Reşo Mihemed
Du rayedarên Amerîkî diyar kirin ku artêşa Amerîkî vekişîna xwe ji Tenef temam kiriye, Tenef cîhekî stratejîk li sînorê Sûriye-Urdun-Îraqê ye, hem jî vekişîna artêşa Amerîkî ji bingeha Şedadê di destpêka vê mehê de pêkhat. Herwiha heman rayedaran zêde kirin ku hêza Amerîkî dê di nav du mehên pêş de ji cihên mayî yên Amerîkî yên li Sûriyê vekişin. Ev yek bi pêşveçûna geşedanên dawî ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rû bi rû ma. Rayedarên Amerîkî tekez kirin ku ev vekişîn têkildariya xwe bi belavbûna hêzên deryayî û hewayî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn a ji bo erkdariya êirişên li dijî Îranê hatine amadekirin, tuneye. Eger em li siyaseta Amerîka û belavbûna leşkerên wê binerin, em ê binerxînin ku Amerîka hema bi gavekê re xwe ji devereke ku xwe lê bi cih kiriye, dernakeve. Îraq nimûneyeke herî nêz e. Hebûna Amerîkî û piştgirêdana bi wê re ji bo QSD û gelê Kurd jê re ji bo me ne girîng e. Lê gotina vekişandinê beşek ji siyaseta wê ya derbarê entegirasyona QSD û Rêveberiya Xwser de ye. Di heman demê de weke istratîciyek parastina leşker û bargehên xwe ji êrişên Îran û Heşd Elşeibî ye. Wek tê zanîn Amerîka berî demekê di rûniştinên xwe yên li gel hikumeta HTŞ’ê re qala hevkariya aborî di çarçoveya dosya neftê dikir. Neft li ku be Amerîka û leşkerên xwe li wir in, dibe di warê şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê xwe bêrol bike, lê di warê aborî de ew ê ji bo berjewendiyên xwe parastina petrolê bike. Sûriyê ji bo Amerîka û Israîlê gelek girîng e, eger Amerîka bêje ez ê xwe vekişînim ji Sûriyê, ew ê li ser xwesteka Israîlê vê biryarê bi paş ve bibe. Sûriyê ji bo Israîlê xeteke parastinê ye ji êrişên Îranê, Amerîka jî dibe erkdar di warê valaderxistina êrişên Îran li dijî Israîlê. Berpirsên Amerîkî gotin ku ew ê hêz amade bin eger lihevkirin li ser bernameya nukleriyê pêkneyê. Weke tê zanîn Îran gef li hêzên Amerîkî yên li herêmê xwaribû û tekez kiribû ku eger Amerîka êrîşên asmanî li hemberî Îran pêkbîne. Dewletên Yekbûyî hêzeke mezin li beravên Îranê kom kirine ev hêz ji komeke barhilgirên balafiran, balafirên pêşketî û keştiyên din ên şer pêktên. Di heman demê de keştiya duyemîn a balafiran, USS Gerald Ford, jî ber bi Îranê ve diçe. Ev yek tekez dike ku ew ê şerekî mezin di navbera Îran û Amerîka û Israîl pêkwere. Ew ê dîse Îraq, Sûriye, Lubnan, Başûrê Kurdistanê û gelek dewletên herêmê bibin qada şerekî berfireh, sedem jî çekê nukleriyê û berjewendiyên dewletên sêalî yên Amerîk, Israîl û Îran. Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku rêveberiya Trump biryar da ku hebeşa leşkerî ya Amerîkî bi QSD’ê re li Sûriyê êdî ne pêwîst e ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk weku ew dibêjin nema xwedî binesazî ye, hem jî hevkariya sereke ya Amerîkayê li dijî DAIŞ dê bi hikumeta Sûriyê re dê were domandin, hem jî DAIŞ têkçû. Gelo em bipirsin, rast e DAIŞ têkçû, tevahiya endamên wê hatin girtin, hem jî Sûriyê ji DAIŞ’ê safî bû? Na duh li Dêrazorê dîsa çeteyên DAIŞ’ê êrişî çeteyên HTŞ’ê kirin. Demek em têdigihêjin ku vekişîna Amerîka ji Sûriyê lîstikeke istratejîke ew dixwaze hikumeta HTŞ’ê xwe dexîlî Amerîka bike da ku Amerîka vegere û hevkariya HTŞ’ê bike û şerê li dijî DAIŞ’ê bike di heman demê de bi hev re lîstoka xwe ya derbarê şerê li dijî DAIŞ’ê bi hev re bidomînin.






