Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lingên xwe windakirin lê biryardariya bidestxistina xewna xwe winda nekir

22/02/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Lingên xwe windakirin lê biryardariya bidestxistina xewna xwe winda nekir
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Fatima Hecî Mehmûd nizanîbû ku rêya ku ew ber bi mala malbata xwe li gundê Xirab Eşk, li Başûrê Rojhilatê Kobanê, girtiye, dê rêwîtiya dawî be. Fatima Mehmûd piştrast kir ku wê beşek ji laşê xwe winda kiriye, lê wê biryardariya xwe ya ji bo bidestxistina xewna xwe û parastina mafên gelê xwe winda nekiriye.

Her ku êrîşên li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê zêde dibûn, xwendekara zanîngehê ya bîst salî Fatîma Hecî Mehmûd neçar ma ku ji bo temamkirina xwendina zanîngehê, mala xwe ya li bajêr, ku ew bi sê birayên xwe re lê dijiya, berde û vegere gundê xwe da ku di nav şerê dijwar de bi malbata xwe re bijî. Wê pirtûkên xwe girtin û ji refa xwe ya xwendinê derket, bi yek xwestekê, ku di rojên xeteriyê de bi malbata xwe re be.

Komkujiya Xirab Eşk

Di vê çarçoveyê de, Fatîma hûrguliyên kêliyên pêşîn ên bombebaranê got: “Ez bi dengê teqînek mezin şiyar bûm. Di destpêkê de, ez hizirîm ku ew kabûsek e, lê qîrîna zarokan ez hişyar kirim û gihîştim rastiyê. Min hewl da ku rabim da ku bighîjim birayê xwe yê biçûk ku digirî, lê min nekarî. Min li lingên xwe nihêrî û min ew di rewşek trajedîk de dîtin û bi dengê balafiran û topbaranên giran tijî bû.” Tevî dijwariyan jî, malbata Fatimayê xwe li mala xwe girt û nexwest ku jê derkeve. Wan xwe li pişt dîwarên wê girtin, bi baweriya ku ew ê bibe kelehek ku wan ji mirinê biparêze. Saet di 11:30’ê şevê de, mala wan rasterast bi çekên giran hate hedefgirtin. Bi dengê teqînê re, xanî li ser niştecihên wê hilweşiya. Pênc kesên malbatê hatin kuştin, pêncên din jî bi giranî birîndar bûn.

Fatîma wiha bûyerê tîne ser ziman: “Ew kesên ku di bin kavilan de sax man, hewl dan me rizgar bikin, di heman demê de ji ber berdewamiya topbarana gund nêzîkî deh saetan xwîn ji birînên birîndaran diherikî. Heta saetên sibehê me nekarî xwe bighêjin Nexweşxaneya Kobanê. Roja din dema ku bombebaran rawestiya, xelkê deverê karîbûn birîndaran derxînin.” Fatîma birînên wê giran bûn û ji bin xirbeyan hate derxistin. Di encama hedefgirtina rasterast de herdû lingên xwe winda kiribûn. Ew ji mirinê filitî, lê beşek ji laşê xwe winda kir, di heman demê de pênc endamên malbata xwe jî ji dest da. Fatîma bawer dike ku tiştê qewimî ne bûyerek tenê bû, lê belê berdewamiya rêze êrîşên ku sivîlên li gundewarê Kobanê hedef digirtin bû: “Bombebaranê ne tenê mala wan hedef girt, lê xewn û jiyana wan jî hedef girt.”

Tevî giraniya windakirina wê ji parçeyên laşê wêre, Fatîme dev ji armancên xwe berneda. Xwendekara hiqûqê bû, wê ev beşa zanistê ji bo bicihanîna daxwazên dê û bavê xwe hilbijartibû, lê niha wê wekî bangek şexsî dibîne. Di dawiyê de, wê tekez kir ku xwendina bi zimanê Kurdî pabendbûna bi nasname û mafên wê re temsîl dike û ew bi biryar e ku xwendina xwe bidomîne û mafên gelê xwe biparêze, ku ji aliyê zaliman ve rastî binpêkirin û qirkirinê tê. Di 25’ê Çile de, komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî li gundê Xirab Eşk bi top, çekên giran û balafirên bêpîlot malên sivîlan bombebaran kirin û di encamê de pênc sivîl ji malbatekê şehîd bûn û pênc kesên din jî birîndar bûn, ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Komkujî di çarçoveya êrîşên dijwar ên li ser gundewarên Kobanê de pêk hat, ku li gelek gundan sivîl rasterast hatin qetilkirin. Li gundê Qasmiye, di encama topbaranê de kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn, di heman demê de li gundê Xerab Eşkê êrîşên herî hovane hatin kirin, ku di nav de jin û zaroka jî hebûn şehîd û birîndar ketin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.