Solîn Mihemed/ Qamişlo
Şêniyên bajarê Qamişlo ji ber rewşa aborî û bi rasthatina Meha Remezanê gelek zehmetiyan di kirîna kelûpelên bingehîn de dibînin û ji ber rewşa ku herêmê tê re derbas dibe her roj bihayên kelûpelan tê guhertin.
Bi hatina Meha Remezanê li bazara bajarê Qamişlo bihayê kelûpelan bilindbûye û ev yek jî bandoreke neyînî li rewşa welatiyan dike û bi taybet jî bihabûna madeyên mîna goşt, sebze û fêkiyan, ev yek bûye sersebebê ku welatî nikaribin kelûpelên bingehîn bikrin. Herwiha ji ber ku çavdêrî û şopandina bazarê tuneye bihayê firotina kelûpelan di navbera firoşgehan de ne weke heve û herkes li gorî xwe bi bihayekî kelûpelan difroşe.
Di derbarê vê mijarê de rojnameya me li bazara Qamişlo geriya nêrîn, daxwaz û hêviyên welatiyan b hatina meha remezanê û kêmkirina bihayê di vê meha pîroz de girtin.
‘Her tişt biha ye’

Her tişt biha ye, welatiyê bi navê Mihemed Nûrî bi vê gotinê êşa xwe vegot û wiha anî ziman: “Bi hatina meha Remezanê ya pîroz re wekî her sal careke din bihayê kelûpelan bihabû. Rewşa ku em tê re derbas dibin bandor li ser hemû şêniyan û warên jiyanê kiriye, bi taybet rewşa aborî ya zehmet û bandora wê li ser jiyana welatiyan û em hêvî û daxwaz dikin ku bihayê kelûpelan kêm bibe da ku em bi rûmet û xêrê meha Remezanê biqedînin.”
Ji ber bihabûnê wê goşt û fêkî li ser sifreya welatiyan neyê dîtin
Ji ber bilindbûna bihayên kelûpelên bingehîn bi taybet bilindbûna pêwistiyên xwarinê, goşt, sebze û fêkiyan welatî bi fikarin ka çawa wê meha Remezanê biqedînin; girêdayî vê yekê welatiya bi navê Nisrîn El-Hemadî wiha anî
ziman: “Goşt û fêkî ji ber ku pir biha ne em nikarin bikrin û tiştekî erzan tune ye. Kel û pel herwiha tiştê bingehîn ku beriya neha erzan bûn niha bi zorê em dikarin bikrin, Zeyt berê bi 75 hezaran bû niha em bi 95 hezaran dikrin. Bilindbûna bihayan bandoreke mezin li ser rewşa jiyanî kiriye bi taybet bi hatina meha Remezanê du qat zêdetir bûye û barê me girantir dike. Hêviya me ew e ku aliyên peywendîdar li rewşa şêniyan meyze bikin û bihayên kelûpelan kêm bibe.”
Bihayên pêwistiyên xwarinê
Sebze
Bacan bi bihayê 10 hezaran tê firotin ji berê bihatir bûye, Bacanê reş bi 6 hezaran, Îsot hin cûre bi 15 hezaran û hin bi 9 hezaran têne firotin, bihayê Kartolan ji 4 heta 6 hezaran û Xiyar bi 10 hezara ye.
Fêkî
Moz bi 7 L.S tê firotin ji bihaya berê kêmtir hatiye tomar kirin, Birtiqal her kîloyek bi 5 L.S ye, Sêv her du Kîlo bi 25
hezarên Sûrî tê firotin. Firoşgehê sebzeyan Ebdullwehab Mihemed diyar kir ku her demekê bihayê sebzeyan tê guhertin û wiha got: “Bihayê Bacanan pir biha ye bi nirxê 10 hezaran tê firotin, Bacanê reş kîloya wê bi 6 L.S ye, Îsot hene bi 15 hezaran û hene jî bi 9 hezaran. Herwiha bihaya Kartolan hem bi 6 hezaran û hem jî bi 4 hezaran tê firotin.”
Bihayên pêwistiyên xwarinên yên sereke

Medenî Osman xwediyê firoşgeheke pêwistiyên xwarinê ye diyar kir ku bihayên hin kelûpelan zêdebûye û bihayê hin kelûpelên din jî weke xwe maye.
Bihayê Şekir bilind bûye gihaştiye navbera 90-92 L.S Sûrî. Bihayê Birinca “Emar” ya pakêtkirî bi 12 û nîv hezarên Sûrî ye. Zeyta xwarinê berê erzantir bû, qutiya mezin bi 95 hezaran tê firotin. Çayê bi 80’ê hezarên Sûrî ye. Savar ya pakêtkirî ya 10 kîlo bihayê wê gihaştiye 88 hezarên Sûrî. Xurme her cûreyeke wê bi bihayeke cuda tê firotin, kîloya xurmeyên herî baş bi 27 bazaran tê firotin.
Mirîşk bihayê wê bilind bûye

Xwediyê firoşgehê mirîşkan Xalid El Elî tekez dike ku nirxê mirîşkan biha bûye û di heman demê de diyar kir ku bihayê her kîloyeke mirîşakn gihaştiye 27 hezarên Sûrî û wiha anî ziman: “Ji ber rewşa şer ku herêm tê re derbas dibe, bihayê goştê mirîşkan bilind bûye. Çawa ku mirîşk ji me re tê, em bi wî bihayî jî difroşin.
Hêjayî gotinê ku heya berî çend rojan jî berî nêzîkbûna Remezanê bihaya mirîşkan bi 22 hezarên Sûrî dihat firotin û niha di navbera 27- 30 L.S tê firotin.






