Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘‘Em êşa xwe bi nivîsandina helbestan tînin ser ziman’’

22/02/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘‘Em êşa xwe bi nivîsandina helbestan tînin ser ziman’’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Du jinên ciwan ên ji koçberên Efrînê tekez kirin ku bi nivîsandina helbestan ew êş û zehmetiyê koçberiyê parve dikin û wiha gotin: “Dijmin nikare hêvî û îradeya me bişkîne.” 

Koçberên Efrînê yên ku di pêlên koçberiyê re çar caran derbas bûne, tevî hemû zor û zehmetiyan jî bi hêvîne ku daxwazên wan pêkwerin. Bi helbest û nivîsandinê êşa xwe derdixînin. Di nava êşa koçberî û jiyana di dibistanan de ne, lê tevî vê jî tu asteng li pêşiya berxwedan û hestên wan jinên ciwan nebû asteng.

Di vê çarçoveyê de du ciwanên ji koçberên Efrînê Asya Salih û Hûriyê Hecî Muslim ji Rojnameya me re axivîn.

‘‘Eger hêvî hebe wê hemû tişt pêk were’’

Koçbera Efrînê ya bi navê Asye Salih da zanîn ku ew 15 salî ye û ev 4 salin helbestan dinivisîne û wiha got: “Ev çar carin ez koçber dibim, her carê ku ez helbestan dinivisînim ji ber koçberiyê ez li pey xwe dihêlim, lê her car jî ez ji nû ve radibim ser xwe û ji nû de dest pê dikim, ji ber ku dijmin nikare armancê me bikuje. Bila bi hezaran ji helbestên min li şûna min bimîne, lê dîsa ez ê binivisînim, dijmin nikare hêviyên me bikuje û armancên me bişkîne. Ez ê nivîsandina xwe berdewam bikim û ez ê armanca xwe pêk bînin, eger hêvî hebe, wê hemû tişt pêk were.

Ez Kurd im, ez serbilind im gava ku ez dibêjin ez Kurdim ne tenê peyve, xwedî wate û pênase ye. Ez ê ji bo Şehîdan, welatê xwe û sêwiyan binivisînim. Îro dema ku ez li welatê xwe dinêrim û dibînim ez jê dûrim hêstir ji çavên min dibare, ez nikarim hestên xwe ravebikim, lê dikarim hinekî bi pênûs li ser lênûsa xwe binivisînim. Dema ku ez sêwîdaran dibînim hestên min gelekî wateyên cûda dide, lê dîsa jî ez ê armanca xwe pêk bînim û berdwam bikim.”

‘‘Gelê Kurd wê biserbikeve’’

Hûriyê Hecî Muslim destnîşan kir ku ew 17 salî ye û dema ew refa 6’an bû dest bi nivîsandina helbestan kir û wiha domand: “Dema ku min refa 6’emîn dixwend min dest bi nivîsandina helbestan kir, lê piştê wê bi demekê min nivîsandina helbestan sekinand, lê dema ku ez koçberbûm min careke din dest bi nivîsandina helbestan kir, ji ber ku bi rêya helbestan min êşên xwe derxistin. Dema ku ez van helbestan dinivisînim, ne tenê ez ji bo xwe, lê ji bo şehîdan û welatê xwe dinivisînim. Dibe ku êşên me gelek bin, lê bi rêya nivîsandina helbestan em êş û azara tevahî gelê Kurd derbirîndikin. Em ê tola Şehîdên xwe rakin, eger ne bi çekê bê, em ê bi pênûsên xwe tola Şehîdên xwe hilînin. Em dixwazin ku vegerin Efrînê, lê vegereke bi serbilindî be. Gelê Kurd wê biserbikeve û heya ku em karibin em ê liberxwebidin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.