Navenda Nûçeyan
Bi banga dîrokî ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kiribû deng vedanekî li Rojhilata Navîn û Cîhanê kir. Dewleta Tirk ya ku hebûna tevgera azadiyê û gelê Kurd tune dihesiband û êrîşên qirkirinê pêk dianî, di 1’ê Cotmeha 2024’an de bi însiyatîfa Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Rêber Apo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir û ji gava ewil heya niha ku salek derbas bû. Ne siyaseta înkarê bi dawî bû, ne jî tecrîd rabû.
Rêber Apo 27 salin li grava Îmraliyê têkoşîneke pir mezin dide meşandin. Tevî hesab û planên komplogeran bi sekna xwe ya têkoşer komplo vala derxist. Hêzên dagirker ên ku bi komplo xeyal dikirin ku di şexsê Rêber Apo de têkoşîna azadiya gelê Kurd tasfiye bikin her roj têkçûyînên mezin dijiyan. Dewleta Tirk neçar ma ku biçe îmraliyê û bi Rêber Apo re li ser maseya diyalogê Rûne. Emê di vê dosya xwe ya ku li ser dû beşan hatiye amade kirin de, di nav salakî de piştî banga aştî û civaka demokratîk çi xebat hatine meşandin ragihînin.
Ev 27 salin ku Rêber Apo li gireva îmraliyê têkoşîneke bêhempa dimeşîne, Banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de ji bo kurd û Kurdistanê gaveke nû û dîrokî bû, ger em li dîroka tevgera azadiya Kurdistanê meyzebikin Rêber Apo ji sala 1993’an heta niha ev 32 salin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi riya rêbazên demokratîk ku di qada siyasî de bê çareserkirin lêhûrbûn dike. Rêber Apo di paraznameya 5’mîn de bi awayekê zelal radixe berçav, bi rêbaza ku çawa pirsgirêka kurd bi rengekî aşitiyane çareser bike. Ne tenê ji bo pirsgirêka kurd di gelemperiya cîhanê de kirîz û kaûseke mezin heye, hêzên desthilatdar û yên Kapîtalîst vê kaûs û kirîzê li gor berjewendiyên xwe dizayn dikin ku civakê ji nûve avabikin, ku hebûna kurdan ji holê rakin, li ser tunekirina civakê pergala xwe ya desthilatdariyê ji nûve avabikin. Piştî geşedanên li Kurdistanê û bi giştî hewldanên hêzên hegemon ji bo ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn, rewşeke nû derkete holê. Dewleta Tirk ji bo xwe ji vê rewşa nû ku rejîm diguherîn û sînor ji nû ve dihatin xêzkirin biparêze dest bi hewldanan kir. Di qada navnetewî de ev hewldan bê encam ma. Ji ber vê yekê hewcedarî bi rêbazeke din dîtin. Berê xwe dan îmraliyê cem Rêber Apo. Rêber Apo ku di bin tecrîdeke girankirî de hatibû hiştin, careke din bû hêvî ji bo tevahiya gelan.
Di 1’ê cotmeha 2024’an de çi çêbû?
1’ê Cotmeha 2024’an de Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî, di vekirina sala yasayê ya 3’em a dema 28 ya TBMM’ê de bi silavdayîna Parlamenterên DEM Partiyê re, gavek sembolîk avêt. Dest dirêjkirina Bahçeli destpêkek nû ji bo pêvajoyê diyalogê hat nirxandin. Ji bo rakirina tecrîdê, Bahçeli got divê Abdullah Ocalan were parlementoy “hilweşandina tevgerê di nav koma Partiya DEM de ragihîne” ku bikaribe mafê xwe yê hêviyê bikar bîne. Ev nirxandinê Bahçelî di serê gelê Kurd û Tirk de nakokî dan avakirin. Bi banga Dewlet Bahçelî re û bersivdayîna Rêber Apo re pêvajoyeke dîrokî destpêkir.
23’ê Cotmeha 2024 Parlementerê Dem Partî yê Rihayê Omer Ocalan, serdana Îmraliyê kir û li gel Rêber Apo hevdîtin pêkanî. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo ev peyam dabû: “Tecrîd didome. Xwedî wê hêz û teoriyê me ku eger şert û merc bê afirandin pêvajoyê ji zemîna şer veguhêzim zemîna hiqûqî û siyasî.”
28’ê Kanûna 2024’an de Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Û bivan hevdinan re pêvajoya aştî û civaka demokratîk dest pê kir. Heman demê de şandeya Îmraliyê li ser daxwaza Rêber Apo sazî û dezgehên Tirkiyê ziyaret kirin.
Banga Aştî û Civaka Demokratik
27’ê Sibata 2025’an de Rêber Apo ji Girtîgeha Îmraliyê banga ‘çek danînê û hilweşandina hebûna xwe ya rêxistinî li Tevgera Azadiya Kurdistanê kir. Di peyama ku şandeya DEM Partiyê (Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogulari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol) li Stenbolê bi raya giştî re parve kir, hat destnîşankirin ku divê Meclîsa Mezin ya Tirkiyê jî beşdarî pêvajoyê bibe. Di peyamê de Rêber Apo got: “Di vê atmosferê de ku bi banga Birêz Bahçelî û îradeya birêz Serokkomar ve hatiye afirandin, ez berpirsiyariya dîrokî ya banga danîna çekan digirim ser xwe.
Bersiva Dewlet Bahçelî ji banga Rêber Apo re
28’ê Sibata 2025’an de Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî yekem bersiva xwe ya fermî da banga Rêber Apo. Bahçelî peyamê ‘ji destpêkê heta dawiyê hêja û girîng’ bi nav kir û tekezî kir ku ‘divê PKK demildest çekên xwe deyne û hebûna xwe ya rêxistinî hilweşîne’. Bahçelî diyar kir ku divê pêvajo li ser zemîna Meclîsa Mezin ya Tirkiyê bidome.
Agirbest
Di 1’ Adarê de PKK’ê agirbesteke yek alî ragihand, lê heta Roja ku tevgera Azadiyê merasîma îmhakirina çekan li darxist jî êrişên dewleta Tirk li heremê didomiya. Agirbesta ku ji aliyê tevgera azadiya ve hati bu ragihandin tenê yek alî bû ,dewleta Tirk agirbestê li zap û qadên parastina medya’yê dikir”
Peymana 10’ê Adarê
Peymana 10’ê Adarê di demeke krîtîk a dîroka Sûriyê de, piştî şerekî demdirêj, parçebûn û dûrxistinê, wekî hewldanekî dilsoz ji bo ji nû ve avakirina welat li ser bingeha dadmendî û hemwelatîbûnê hate îmzekirin. û têgeha hemwelatîbûnê wekî girêdaneke yekgirtî di navbera Sûriyan de bi nirx dike, ava bike. Bi peymanê re hevdîtinên Şam û Rêveberiya Xweser Peymanê de soz hatibûn dayîn ku bingeha dewleteke pirrengî û sivîl, ku peymaneke neteweyî ji nû ve formule dike, mafan misoger dike destpê kirin. Ji bo avakirina Suriyeyeker demokratîk û pirreng. Bi amadebûyina hêzên navnetewî peymana 10’ê Adarê ji 8 xalan pêk dihat hat imzekirin.
Di Newrozê de bi milyonan li dora banga Rêber Apo bûn yek.
Bi milyonan Kurd û Kurdistaniyan li 89 navendan Newroza 2025an bi coşeke herî mezin û peyamên herî zelal pîroz kir û daxwazên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo anî ziman. Newroza 2025an li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin. Kurd bi şev û roj li gund, tax û kolanan agirê Newrozê geş kir û azadiya fizîkî ya Rêber Apo xwestin. Di pîrozbahiyan de bi taybetî li Amed Wan û Urmiyeyê dîmenên bi bi coş derketin holê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran welatî li 11 bajaran kom bûn û Newroz pîroz kirin. Welatiyên ku bi coşeke mezin û bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo garantiya Sûriyeya demokratîk e” daketin qadan.
Fesix kirina PKK’ê
7ê Gulanê
Di 9’ê Gulana 2025’an de PKK’ê ragihand ku di dîroka 5-7’ê Gulanê de li du cihên cuda yên li Qadên Parastina Medyayê li 2 herêmên cuda bi tevlibûna 232 delegeyên ve 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara xwefesixkirinê girt. DEM Partiyê li ser vê yekê got: “Gavek din nêzîkî aştiyê bûn.”
12’ê Gulana 2025’an de PKK’ê bi fermî ragihand ku PKK’ê li ser banga Rêber Apo biryara fesixkirinê girtiye. Heman demê de di banga xwe de diyarkirin ku tenê Rêber Apo dikare vî pêvajoyê bi rêve bibe li ser banga Rêber Apo biryara fesixkirin girtiye, lê tekezî kir ku tenê Rêber Apo dikare vê pêvajoyê birêve bibe.
Piştî 26 salan dîmenê Rêber Apo
Di 9’ê Cotmehê de Rêber Apo piştê 26 salan cara yekem bi deng û dîmen carekedin Fesixkirina PKK’ê ragihand. Rêber Apo 26 salin di bin tecrî de ke giran dihat ragihandin li Girava Îmraliyê bi dîmen bangek dîrokî kir. Piştê 26 salan cara yekem gel bi deng û dîmenê wî dît. Di dîmen de girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî amade bûn. Rêber Apo di banga xwe de anî ziman ku” PKKê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û banga ‘Derbasbûna li nava demokrasiyê’ li Tirkiyeyê kir. Rêber Apo bal kişand ser komîsyona ku li Meclîsê bê avakirin kir û xwest her kes bi pêşniyar û rexneyên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.






