Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê raporeke hevpar li gel a giştî were amadekirin’

22/02/2026
in POLÎTÎKA
A A
‘Wê raporeke hevpar li gel a giştî were amadekirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Parlementerê DEM Partî yê Amedê Mehmet Kamaç da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xebata komisyonê bênavber tê domandin û got, “Wê li gel rapora giştî raporeke hevpar a komîsyonê were amadekirin. Divê gavên şênber ji bo doza Kurdî di warê hiqûqî de werin avêtin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî nêzî salvegera xwe ya yekem dibe, ji destpêka wê heta roja îro gelek bangên Rêber Apo, li gel gavên Partiya Karkerên Kurdistanê hatine kirin û avêtin. Li gel vê yekê jî bi dirêjahiya destpêkirina pêvajoyê xebata komîsyonê di rojevê de ye û heya asteke baş ev xebat hatiye meşandin.

Derbarê pêvajoyê û xebata Komîsyona Demokrasî, Netewî ya Xwişk-Biratiya Hevgirtina Navnetewî parlementerê DEM Partî yê Amedê Mehmet Kamaç ji rojnameya me re axivî.

‘Ji bo pêvajoyê xebat bênavber tên domandin’

Mehmet Kamaç diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xebata komisyonê bênavber tê domandin û wiha got: “Wek hûn jî dizanin 27’ê Sibatê salvegera Banga Aşîtî û Civaka Demokratîk e. Ew bang bi wateyekî dîrokî hate pênasekirin û bi wê giringiyê jî hat pêşwazîkirin. Di vê serdemê de bi rastî ji hewcedariyek bi pêvajoyeke bi vî rengî jî heye. Bi vê hişmendî û baweriyê di serî de heta niha di hemû qadên jiyanê de kar û xebat bênavber didome. Ji komxebatên di nav rêxistinê, komcivînên di nav gel de, hevdîtinên partiyên siyasî û saziyên sivîl, di serî de bawerî û ne, bi hemû cudahiyên Bakurê Kurdistanê re hevdîtin li ser esasên nêrîn, pêşnyar û rexneyan hatin kirin. Herwiha di gel parlemena Turkiyê û partiyên Turkiyê ji kar û barên diplomasiyê hatin kirin, ev kar heta niha jî didomin. Herwiha taybetî li gel Başûr û Rojavayê Kurdistanê û diasporayê gelek deverên Cîhanê xebatên diplomasiyê tên kirin. Em dizanin di vê pêvajoyê de berpisyariya herî mezin li ser milê me ye û di vê serdemê de mafê me nîne ku em valahiyekê bihêlin.”

‘Wê raporeke hevpar li gel a giştî were amadekirin’

Kamaç eşkere kir ku wê li gel rapora giştî raporeke hevpar a komîsyonê were amadekirin û wiha domand: “Yekem car e li ser pêvajoya çareseriya pirsa Kurd li parlemana Turkiyê komisyon hat avakirin. Ev komisyon em dikarin bêjin temsila %95 ji siyaseta Turkiyê dike. Komisyon gelek hevdîtinên giring pêkanîn, herî dawî serdana birêz Abdullah Ocalan jî hat kirin. Di van hevdîtinan de ji serkeftina pêvajoyê gelek zanyarî û agahî jî bi dest xistin. Li van esasan nexşerêyek wê miheqeq derkeve. Lê herkes jî dizane ku ev komisyon biryardar nîne. Tenê dikare ji bo pêvajo serkeftî bibe pêşnyarên xwe ragihîne. Ji bo ku hamû partî di nav komisyonê de hene, wê raporeke hevpar jî were amadekirin ew rapor em bawer in wê li parlemenê jî were qebûlkirin. Helbet hin nêrîn û nêzîkbûyînên komisyonê li gor dilê me nebe jî wek destpêk, lê em giring dibînin. Em bi hesasiyeteke mezin tev digerin. Ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd gelek in ev destkeftî bi berdêlên gelek giran hatine destxistin. Wek tê zanîn her partî rapora xwe amade kir û radestî serokatiya parlamana Turkiyê kir. Lê biryar ew e ku di nava van raporan de raporekî hevpar bê derxistin. Endamên hemû partiyan bi rojane li ser rapora hevpar dixebitin. Gelek niqaş tên kirin. Herwiha li gorî kar û xebatên ku di dema dawiyê de têne kirin wê rapora wê jî were amedekirin.”

‘Divê gavên şênber ji bo doza Kurdî di warê hiqûqî de were avêtin’

Parlementerê DEM Parti yê Amedê Mehmet Kamaç da zanîn ku divê gavên şênber ji bo doza Kurdî di warê hiqûqî de werin avêtin û wiha bi dawî kir: “Wekî di serî de min got ev pêvajo dîrokî ye. Pêwîst e her alî bi girîngî nêzikî vê pêvajoyê bibe. Encama xebatên komisyonê di heman demê de destpêka pêvajoya çareaeriyê ye. Pirsgirêkên heta niha hatine jiyankirin neçareserkirina pirsa Kurd e. Divê astengiyên li pêşiya çareseriya pirsa Kurd ji holê werin rakirin. Di aliyê hiqûqî de pêngavên şênber werin avêtin. Hebûna Kurdan ne tenê li ser gotinan, divê di warê hiqûqî de were naskirin. Hem jî naskirin bi nasname, ziman, çand û li ser esasên wekheviyê bê qebûlkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.