Lîloz Hisên/Qamişlo
Semada Urea yek ji girîngtirîn çavkaniyên nîtrojenê ji bo nebatan e. Semada Urea di qûnaxên şînbûn û destpêka mezinbûnê de herwiha bi awayekî sereke di bihar û destpêka havînî de li ser nebatan tê reşandin.
Di vê qonaxê de, taybetmendiyên mezinbûna paşê û hilberîna dawîn têne destnîşankirin, ku rêveberiya xurekê nemaze semadkirina bi nîtrojenê dike faktorek girîng di serkeftina demsala çandiniyê de.
Girîngiya bikaranîna semada Urea di vê qûnaxê de
Semada Urea yek ji girîngtirîn çavkaniyên nîtrojenê ye, bi rêjeyeke mezin ku dighêje ji sedî 46 di nav de dihewîne, ev yek dihêle ku ew hêmaneke sereke be di piştgiriya mezinbûna nebatan di qûnaxên şînbûn, şaxbûn û dirêjkirinê de.
Girîngiya zêdekirina Urea di vê qûnaxê de:
Piştgiriya mezinbûnê ya nû ji bo nebatan. Bilezbûna mezinbûna pel û qurmên nebatan herwiha berfirehkirina qada pelên nebatan. Ji bo baştirkirina karîgeriya wergirtina hêmanên xurekê. Xurtkirina proseya şaxbûnê. Xurtkirina hêza nebatan bi taybet di dema qeşayê de. Baştirkirina hilberîna zeviyan.
Hilbijartina zêdekkirina semada Urya di meha Sibatê de
Gihaştina nebatan di qonaxa şînbûnê û destpêka mezinbûn û şaxbûnê de.
Pêdiviya nebatê bi nîtrojenê di vê qonaxê de zêde dibe.
Şert û mercên avhewayê ji bo wegirtina semadê guncaw in.
Girîngiya piştgiriya nebatê berî ku bikeve qonaxên pêşketî yên mezinbûnê.
Çawaniya bikaranîna semada Urea
Proseya zêdekirina semada Urea li gorî bernameyeke lêkolînkirî tê pêkanîn di nav de ev:
Bi awayekî wekhev semada Urea li ser rûyê xakê bê rijandin.
Bi awayekî rasterast nebat bê avdan ji bo nîtrojena tê de neyê belavkirin.
Ji bo kêmkirina windabûna nîtrojenê divê piştî belavkirinê yekser bê avdan.
Dabeşkirina mîqdara diyarkirî li ser çend beşan ji bo baştirkirina karîgeriya bikaranîna semadê.
Hilbijartina dema zêdekirinê dûrî demên germahiya bilind an bahozan.
Semada Urea di navbera sûdgirtin û xeteriyê de
Tevî ku semada Urea roleke wê ya girîng di piştgiriya mezinbûna çandiniyê de heye, lê bikaranîna wê ya bêserûber dikare bibe sedema bandorên neyînî. Ji ber vê yekê pispor girîngiya pabendbûna bi perspektîfên teknîkî tekez dikin. Ya herî girîng ew e ku yekser bê avdan piştî rijandinê, hiştina Urea li ser rûyê axê dibe sedema belavbûna hilma gaza Amoniya, ku dibe sedema windabûna beşeke mezin ji semadê û kêmkirina karîgeriya semadkirinê.
Herwiha tê pêşniyarkirin:
Pabendbûna bi mîqdara semada pêşniyarkirî, li gorî cûreya çandiniyê û cûreya axê.
Ji bo rêgirtina li ber mezinbûna zêde ya nebatan li ser hesabê hilberînê, divê semada zêde neyê bikaranîn. Şopandin û çavdêriya rewşa nebatan piştî zêdekirinê herwiha nirxandina berdewam a sûdgirtinê bê kirin. Zêdekirina semada Urea di meha Sibatê de, di qonaxa destpêkê ya şînbûn û mezinbûnê de, gaveke girîng e di bernameya xurekî ya çandiniyê de, ji ber ku ew roleke girîng di xurtkirina mezinbûna nebatî, taşwîqkirina şaxbûnê û baştirkirina şiyana nebatê ya li hember şert û mercên avhewayê de dilîze, ku bandorek erênî li ser kalîteya çandiniyê û hilberîna dawîn dike.






