên kurd ji stûnên helperîna neteweyî ya kurd tên hesibandin, wan hunera xwe wekî amûrekî bikar anîne ji bo parastina zimanê kurdî, mîrasê çandî û hunerî, û pêşxistina nasnameya neteweyî,
û di nav hunermendan de, Reşîd Sofî bi dengê xwe û jenandina li ser Ûdê derdikeve pêş, ku wî hevrêziyek di navbera resenî û afirîneriyê de çêkir bû, di gel parastina maqam û folklora kurdî, û danasîna hunera kurdan ji bo nifşên nû bêyî ku koka xwe winda bike.
Reşîd semboleke zindî ya nasnameya çandî bû, parêzvanê bîranîna muzîkî ya gelê kurd bû, û mînakek zelal a rola hunermendê di parastina mîras û ziman ji windabûn û jibîrkirinê de bû.
Li ser baniyên Kobanê, ku xak bi bîranîna bav û bapîran tijî ye , ku çiyan bi stranên şivanan dengdidin, û jin distrînin ji bo simbilên ku serjêrdikin li ber das û qeynaxan , li wargehê ku bilbil û şalûl rûçikên gulan himbêz dikin, hunermend û awazdênerê kurd Reşîd Sofî di dilê vî bajarî de hatiye dinyayê, bajarê ku li ser milê Firatê pal dide û li ser nalîna bilûran radibe, ku ji çiyayên wê hêzbûna giyan werdigire, û di nav zinar û geliyên wê de pêma û nişanên mîrinşînên kurdî yên kevnar wekî Sobarto, Mitaniyan û Huriyan hildigire, di vê bajarê kurdî de, ku hişmendiya wî ya yekem hatiye afirandin di jîngehek de ku olên asmanî bi mîrasên gelêrî re têkildar dibin, û ew gihişte têgihiştinek kûr ku xak stran e, û nasname awazeke qet qut nabe.
Hunermend, awazdêner û Mûzîkjenê kurd Reşîd Sofî di roja 23/4/1953’an ji dayîk û bavek kurd, di bajarê Kobanê (Kaniya Kurda) ,bajarê kurdî yê resen û dewlemend bi çîrokên xwe yên gelêrî, çavkaniyên xweşav û mêrgên keskîn hatiye dinyayê, di nav malbateke kurdperwer, oldar û olperist de ronahî dît, bavê wî muftîyê bajarê bû, û ji dengê wî yê zarokiyê de ,di xwendina Qûranê û sirûdên zikir de, pêlpêlokên dengê wî vebûn ku ruhê sofîtî û zelaliya baweriyê di xwe de hildigirtin, û ew bû destpêka rêya dirêj a wî ya di navbera pîrozwerî û hunerê de.
Dengê wî ji zarokiyê ve bi pîroziya peyv û giyaniya melodiyê ve girêdayî bû, û civînên zikr û guhdarkirina Qûranê pîroz û ezberkirina wê, ew dibistana wî ya yekem bûn,di wan deman de , ew têgihişt ku deng peyamek e, û awaz amûreke bo derbasbûna dilan.
Zarokiya wî ne tenê salên derbasdar bûn, lê ew mîna vebûna guleka beriyê di nav zinaran de bû ku serê xwe naçimîne tucaran.
Di kolanên têng yên Kobanê de, ku bi bênxweşiya nanê tenûrê tê dagirtin, û di navbera xanîyên axê de ku germiya malbatê di xwe de diparêzin, wî dît ku xak melodîyek heye, ezman rîtîmek heye, û gel stranek heye di hundirê singa xwe de diveşêrin.
Wijdana wî ji dengên xwezayê hate damezrandin, mîna xumxuma pêlên ava Feratê, stranên cotkaran di demsalên çinînê de, dengvedana dasikan di zeviyan de , lîlandina jinan di dewatan de, û stranên şivan di çîmenan de,
Ew ne di zanîngeh û dibistanan de fêrî mûzîkê bû ,lê ji xwezayê bixwe, û ji mîrasê ku li ser devên nifşekî pey nifşekî wergirt , heta ku her dengê li derdora wî bû mamosteyek, her çîrokek di şevan de bû dersek û her stranek di dewatan de bû tovek di wijdana wî de cih digirt.
Sofî dest bi rêwîtiya xwe kir li meydanên gundan û pîrozbahiyên wan de, digeriya li bingehên muzîkî yên di mîrasê gelêrî de, stranên kevnar bi destdanên xwe ên taybet nû dikirin, heta ku ji herêmî derbas bû û gihişt bi qadên Kurdistanê ên firehtir,
Ew di gihiştina xwe ya hunerî de, ew bû awazdênerek ku di navbera reseniyê û hestên girêdana civakî de hevsengîyê ava dike, her stranekî ew vediguherîne belgeyeka têkiliyê û parastinê ji bo ziman û nasnameya kurdî, û muzîka wî bû projeyeka berxwedana çandî ku paşerojê bi paşerojê re girêdide.
Meylên wî yên hunerî û hezkirina wî ji bo muzîka kurdî û stranbêjiyê di temenek piçûk de destpêkir, di panzdeh saliya temenê xwe de ew fêrî jenandina amûra Ûdê bû ji hêla muzîkjen Mihemed Qedrî Delal ve , Muzîka sûfîtiyê û tecwîda Qur’anê bandorek mezin li ser pêşkeftina wî ya hunerî hiştin.
Kariyera wî ya hunerî di sala 1970’an de dest pê kir bi stranbêjiya sirûdên olî, di bin bandora maqamên dînî û ramanên sofîtiyê de , piştre berê xwe da muzîka rojhilatî û jenandina Ûdê.
Wî hewesa xwe ya ji bo muzîkê domand û beşdarî festîvalên mûzkjeniyê li Helebê bû û di dema xwendina xwe ya amadeyî de , di heman demê jî bandor bû bi hunermendên navdar ên kurd wekî Hesen Zîrek û Mihemed Arîf Cizrawî,ku jê re bûn alîkar di avakirina şêwazê wî yê stranbêjiyê de, û di nav civakên kurdî de bi “Mîrê ûdê” tê nasîn ,wî têla şeşem ji bo vê amûrê zêde kir, û karên herî balkêş pêşkêşkir ku jêhatîbûn û afirandina wî nîşan dide, tevî ewqas astengiyên ku pê re rûberû mayî di rêwîtiya xwe ya hunerî de ,piştî ku xwendina xwe ya amadehiyê di Kobanê de qedand, serdana Qehîreyê kir — paytexta stran û hunerê — û li Misrê mûzîkê dixwîne
Û li wir hevdîtinê bi awazdênerên mezin ên Misirî re wekî Mihemed Ebdulwehab, Belîx Hemdî û Riyad Senbatî dike ,û bi encama jêhatîbûna xwe di jenandina amûra ûdê de gelek bawernameyên rêzgirtin û rûmetê wergirt.
Ew yek ji hunermendên Kurd ên herî berbiçav ên ku şopek di dîmena muzîk û hunerî de hiştine tê hesibandin
Di sala 1977’an de yekem strana xwe bi sernavê “Mey Nenoş” weşand, di sala 1985’an de li Helebê Enstîtûya muzîkê vekir, paşê çû Şamê û li Enstîtûya Bilind a Muzîkê maqamên muzîkî xwend.
Herweha berdewam kir bi pêşkêşkirina karên stranbêjiyê
yên tije ji cudahetîya muzîkî, û hemû stranên wî ji awazên xwe afirandine.
Herweha wî du albûmên navdar weşand:
■1- Albûma yekem bi sernavê “Ez Mêvanê Dilê Te Me” di sala 1986’an de, ku tê de stranên evîndarî hebûn, navdarîn ji wan:
-Ez Mêvanê Dilê Te Me
– Kewê Serê Çîya
– Şêrînê
– Dilsozê .
■2- Albûma duyem “Xwezya Hêvî” di sala 1994’an de, ku têde şahkarên huner û afirîneriya wî li pêş bûn, navdarîn ji wan:
– Xwezya Hêvî
– Mey nenoş
– Gulistana Dil
– Tû nebûyî
– Tu Sosinî
Li gel albûman, Reşîd gelek stranên takekesî jî tomarkir ku heta îro jî di şahî û pîrozbahiyan de tên gotin , mîna:
– Lê Dayê
– Çîyayê Ronahî
– Lawikên Şevê
– Kovandên Kelî
– Çûme Ber Çem
Di dema karîyera xwe ya hunerî de, ku zêdetir ji çil salan, Sofî bi zimanên Kurdî û Erebî zêdetirî sed awaz pêşkêş kir, her weha li gel afirandina deh parçeyên muzîkî jî ku ji folklora kurdî hatibûn wergirtin .
Di nav karên wî yên hunerî yên herî navdar strana “Çavê Yara Min”, ku tê de nêzî bist maqamên muzîkî bi kar aniye .
Ji stranên wî ên navdar ku ji awazên wî:
- – Xwezya Hêvî, Gulistana Dil û Tu Sosinî (ji gotinên Mihemed Saleh)
- -Helebçe (ji gotinê Ehmed Huseynî)
- – Çavê Yara Min (ji gotinê Reşîd Sofî)
- – Ez Mêvanê Dilê Te Me (ji gotinê Mihemed Emîn Sîdo)
- – Kobanê (ji gotinê Stêr Cîlo).
Afirandina wî tenê bi muzîkjenî û awazkirinê sînordar nema , lê ew lêkolînerek bû di dîroka muzîkê de ,
Herweha wî du pirtûk nivîsand: “Dîroka Muzîka Kurdî” û “Mirov û Muzîk”, ku li benda çapkirinê ne.
Herweha di salên heştiyan û notan de di Televîzyona Sûrî di xebitî, û gelek karên hunerî pêşkêş kir, di nav wan de jenandina ûdê û parçeyên hin awazên muzîkî jî hebûn.
Tevî astengiyên destpêkê, wekî ku muzîk di nav civaka wî û hawîrdora wî ya oldarî de ji qedexeyan dihate hesibandin, ew nebû asteng di rê ya pêşkeftina wî de, lê wî li hember qanûnên kevneşopî serîhilda da ku hinêr û afrîneriya xwe nîşan bide.
Ew di sala 2016’an de li bajarê Kobanê bi xanim Perwîn Betal re zewiciye, di ahengekî de ku gelek heval, hezkir û hunermend li wir hebûn, lê wî ji sala 2005’an ve dest bi astengiyên tênduristiyê kir ku li ser rêwîtîya wî ya hunerî bandor kiriye.
Hunermendê nemir gelek xelat û şerefname wergirtin, ya herî girîng jî Xelata Farabî di sala 1994-an de ji Konferansa Muzîkê ya li Himsê bû, herweha gelek şerefname jî ji êzgeha Sûrî wergirtin, rêzgirtin jê re ji bo tomarkirin û teqasimên ku ji bo Televîzyon û Radyoya Sûrî pêşkêş kirîn,û Xelata ARTA ya bo Dayîn û Afirandina hunerî di sala 2016’an de wergirt, ji bo beşdariyên wî di dewlemendkirina strana kurdî di çendî salan de , di heman demê jî wergirtina xelata “Afirandin û Cûdahiyê” di gel hunermendê nemir Mihemed Elî Şaker di festîvala şeşê ya Rojava ya Çand û Huner ku ji hêla Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK ve tête rêxistinkirin,herweha wî di sala 2024’an de Xelata Festivala Çand û Hunera Kurdî li Berlinê wergirt.
Wî di hunera xwe de hevrêziyek di navbera hestên bêrîkirinê û dilsoziya neteweyî de, û di navbera resenî û nûjenbûn de çêkir ,
stranên wî li bîra guhdarvanan tîne,xaka wan , dîroka wan û nirxên wan yên çandî,
Bi saya kesên mîna wî, strana kurdî nemaye tenê straneka şehyane , lê bû peyameka jiyanê ji bo nasname, ziman û mîrasê, wî ji bo evîn û hesretê , ji bo xewn û hêviyê , ji bo Kurdistan û xwezayê wê ya bedew , ji bo şoreş û azadiyê stran got.
Di sibeha 17/2/2025’an de, muzîkvanê mezin Reşîd Sofî di temenê 72 salî de li nexweşxaneyeka Kobanê jiyana xwe ji dest da, piştî têkoşînek dirêj a bi penceşêrê kezebê re derbas bû, wî bi bêdengî koçkir ji bajarê xwe Kobanê, bajarê, ku ew anî dinyayê û jê hez kirî û wek zarok û hunermend himbêz kirî, û ji nû ve tevlî li axa xwe kur, laşê çû, lê giyanê wî hîn jî zindî ye û dengê wî di civatên kurdî û di dilên hezkiryên wî de jiyan dike.
Reşîd Sofî ne tenê hunermendek, an stranbêjek an jê mûzîkjenekê ûdê bû, lê ew semboleka çandî û neteweyî ya bêhempa bû, parêzvanekî nasnameya kurdî û dengê axftina mîras û çandê bû, bi rêya dengê xwe yê şîrîn, lîstin û awazên xwe, wî mîrasa kurdî, ziman û nasnameya neteweyî parastin ,wî zimanê kurdî, maqamên wê û awazên gelêrî ji nifşekî bo nifşekî vediguhztin, di gel parastina bedewî û kûrahiya wê ji wendakirin û jibîrkirinê.
Bi çûyîna wî, qada hunerî û neteweya kurdî stûnek muzîkî ya bêhempa wenda kirin ,ku kar û afirîneriya wî di bîranîna gelê kurd, hunera kurdî û muzîka kurdî de nemir bimîne.
Wî li pişt xwe mîrateyek hunerî ya dewlemend hişt ku Pirtûkxaneya Muzîka Kurdan dewlemend kir, tevî çûyîna wî, dengê wî hîn jî di nav malan û pîrozbahiyan de dimîne ,, wek çiraxek ku venamire û çemek ji awazan qet zuha nabe û li bîra nifşan tîne ku hunera kurdî ya resen ew mertaleke bo bîrdankê û keleheke bo nasnameyê ye, û pireke ku paşerojê bi pêşrojê ve girêdide.
Ji bo giyanê wî yê pak û temîz rûmet û mandarî
Ji bo mîrateya wî ya hunerî û çandî mayînde û domdarî.






