Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sistema cîhanê bi giştî diheje

22/02/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Wisa diyar dibe ku cîhan ji nuh ve dizayn dibe. Di konferansa Munchen de, nakokiya bingehin a di navbera DYEyê û ÇÎNê de zelaltir hat dîtin.

Herwiha nakokiyên navbera Transatlantik û Ewrupayê jî aşkeretir hatin xuya kirin, bi taybetî axaftinên serokê Fransayê Macron û Serokwezîrê Elmanyayê Merz gelek balkêş bûn. Macron, berê jî gotibû “Mejiyê NATOyê miriye” û bi vê gotinê re doza damezrandina yekîtiyek alternatîf mîna NATOyê ji bo Ewrupayê dikir.

Nuha jî dibêje, “Ji bo Ewrupa di cîhanê de bibe aktorekî nuh ê jeostratejîk, divê bi hevkarî tevbigerin, herwiha heke li himberî DYEyê û ÇÎNê em yekîtiyek xurt ava nekin di nava 5 salan de em dihelin”. Merz jî got, “DYEyê, êdî weke berê ne bi hêz e û jixwe serokatiya wê ya cîhanî jî ketiye nîqaşê”.

Wisa tê dîtin ku bi pêşengtiya aliyê leşkeriya Fransayê û aliyê aboriya Elmanyayê, hewldanên avakirina rêkeftinek nuh a Ewrupayê, weke alternatîfa Emerîkayê û hevalbendên wê hene. Di Konferansê de hat dîtin, ew uslubê serdestî yê Barrack ê îsal û yê Vance yê cigirê Trump ê sala çûyî, têk çûn, lewma wezîrê derve yê DYEyê Rubio, ji neçarî gelek nerm axivî û got; “Em û Ewrupa hevalbendên hevseng in-wekhev in”! Wezîrê derve yê Çînê Wang Yi jî, xwe nêzî Ewrupayê nîşan da û got, “Divê bi Ewrupayê re hevalbendiyek wekhev were meşandin”, herwiha bi giştî helwesta Çînê li gel sistema heyî ya cîhanê ye.

Lê helwesta DYEyê, guhertina sistema cîhanê ye û hema mirov bala xwe dide axaftin û helwestên Trump, di serî de biryarên NY, weke ku ji hemû yasayên navneteweyî ne razî ye û dixwaze hemû saziyên navneteweyî, li gorî berjewendiyên xwe biguheze. Bêguman, him li ser bûyerên giştî yên cîhanê û him bi taybetî li ser vê Konferansa Munihê, mijara me ya sereke siyasetên têkildarî doza Kurdistanê ye û helbet li vira jî li ser navê Şoreşa Rojava beşdarbûna Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed çêbû.

Beşdarbûna vê Konferansê, ne bûyerek ji rêzê bû. Ji ber ku, di asta navneteweyî de li parçeyekî, cara yekê ye ku weke nûnerî Tevgêra Azadiya Kurdistanê, hevsengê nûnertiya fermî ya dewleta(Sûriyê)wî parçeyî, bi hevre beşdar dibin.

Herwiha bi hevre, di serî de li gel nûnerên DYEyê, YEyê û hwd.di asta wekhev de beşdarî hevdîtinên fermî bûn. Bêgûman razîbûna vê asta navneteweyî ya bilind û fermî, bi saya, di çarçova ruh û felsefeya Rêber APO de, li ser banga seferberiyê ya QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Rojava, bi rabûna serîhildana demdirêj a gelê Kurdistanê ya li çarperçeyan û bi desteka dostên navneteweyî li çaraliyê cîhanê pêkhat. Gelê Kurdistanê û dostên xwe, bi helwest û dirûşmên xwe, ne tinê peyam, belê ferman da rêxistin û kesayetiyên siyasiyên Kurdistanê ji bo avakirina YEKÎTIYA NETEWÎ û dewletên têkildarî wan êrîşên qirker ên ser Rojava û ser gelê Kurdistanê giştî ji bo êdî bên Rawestandın!

Fermana gelê Kurdistanê gihişt navnîşanên xwe, lê xeter bi giştî hîn jî ranebûye, divê xemsarî nebe, berxwedan dewam bibe! Di dizayna cîhana nuh de, êdî Kurd û Kurdistan aktor in!

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.